ÊLIH – Duh li çolterên gundên Kelekçî û Kayikli yên navçeya Heskîf a Êlihê qedexeya derketina derve hat îlankirin, operasyona leşkerî dest pê kir û gelek leşker sewqî herêmê hatibûn kirin. Operasyona bi piştgiriya helîkopteran dewam kir îro bi dawî bû.
Di daxuyaniya hat dayîn de, operasyon bi dawî bû û qedexeya derketina derve hat kirin.