ŞÊLADIZÊ – Balafirên şer yên Tirk îro di derdora saet 09.00’an de girê Kurojahro ya ser bajaroka Şêladizê re bombebaran kirin.
Li gorî wêne û dîmenên ji aliyê welatiyan ve hatine kişandin bombebaran pir nêzî navenda bajarok û cihên sivîl pêkhatiye.
Li gorî çavkaniyên herêmî niha bombebaran sekiniye. Lê têkildarî encamên bombebaranê ti zanyariyek zelal ne hate bidestxistin.