STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina 22’ê Gulanê ya li Îmraliyê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut li Otela Titanic Downtown a Beyoglu daxuyaniyê dan û peyama ku ji berxwedêran re şand hate xwendin.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, têkildarî hevdîtina 22’ê Gulanê ya li Îmraliyê li Otela Titanic Downtown a Beyoglu daxuyaniyê dan. Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut li Otela Titanic Downtown a Beyoglu civîna çapemeniyê li dar xistin û têkildarî çalakiya rojiya mirinê û grevên birçîbûnê peyama Oclana parve kirin. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2’ê Gulanê û 22’e Gulane de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran 7 xalên ku di hevdîtina 2’ê Gulanê û 22’ê Gulanê parve kirin. Ji parêzerên Ocalan Îbrahim Bilmez, der barê hevdîtina Ocalan de agahî parve kirin û got: “Di hevditina bi Ocalan re xal û rojeva sereke çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû.”
Nameya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan wiha ye:
“Hevrêyên hêja;
Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, di çarçoveya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min de, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi hêsanî destnîşan dikim ku mexseda we ya ji bo min diyar e û hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî we dikim.
Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.
Bi hezkirin û silavên bê dawî.
22’ê Gulana 2019, Girtîgeha Îmraliyê
Abdullah Ocalan”