NAVENDA NÛÇEYA – Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran herêma Lolan û Şekîf bombebaran kir. Bi helîkopteran jî leşkerên dagirker danîn ser çiyayê Şekîf û Evdilkofî. Çavkaniyan ragihandin ku artêşa dagirker bi hêzên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û hêzên ku ji Bakûr anîne êrîş dane destpêkirin. Her wiha herêm bi 30 helîkopter û balafirên şer tê bombebarankirin. Li gundên Kunekotri û Bêrmeke yên Binarê Qendîlê jî bombebaran hatin kirin. Ji herêmê agahiyên ku di navbera hêzên gerillayên HPG/YJA-Star û artêşa dagirker a tirk şer derketiye gihişt destê me.
Medyaya goncal a dewleta dagirker a tirk qaşo ‘Operasyona Pêncê’ bi dîmenên ji lîstokên komputerê ya bi navê ‘Arma 3’ û ‘Medal of Honor’ da nîşandan. Tevahî rojê dîmenên termalê yê sexte wek ku operasyona artêşa dagirker a tirk e hate nîşandayîn.
Di dîmenên sexte de bi awayekî zelal xuya dike ku ew dîmen ji lîstokên wek ‘Arma 3’ û ‘Medal of Honor’ hatiye girtin û weke ku li Xakurkê û Qendîlê operasyonê hewayî lidarxiste tên lanse kirin. Medyaya goncal a dewleta dagirker a tirk bi heman awayî dema li beramberî Berxwedana Efrînê bêçare mabû, dîmenên lîstokên komputerê wek operasyonan dabû xuyakirin. Malpera teyit.org bi tesbîtan eşkere kiribû ku ew dîmen sexte ne û rastiyê derxistîbû holê.
Dîmenên ku wek operaysona Xakurkê û Qendîlê hatin nîşandan wiha hate deşifre kirin: