BEHDÎNAN –Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, artêşa Tirk a dagirker şevê din, bi balafiran herêma Lolan û Şekîf bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker îro jî, ji serê sibehê ve bi helîkopteran leşker danîn ser çiyayê Şekîf û Evdilkofî. Çavkaniyan ragihandin ku artêşa dagirker bi hêzên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û hêzên ku ji Bakûr anîne êrîş dane destpêkirin. Her wiha herêm bi balafir û helîkopteran tê bombebarankirin.
Li aliyê din hat gotin ku artêşa dagirker, gelek cerdevan jî, ji Bakûr anîne herêmê.
Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa dagirker dixwaze ji aliyê Şekîf, Evdilkofî û Lêlkanê ve, herêma Xakurkê dorpêç bike.
Li herêmê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa dagirker de, şer û pevçûn diqewimin.