ELÎH – Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê Ciwanên Êlîhê li gelek kolanan slogana nivîsandin û pankart daliqandin.
Li kolana Petrolkent ciwanan pankarta bi weneyên berxwedêrên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê daliqandin û li kolana Kismet li ser gelek dîwaran sloganan nivîsandin.
Di çalakiyê de sloganên wek “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Rêbertî û Kurdistanê Azad bikin” hatin nivîsandin.