SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê ciwan li dijî dagirkeriya dewleta tirk herîkin qadan û berxwedana gerilla silavkirin.
Îşev li bajarê Silêmaniye Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinanî Genca Têkoşer û Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistan meşek bi meşaleyan li darxistin.
Ciwan li ber parqa Azadî ya bajarê Silêmaniye kom bûn û dest bi meşa xwe kirin. Di meşe de weneyên Rêber Apo û yên berxwedanvanan hatin bilind kirin. Her wiha alên Ciwanên Welatparêz û Jinên Gencî Tekoşer hatin bilind kirin.
Ciwanan berxwedana dayikên laçik spî jî silav kirin û di meşê xwe de laçikên spî xistin situyê xwe. Dirûşmên ku di meşê de hatin berz kirin, “Biji berxwedana zindana, Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Leyla Gûven rumeta me ye” bû. Her wiha ciwanan di meşa xwe de berxwedaniya gerîla li dijî dagirkeriyê jî silav kirin.