AMED – Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 200 rojan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê, di sala 2018’an de ji ber ku li dijî operasyona Efrînê ku bi OSO’yê re hat kirin derket, hat girtin û herî dawî di 25’ê Çileyê de dema ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomand hat berdan. Darizandina Guven a ji ber vê dijderketina operasyonê hê jî didome. Di vê çarçoveyê de rûniştina doza Guven a ku ji “Rêvebertiya rêxistinê tê darizandin, li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.
Rûniştina ku Guven ji ber tedawiya xwe ya li nexweşxaneyê tevlî nebû, parêzer Reyhan Yalçindag, Cemîle Tûrhalli Balsak û Cemîl Şevîn Ozen lê amade bûn. Parlamenterê Partiya Çepgir a Almanyayê Hasan Taş û dîplomatên Sefaretxaneya Hollandayê ya Tirkiyeyê jî rûniştinê şopandin.
RAWESTANDINA DARIZANDINÊ HAT XWESTIN
Parêzer Yalçindag ku derbarê dosyayê de dest bi parastinê kir, di çarçoveya xala 83’yemîn a Makeqanûnê de daxwaz kir ku ji ber parlamenteriya Guven darizandina wê bê rawestandin. Yalçindag ji bilî vê daxwazê daxwaza rabûna qedexeya derketina derve ya li ser Guven jî kir.
DAXWAZ HATIN REDKIRIN
Dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo rawestandin darizandinê û rabûna qedexeya derketina derve ya li ser Guven red kir û rûniştinê taloq kir.