DÊRSİM – Li gorî agahiyan, polîsên Tirk ên dagirker danê sibehê avêtin ser gelek malên li Pertaxê.
Cafer û Sûat Karakûş ên endamên HDP’ê û Yilmaz Erol û kesê bi navê Veysel ê paşnavê wî nehate hînbûn hatin destgîrkirin. Her çar kesên ku bi îdîaya “alîkariya ji bo rêxistinê” tên sûcdarkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li Dersimê.