Platforma Antî-kapîtalîst ku di nava Fridays For Future Deutschland change for future (Îniya ji bo Pêşeroja Elmanya guhertina ji bo pêşerojê) nameyekê ji xwendekarên Rojava re şandin.
Nameya Platforma Antî-Kapîtalîst wiha ye:
“Hevrêyên Hêja,
Em wek Platforma Antî-kapîtalîst hevgirtinek ku ji gelek xwendekarên li bajarên Elmanya pêk tên û di nava pêla Fridays For Future cihê xwe digrin, dixwazin sîstema kapîtalîst ji holê rakin.
Bi vê peyama xwe em Xwendekarên Rojava û Şoreşa wan silav dikin. Têkoşîna we li dijî faşîzmê û ji bo civakek sosyal û ekolojîk ji bo hemû şoreşgerên cihanê dibe minak û îlhambexşî.
Zarokên cihana kevn, zarokên cihana nû silav dikin. Bi we em dibêjin: “Em ji wêranbûnê natirsin, ji ber cihanek nû di dile me de ye”!
Guhertina ji bo Pêşerojê, Platforma Antî-Kapîtalîst.”