AMED – Dayikên Laçik Spî ku bi armanca balê bikişinin ser daxwaza zarokên wan yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê, li pêş Aşê Genim ê tenişta Koşuyolu kom bûn û çalakiya xwe di roja 25’an de berdewam kirin. Dayikan diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî nebe wê kolanan terk nekin.
Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, di roja 25’emîn de li pêş Aşê Genim ê li tenişta Parqa Koşûyolû ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Laçik Spî yên ji Navçeyên Farqîn, Licê û Bismil hatin, beşdarî çalakiya dayikên li Amedê bûn. Parlamenterên HDP’ê Remziya Tosûn, Semra Guzel, Salîha Aydenîz, Ebrû Gunay, Feleknas Ûca û rêveberên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyan Amedê jî tev li çalakiya dayikan bûn û piştgiriya xwe anîn ziman.
Dayikên Laçik Spî yên wekî her roj îro jî polisan ew bi toma û maşîneyên zirxî dorpêç kirin, di bin dorpêça polisan de bê navber dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Tecrîdê bişkîne, faşîme hilweşîne, “Herder zindan herder berxwedan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Li aliyê din dema dayikan dirûşme berz kirin û maşîneyên li kolanê derbas dibûn bi korneyê piştgirî dan dayikan. Dema ajokarên maşîneyan li kornerê xistin, polîsên trafîkê li ajokarên erebeyan cezayê pereyan birî. Polîsan zilamên ji bo piştevaniya hatin li qadê kom bûn jî, ji qade dûr xist û destûr nedan ku beşdarî çalakiya dayikan bibin. Polîsan xebatkarên çapemeniyê jî asteng kirin û destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê dîmen û wêneyan bikişînin. Dema dayik li ser kolanê meşiyan jî mudaxaleyî dayikan kir û destûr nedan ku dayik li ser kolanê bimeşin.
‘EM JI BO HER KESÎ LI VIR IN’
Dayikên Laçik Spî yên girtiyan, piştî rûniştinê derbasî Şaxa TUAY-DER’ê bûn û li vir daxuyanî dan. Li ser navê malbatan, Dayika Şîvekar Ataş a 3 sal in girtiye û ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di greva birçîbûnê de ye Rabîa Ataş axivî. Ataş destnîşan kir ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe, tevî bi rojî ne jî li kolanan in û wiha got: “Heta tecrit ranebe zaroken me ji grevê dernakevin. Heta daxuyanî neyê dayîn bêjin ev tecrîd rabûye em ji kolanan naçin malê. Em tevî halê xwe yê rojî jî dîsa li kuçe û kolanan bang dikin. Em rica dikin, dengê me diçe Wezîrê dadê, diçe herkesê, mirovên bi wijdan bila herkes destê xwe dîne ser wicdanê xwe. Bila vê rojiya Remezanê tecrîdê rakin û daxwaza zarokên me pêk bînin. Dilê me êdî ranake. Em ne ji kêfa derdikevin kolanan. Em bi rojî û di bin vê tava germ de li kolanan in. Polîs tevî vê yekê me dibin wî alî û vî alî. Bi hezaran mirov ji bo tecrîd rabe di grevê de ne. Em ji bo hêmûyan li vir in. Em ne tenê ji bo zarokên xwe, em ji bo herkesî li vir in. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.”
Çalakiya dayikan bi çepik û tilîliyan qediya.