NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ê Têkoşer li dijî êrîşên li ser xaka Başurê Kurdistanê daxuyaniyekî nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku;
“Em wekî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ê Têkoşer dagirkeriya li ser Başurê Kurdistanê em tu carî qebul nekin û em ê helwesta xwe bidin nîşandan. Çawa ku me di sala derbasbûyî de me li hember êrîşên li ser xaka Başurê Kurdîstan hate kirin û bi taybet xwestin Qendîlê dagir bikin em bûn mertalekî zindî, ji dagirkeran û hevkarên wan re em wekî ciwan carekî din dibêjin em tu carî bêdeng nemînin.”
Ciwanan di daxuyaniya xwe de helwest û bêdengiya hukumeta herêmê û Iraq’ê şermazar kir û gotin; “Ji ber ew êrîşên tê kirin ne tenê bi armanca tunekirina PKK ye, di heman demê de bi armanca dagirkirina hemu Başurê Kurdistanê ye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin; “Em wek ciwan amadene ku li hember êrîşên li ser xaka Başurê Kurdistanê tê kirin em ê xwe bikin mertaleki zindî. Em bangawazî dikin ku ji bo hemu gelê Başurê Kurdistan û bi taybetî ciwanan ku li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemînin û helwestên xwe nîşan bidin. Li hember dagirkeriya dewleta Tirk em ê bi ruhê Şeladizê Serî Hildin û dewleta Tirk a dagirker ji Başurê Kurdistanê biqewîtinin û bin bixin.”