ŞAREZUR – Cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê bi navê Birwin Mihemed ê bi nasnav Gîvara Baran li navçeya Şarezurê hate veşartin. Malbata şehîd Gîvara da zanîn ku ew bi kurê xwe serbilindin û banga yekitiyê kirin.
Di merasîmê de malbata şehîd Gîvara, endamên Tevgera Azadî, RJAK û endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz yê başurê Kurdistan amade bûn. Merasîm bi yek deqe rêzgirt ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Endamê komîteya malbatên şehîdan Îbrahîm Ehmed di dema veşartina şehîd Gîvare de axivî û got; “Ciwanên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çek hildigrin û şerê qeremanî dikin. Ji bo azadiya gelê xwe kar dikin. Ji bo ku jiyanek bi rumet û demokrasî bijîn li dijî hemû dagirkeriyê radiwestin. Divê em peyama şehîdan baş bixwinin û li gorî peyama şehîdan helwesta nîşan bidin. Divê ciwan jî dev ji xwe bernedin û bi hêvî bin. Ji ber ku ji her çar alî ve zilm li ser gelê Kurd tê kirin. komkujî bi ser Kurdan de têkirin. Em niha baş dibînin ku li navçeyên bi nakok li hemberî Kurdan zilim tê kirin û zeviyên wan tên şewitandin. Pêwîste gelê Kurd xwedî helwest be. Divê bizanin şehîd daxwaza çi ji me dikin. Şehîd daxwaza yekitiyê ji me dikin. Pêwîste em dev ji berjewendiyên hizbî û binemaliyê berdin. Em biryar bidin û Kurd hemû kongreyek netewî de li hev kom bibin. Êv jî daxwaza şehîdane. Divê em wek Kurd zilmê qebûl nekin, dewleta Tirk êrîşê Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Dixwazin çand, hûner û zimanê me ji holê rakin.”
Şehîd Gîvara Baran di 21’ê Çileya 1999’an de li gundê Cerde Asnî ya ser navçeya Şarezur ji dayîk bûye. Şehîd Gîvara di 14’ê Gulana 2018’an de di êrîşek balafirên artêşa Tirk a dagirker e li çiyayê Xakurkê şehîd bû. Cenazeyê şehîd Gîvara îro bi merasîmek taybet li navçeya Şarezur spartin axê.