AMED – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyekê rêzçalakiyên Yekîneyên Tolhildana Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li Amedê ên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê hatibûn lidarxistin ragihand.
DGH di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser tecrîdagirankirî û berxwedanên li zindanan. DGH daxuyakirin ku Yekîneyên wan ên Tolhildanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li navçeya Rezanê li kolanên Sento, 5 Nîsan û Şeyh Şamil rêzçalakiyên hevdem lidarxistine.
Daxuyaniya DGH der barê çalakiyan de wiha ye:
“Di şeva 24’ê Gulanê de Yekîneyên me ên Tolhildanê li navçeya Rezanê li kolanên Sento, 5 Nîsan û Şeyh Şamil rêzçalakiyên hevdem lidarxistine. Piştî çalakiyan pevçûnên demdirêj navbera Yekîneyên me û dijmin de derketiye. Piştî pevçûnan Yekîneyên me bi awayekî ewleh ji herêmê derketine.”