NAVENDA NÛÇEYAN – di roja 14’ê Gulanê de Mihemed Îbrahîm (50) yê bavê 6 zarokan û ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê dema li zeviya xwe kar dikir ji aliyê çeteyan ve hate derb kirin. Îbrahîm piştî derbên çeteyan mir.
Mihemed Ehbed Birîm (33), Abdo Mihemed (25) û Tahir Şahîn ên sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Hate ragihandin ku çete ji malbatan fîdye dixwazin.