XERPÊT – Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Xerpêtê, nêzî 150 girtiyên girtiyên di greva birçîbûnê de li ser banga Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn, lê rayedarên girtîgehê bi hinceta tu agahî ji bo wan nehatiye dayîn girtiyan derman û sewqî nexweşxanê nakin.
Parêzer Gulşen Ozbek a hevdîtin bi girtiyên di greva birçîbûnê de re kir, anî ziman ku li girtîgehê tu amaderî nehatine kirin, nexweşxane nehatine agahdar kirin û girtî nayên sewq kirin. Ozbek, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê gotiye ku ji wan re tu agahî nehatiyan dayîn û ji ber vê yekê tu amadekarî nekirin. Ozbek, anî ziman ku ji bo ku dest bi tedawiya girtiyan bê kirin, wan li girtîgehê mûxatab nedîtine.
REWŞA 6 GIRTIYAN GIRANE
Ozbek, dest nîşan kir ku rewşa 6 girtiyên 160 rojin di greva birçîbûnê de girane û wiha got: “Divê ev girtî demildest sewqî nexweşxanê bên kirin. Bi taybetî di qawişa jinan de rewşa Remziye Karabûdag pir krîtîke. Divê demildest mudaxileya rewşa wê bê kirin.”
ÎDÎAYA DOZGERIYÊ
Parlementerê HDP’ê yê Çewlîkê Erdal Aydin jî, diyar kir ku di hevdîtina bi Dozgerê Girtîgehê re kirin de, dozger ji wan re got ku wan hemû amadekarî kirine, bijîşk û ekdarên tenduristiyê sewqî girtîgehê kirin.
Rawestîna xizmên girtiyên di greva birçîbûn de ya li ber Girtîgeha Xerpêtê dewam dike.