NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya ku parêzên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derbarê hevdîtina li Îmraliyê de da çapemeniyê û peyama Ocalan a ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê li navendên grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Silêmanî, Kelar û Mexmûrê bi çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
Daxuyaniya ku parêzên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Stenbolê daye çapemeniyê, wekî li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, li navendên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê jî bi baldarî hat şopandin.
Daxuyaniya parêzeran û peyama Rêberê Gelan Ocalan a ji bo çalakvanên grevên birçîbûnê, ji aliyê çalakvanan ve li ser piyan bi çepikan û dirûşmeyên wekî, “Bijî Rêber Apo”, “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey serok”, “Bê serok jiyan nabe” hat pêşwazîkirin.