AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, di roja 199’emîn de didome. Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didome. Rojiya mirinê ya koma yekemîn di roja 26’an de didome.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 199’emîn de didomîne. Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 186’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 160’emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 161’emîn de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 126’emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 91 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 86’emîn de berdewam dike.
BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 139 roj, Gurbet Ektîren 130, Mahsun Şen 141 û Mûrat Aksin 72 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 139 roj, Hiznî Kilinç li mala xwe ya Serêkaniye 84 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 88 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.
BERXWEDÊRÊ: EMÊ ÇALAKIYA XWE BERDEWAM BIKIN
Piştî parêzeran di 2’ê Gulanê de li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re pêk anîn û di di 6’ê Gulanê de têkildarî hevdîtinê daxuyanî dan, li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî dabû u diyar kiribû ku AKP û MHP bi armanca berxwedana li dijî tecrîdê bişkîne ev hevdîtin kiriye û heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bikin.
JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ 8 BERXWEDÊRAN ÇALAKIYÊN FEDAYÎ PÊK ANÎN
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de bi çalakiya fedayî şehîd ket. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn.