EFRİN- Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera çeteyên Ehral El Şerqiye û Ehrar El Şam yên rejîma Enqerê de şer derket.
Di dema şer de welatiyê navçeyê Silêman Tobal hate qetilkirin.
Diyar bû Silêman Tobal dikandar bû û li pêşiya dikana xwe bû hedefa guleyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker.