NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona YPS-Jin: “Em di salvegera 4’mîn şehadeta Jina Azad, Fermandara Ciwanên Azad Hevrê Zeryan Denîz Amed bi rêzdarî bibîrtînîn.
Daxuyanî wiha ye;
Em wek Koordînasyona YPS-Jin dî salvegera 4’mîn a jina azad, fermandara ciwanên azad hevrê Zeryan Denîz ya ku di berxwedana rêveberiya xweser de bu lehengek bi bêrî, bi hezkirin û bi rêzdarî bibîrtînin.
Li hember êrîşên li ser bajarên Kurdistanê ya ku di çarçoveya plana çokdanînê de Dewleta TC a qirker faşîst pêkanî, ciwanên Kurd jî di bajaran de derbasî berxwedanê bûn. Li dijî bi hezaran polîs, leşkeran a ku ji hemû bajaran neyar anî, komekî ciwan ku hejmara wan sedî derbas nedikir berxwe da. Û di van berxwedanan de ji neyar re derbên ciddî hate xistin. Di berxwedana bajarê Şirnex’ê de jî ji neyar re xwîn daye avêtin. Para herî mezin a ku di berxwedana bajar a Şirnex’ê de ji neyar re derbe hat xistin ji wan hevalan yek jî rêhevala me Zeryan bû. Di nav Tevgera Azadiyê de ku di emrê xwe ya ciwan de li Amed’ê beşdar bû, her tim ciwan mayînê serxistibû. Him di jiyanê de him jî di nav qadên tekoşînê de bi dilnizimiya xwe, bi sekna xwe ya bi biryar her tim di nav hevalê xwe de him jî di dilê gelê Kurd de text ava kiriye.
Berxwedana Fermandar Zeryan a ku heya hilma xwe ya dawî şer kir, berxwe da, ji mevziyekî beziya mevziyekî din ji bo pêşerojek azad ji bo ciwanan banga beşdarbûna qadên azad e. Di çiyayan de, zindanan de, bajaran de û qadan de bi berxwedayînê ruxandina kelehên hemû metîngeriyê ye. Wek Mazluman, Xeyriyan, Kemalan, Ferhatan, Egîdan di şopa Mehmet Tunçan, Çiyageran, Sarayan, Asyayan, Rukenan, Berîvanan û Zeryayan de meş ji bo ciwanên Kurdistanê emir e û ferman e. Bi ciwantî destpêkirin bi ciwantî serketine. Wek ciwanên Kurdistanê ya ku sembola pêşeroja azad û rumetê ye çî bê kirin, çi were jiyîn îro roj ev roj e. Sibe direng e û ev berbirsiyartiyek û zarûriyetek ku nayê talukkirin e. Niha dem dema Çiyagerbûn, Zeryanbûnê ye.
Em wek hêza pêşeng a Ciwanên Kurdistanê YPS-Jin di şexsa Fermandarê me Zeryan de soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku em ê ji bo jiyanek azad û welatek azad berxwedan û tekoşîna xwe bilindtir bikin, di her şertê de bi Mazlumbûnê, bi Berîtanbûnê, bi Çiyagerbûnê, bi Zeryanbûnê em ê paradigmaya azadiyê ya Rêberê xwe pêk bînin.