QAMİŞLO – Li Qamişlo xebatê çand û hunerî li navenda Mihemed Şexo bi her çûrî tên meşandin. Li navendê şanoyek bi navê “Koledar tenê azadiyê dixwazin, azadxwaz wê diafrînin” hate pêşkeşkirin. Ev şano ji milê şanoger Renîm û Çêker Beşar Kemal û derhêner Kemîran Caro hatibû amadekirin. Naveroka şanoyê li ser pirsgirêkên civakî wek paşgotinî, nebaşî û taybetmendiyê ku civakê xera dike hatibû amadekirin. Di şanoyê têkiliyên koledarî û azadî û bandora wan li ser civakê hate nîşandayîn. Herwiha di şanoyê de malbatên modern ku ji sîstema netew dewlet bandor bûye bi hunertiyê hate rexnekirin.
Gelek welatî di pêşkeşkirina şanoyê de amade bûn. Şano bi çepikên temaşevanan bi dawî bû.