“Nûnerê Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê yê Sûriyeyê James Jeffrey çend roj berê derbarê rewşa Sûriyeyê de ji bo komîteya Karê Derve ya Kongra Amerîkayê re axivî. Balkêşe cara yekem Jeffrey pir vekirî di derbarê siyaseta Amerîkayê ya di derbarê Sûriye, Tirkiye û Îranê de ezberek heye dubare kir. Li gor Jeffrey, di navbera Îran û Tirkiyeyê de nakokiyên dîrokî hene, ji bo wê jî dikarin Tirkiyeyê li dijî Îranê bikar bînin. Dîsa Tirkiye ji ber dixwaze rejîma Sûriyeyê hilweşîne, ew jî vê dixwazin ji bo wê li herêmê bi Tirkiyeyê re hevkariyekî baş dikin. Bi taybet têkiliyên dewleta tirk û Amerîkayê ya li Idlibê wek mijarekî hevkariyê hate pênasekirin. Ev hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê ne tenê li Idlibê, li Efrîn, Cerablûs, Bab û Ezazê jî diyar e didome.
Xuya dibe ku hemû pênaseyên Jeffrey di derbarê Tirkiyeyê de, li gor siyaseta klasîk a dewleta tirk a berê ye. Diyar dibe ku Jeffrey guhertinên di desthilatiya tirk a di dema Erdogan de xwendinek baş jê re nake. Yek mijara sereke siyaseta dewleta tirk a di derbarê Sûriyeyê de; rast e desthilatiya Erdogan dixwaze rejîma Beşar Esad birûxîne lê piştî lêborîna xwe di derbarê xistina balafira Rûsyayê de ji Pûtîn xwest û civînên Astanayê destpêkirin, di vê mijarê de di siyaseta Tirkiyê de guhertinek cidî heye.
Yek guhertina sereke tasfiyekirina komên çeteyan e. Dewleta tirk bi civîna Astanayê di çarçova siyaseta Îran û Rûsyayê de li Sûriyeyê hewl dide komên çeteyan jinav bibe. Li navenda Helebê, Şam, Himis, Deraa bû bi destê Tirkiyeyê herêma di destê komên çeteyan ji destê wan derxisti bû. Komkirina çeteyan li Idlibê wek stratejiyek hevbeş yê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk hat. Hiştina wan koman li vê herêmê heta niha bi zexta Amerîka û Ewropayê ye. Ger zexta Ewropa û Amerîkayê nebe, dewleta tirk wê di meha îlona 2018’an dema Rûsya, Îran û rejîma Sûriyeyê êrîşek dijwar anî ser Idlibê, dewleta tirk amadekariyên xwe dikir ku ji Idlibê derkeve û navendên xwe yê çavdêrî vala bike. Diyar dibe ku êdî ji bo hilweşandina rejîma Sûriyeyê siyasetek dewleta tirk nemaye. Berovajî vê dewleta tirk ev siyaseta xwe ya di 2012’yan de li ser guhertina rejîma Sûriyeyê veguherandine ku kurd wek gel ji bo encamek azadî û demokrasiyê ji encama krîza Sûriyeyê negire.
Di gotinê de dewleta tirk diyar bike ku ew li dijî rejîma Sûriyeyê ye, lê êdî gotinên ‘qatîl Esad’ ji devê Erdogan êdî dernakevin. Berovajî vê êdî aşkera bûye ku hevdîtinên di navbera rejîma Sûriye û zilamê Erdogan destpêkirine. Ji bo wê tespîtên yên Nûnerê Dewletê Yekbûyî yê Amerîkayê yê Sûriyeyê James Jeffrey yê têkildarê siyaseta Tirkiyeyê ya li ser rejîma Sûriyeyê ji bo heta 2016’an bûna, dibe ku cihê bigirtina lê êdî rewşek nû di siyaseta Sûriyeyê de heye û hebûna dewleta tirk li Sûriyeyê bi destûra Rûsyayê ye. Ji bo wê mirov êdî nikare dewleta tirk li dijî rejîma Sûriyeyê pênase bike.
Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê hem di çarçovaya dîrokî hem jî di çarçovaya mezhebî de gelek nakokiyan di nava xwe de dihewîne. Reqabetek cidî li ser herêmê di navbera Îran û Tirkiyeyê hene. Lê ev jî tespîtên Jeffrey a li ser dijberiya wê Tirkiyeyê bi wan re tevbigere cihê nagire. Dewleta tirk di dema borî de armancên Amerîkayê ya li ser Îranê bi rêya veşartî yên bi ser Riza Seraf re ku niha li Amerîkayê ye, bê wate kir. Dîsa bazirganiya di navbera Venezuela, Tirkiye, Qeter û Îranê yek ji vala derxistina siyaseta Amerîkayê ya li ser Îranê bû. Niha jî ev rewş didome. Li Iraq û Sûriyeyê reqabeta Îran û Tirkiyeyê hebin jî, li Yemen, Sûdan, Lîbya û Filistînê hevkariya Îran û Tirkiyeyê di asta herî bilind de bû û niha jî ev didome.
Dewleta tirk hem bi Îranê re hem jî bi rejîma Sûriyeyê re di mijara kurdan de heta niha di nava hevkariyê de ne. Ev jî rastiya wan dewletan a dîrokî ye. Derveyê wê wek Jeffrey dibeje ew pêneseyên di dîroka berê mane û hevkariya xwe bi dewleta tirk dispêre wan, di dîrokê de maye.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu