BEHDÎNAN – Bi çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me roja 27’ê Gulanê li dijî wesayîtên zirxî û leşkerên piyade yên artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi rêya Qereqola Başaran a navçeya Başan Îdirê ve diçûn çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarog hate derb kirin, 5 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.
Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi wesayîtên zirxî û ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û li herêmê operasyon da destpê kirin. Ev operasyon saetên şevê bêyî ku encam bigre paş ve vekişiya.”