NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û çalakiya wan dewam dike. Ji van girtiyan 15 kesan di 30’ê Nîsanê de û koma duyemîn ku ji 15 girtiyan pêk tê di 10’ê Gulanê dest bi rojiya mirinê kirbûn. Rojiya mirinê ya koma yekemîn ku ji 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê pêk tê di roja 26’emîn de dewam dike. Koma 2’emîn ku ji 15 kesan pêk tê û di 10’ê Gulanê de dest pê kir jî di roja 16’yemîn de dewam dike.
Berxwedana rojiya mirinê ya koma yekemîn ku di 30’ê Nîsanê destpê kiribû ket roja 26’an
Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek
Girtîgeha Jinan a Gebzeyê: Ardil Çeşme, Asli Dogan,
Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê: Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk
Girtîgeha Tîpa D ya Amedê: Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.”
Di 10’ê Gulanê koma duyemîn ku dest bi rojiya mirinê kiribûn berxwedana wan ket roja 16’an
Girtîgeha Kandirayê: Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman
Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê: Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan
Girtîgeha Panosê: Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şefîk Kayhan,
Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1: Reşad Ozdîl
Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2: Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz
Girtîgeha Ewlehiya bilind a Wanê: Saît Ozturk