BRADOST – Êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistan û xelkê Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Dewleta Tirk îro danê sibê saet 05:00’an de carek din êrîş kir. Balafirên artêşa Tirk îro danê sibê gundên Sîdekan yên ser bi herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.
Herwiha duh êvarî leşkerên dewleta Tirk a dagirke gule berdane ser niştecihên gund yên li herêma Bradostê.
Li gorî agahiyên herêmî balafiran vê sibê Girê Lêlkan, Xakurkê û derdora herêma Bradostê bomberan kiriye.
Êdî dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi balafiran herêmê bombebaran dike, duh êvarî leşkerên Tirk ên dagirker yên li ser çiyayê Çiyadêl, gule berdana gundiyên gundê Lêlkanê. Li gorî agahiyên ketine destê RojNewsê gelek gule bi malên gund yên li Lêlkanê ketine û ziyanek madî gihiştiye xaniyên gundiyan.
Xelkê gund ji RojNewsê re diyarkirin ku ew li ser bax û baxçeyê xwe ne û ti cihek gerîlayên PKK’ê li nêzîkê wan nîne. Lê ji ber êrîşên leşkerên Tirk jiyana wan di nava metirsiyê deye. Welatiyan gotin ku ev ne cara yekeme leşkerên Tirk bi guleyan êrîşê wan dikin.