BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tevî bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV bû. Bayik hevdîtinên li Îmraliyê, bidawîkirina grevên birçîbûnê, hilbijartina Stenbolê, şerê li Îdlibê, dagirkeriya li Efrînê û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo yekparebûna Sûriyeyê nirxand. Bayik bersiv da pirsên rojnamevan Enes Yildiz.
Di encama berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de 2 û 22’ê Gulanê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê re hevdîtin kirin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Ez wan çalakvanan hemûyan silav dikim, çalakiyên wan pîroz dikim. Çalakiyên wan gihîşte armanca xwe, encam wergirt. Yên ku tevlî çalakiyan bûn, yên ku alîkarî dan çalakiyan hemûyan silav dikim. Hem li nava gelê Kurd hem jî li qada navneteweyî gelek rewşenbîran, siyasetmedaran, nivîskaran, parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê, hinek tevlî bûn. Gelê Kurd û dostan tevî çalakgeran li ber xwe dan. Çalakî gihîşt armanca xwe, divê ev bê dîtin. Lazime mirov pîroz bike. Çalakî her çiqas bi dawî bibin jî; em bi xwe û gelê Kurd jî û çalakvanên zindanan ên li derve, dostên gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê wê şert û mercên tecrîdê bişopînin. Ji bo tecrîd li Rêber Apo, gelê Kurd, hêzên demokrasiyê neyê ferzkirin wê bişopînin. Eger ev neyê dewamkirin di aliyî hiquqî de mafê Rêber APO, mafê zindanan, neparêzin dîsa li ber lingan bikin, wê ev neyê qebûlkirin. Her kes wê careke din li hember vê tecrîdê wê têkoşînê mezin bike. Divê herkes vê bizane, daxwaziya me ew e ku carek din tecrîdê nû nekin, berdewam nekin, tecrîd bi dawî bibe,
Birêz Bayik dixwazim hinek balê bikşînim li ser rolê CPT’yê hem li Îmraliyê, hem jî rewşa girtigehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî ji aliyê CPT’ê ve hat şopand. Bi nêrîna we ev li gorê berxwedana Gelê Kurd di vê pêvajoyê de vê berxwedaniyê di qada navnetewî de gelek deng veda ev hevdîtin tenê meseleya dewleta Tirk bû an jî hêzên navnetewî bi vê meseleyê re eleqederbûn ku ev hevdîtin hatin çêkirin?
‘TECRÎD BI DAWÎ NEBE TI PIRSGIRÊKÊN TIRKIYEYÊ ÇARESER NABIN’
Tecrîda ku li ser Rêber Apo dihat meşandin ne tenê ji bo şexsê Rêber Apo bû. Dİ şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd bi taybetî dihat meşandin. Li gel wê tevahî li ser hêzên demokrasiyê dihat meşandin. Çalakiyên ku li dijî tecrîde tê pêşxistin ev tecrîda li ser Rêber Apo dihat pêşxistin. Li dijî wê bû. Ew çalakiyên ku li zindanan pêşketin, da diyar kirin ku ew tecrîd ne tene li ser Rêber Apo dihat meşandin. Di şexsê Rêber Apo de li ser gelan, li ser hêzên demokrasiyê dihat birêvebirin. Vê çalakiyê eleqeya tecrîdê û demokrasiyê baştir da nas kirin. Ew ên ku dixwazin li Tirkiyê faşîzm bi dawî bibe. Li Tirkiyê demokratîkbûyîn pêşbikeve pirsgirêkên ku li Tirkiyê hene çi siyasi dibe, çi civakî dibe û çi aborî dibe bên çareser kirin girêdayê vê tecrîdê ye. Heke tecrîd ranebe ev pirsgirêk yek jî çareser nabe. Ev hîn baştir hat fêm kirin. Yek jî tecrîda ku dihat meşandin ne qanûnî bû. Ne li gorê qanûna navnetewî ye ne jî li goîş qanûna Tirkiyê ye. Vê çalakiyê li her kesî baş da fem kirin ku ev çalakiyekî rewa ye. Li dijî êrîşan, li dijî heq xwarinan, binpêkirina hiquqê bû. xweparastin bû. Li dijî wan êrîşan xwe parastin bû. Çalakiyekî meşrû bu çalakiyekî bi heq bû. Ev çalaki her çu xwirt bû. Her kes li vê xwedî derket. Ev çalaki wek çalakiya xwe dîtin.
‘ÇALAKIYÊ NE TENÊ TIRKIYE, YÊN LI GEL JÎ TENGAV KIR, KIR KU CPT JÎ BIÇE ÎMRALÎ’
Li dijî faşîzmê pêşxistina demokrasiyê bû. Ji bo wê her kesî têde cih girt. Vê çalakiyê Tirkiye pir tengav kir. Ew ên ku alîkariya Tirkiyê jî dikirin pir tengav kir. Ji her alî ve rastiya deshilatdariya li Tirkiyê derxist holê. Ev tecrîd teşhîr kir. Bi vî şeklî nedikarin tecrîdê berdewam bikin. Neçar man ku destûrê bidin parêzeran ku biçin hevdîtin çêbikin. CPT’î bi xwe neçar ma ku biçe li zindanan, li imraliyê, van çalakiyan bişopîne. Wezîrê Dadê, Wezîrê Edaletê bi xwe daxuyanî da û got; ‘Ti qanun ne asteng in. Parêzer dikarin hevdîtin bikin’. Hinek kesan got; ‘Divê ev fîlî bê rakirin. Ne tene yasayî fîlî jî rabibe.’ Ji berk fîlî jî tê meşandin. Wekta ku çûyîna CPT’î li ber çavan bê girtin. Daxuyaniya Wezîrê Dadê, çûyîna parêzeran li ber çavan bigre. Di wir de encamek derdikeve. Hinek hêzên li derve jî xwestine ku ev tecrîd bê rakirin. Ew çalakiyên di zindanan de li Tirkiyê, li dijî faşîzmê tên pêşxistin rewa ye. Tu kes bi wî şeklî nikare Tirkiyê biparêze nikare li Tirkiyê xwedî derkeve. Li Tirkiyê hinek kesan ew daxwaz kir. Tirkiye neçar ma ku wê gavê biavêje. Divê ev berdewam neke, bi vî şeklî nemîne. Divê carekî din qanûnên xwe nedin li ber lingan. Heke qanunên xwe li ber lingan bikin. Ne em qebûl dikin ne jî gelê Kurd qebul dike. Ne jî quwetên demokrasiye û ne yên li dijî faşîzmê disekinin qebûl nakin. Bi tecrîdê re tu kes naxwaze bijî.
Birêz Bayik; Di hevdîtina 2’ê Gulanê de Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan bal dikşîne li ser danezana 2013’an niha ev grevên birçîbunê wê bi dawî bibin. Ji vir şûnde tekoşina we bi taybetÎ ji bo demkratîkbûyîna li Tirkiyê, divê rayedarên dewleta Tirk vê meseleyê çawa fêm bikin. Hûn bi xwe wek tevger ji vir şunde çawa? şirove bikin?
‘LI TIRKIYEYÊ AZADÎ PÊ NEYÊN, TIRKIYE DEMOKRATÎK NABE, TI PIRSGIRÊK JÎ ÇARESER NABIN’
Rêber Apo û tevgera me gelek caran agirbest îlankirin. Çima? ji ber ku Rêber Apo dixwaze li Tirkiyê demokratîkbûyîn pêşbikeve. Ji bo pirsgirêkên li Tirkiyê yên siyasî, aborî û civakî bên çareser kirin. Li Tirkiyê hişmendiya demokratîkbûyînê pêşnekeve. Li Tirkiyeyê azadî pêk neyê ti caran demokratîk nabe. Pirsgirêkên ku hene çareser nabin. Wê girantir bibin. Li Tirkiyê pirsgirêkên civakî, siyasî, abûrî yên hene girêdayê şerê Kurdan e. Ev şer di şexsê Kurdan de li dijî hêzên demokrasiyê tê kirin, ev encamên wê ne. Heke ew hişmendî neyê guhertin ti caran li Tirkiyê, şer xilas nabe. Ew pirsgirêkên ku civaka Tirkiyê dijî, dike gelên Tirkiyê bijî. Di roja me ya îro de bi taybet pirsgirêka aboriyê wê ti caran çareser nebe. Tirkiye bi wan pirsgirêkan nikare xwe xilas bike. Tirkiye di nav wan pirsgirêkan de wê hîn zêde bikeve. Wê bikeve tehluke yê , Erdogan-Bahçelî her tim dibêjin; ‘pirsgirêka Beka heye.’ Ew bi xwe vê pirsgirêkê çêdikin. Kes çênake. Tirkiyê parçe parçe dike. Heke em diroka Tirkiyê binerin ti caran ewqas din av xwe de parçe nebû ye. Ti caran ewqas pirsgirêkê siyasi, civakî kûr nebû ye. Ev encamê siyaseta dike ye. Her kes vê dibîne. Her kes wek Erdogan-Bahçelî îzah nake. Siyasete wan yê şer van pirsgirêkan ji wan re çê dike. Di hilbijartinên dawî yê de gel biryara xwe da û gotin; ‘Em vê deshilatdariyê naxwazin, ji bo me jiyîn dixe tehlukeyê, li me dike jehr. Heke ev pirsgirêk hene, encama vê deshilatdariyê ye. Ev peyam bi eşkere hat gotin.
‘TIRKIYE GAVAN BAVÊJE RÊBER APO JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN AMADE YE’
Niha Rêber Apo dibîne ku siyasetê ku berdewam dike ber bi tehlukeyekî mezin ve diçe. Rêber Apo carekî din bi berpirsyarî tevgeriya. Çawa berî bi perpirsyar tevdigeriya û çawa dixwest pirsgirêkan bi rêka siyasÎ, demokratÎk û aştiyekî bi rÛmet çareser bike. Çawa bi gelê Tirkiyê re bi hev re bijîn. Çawa bi ber pirsyarî tevdigeriya di vê demê dejî bi berpirsyarî tevgeriya. Ji bo wê di 2’Gulanê de bi rêka parêzeran ji bo gelan daxuyaniyek da. Ev ji bo hêzên demokrasiyê, ji bo gelên ku li Tirkiyê dijîn bûn. Ji bo wan bang kir. Heft xal diyar kir. Ji bo li Tirkiyê hişmendiya ku hey bê guhertin. Ew hişmendî ji ber ku ne demokratîk e. Ew hişmendiya li Tirkiyê demokrasiyê pêş naxe. Şer pêş dixe. Şer pirsgirêkan kûrtir dike. Hurmeta Tirkiyê li derve nahêle. Eleqeya Tirkiyê li derve nemaye. Tecrîd bûye. Di nav xwe de pirsgirêkê giran dijî. Rêber Apo ji bo wê ew heft xal diyar kir û bang kir. Ji bo hişmendiya înkar û îmahayê rabibe. Ji bo hişmendiya demokrasiyê her kes bo xwe esas bigre. Bê şer bi diyalogan pirsgirêk çareser bibin. Her kes di nav aştiyekî de bi hev re bi biratî bijî. Heke dewleta Tirk gavan biavêje Rêber Apo amade ye ji bo ev pirsgirêk bên çareser kirin. Dewleta Tirk bi xwe heta niha di şer de israr dike. Di înkar u îmhayê de israr dike. Rêber Apo ev bi deh caran îspat kiriye. Yek alî agirbest pêşxistine. Rêber Apo berpirsyariya xwe ya dîrokîdibîne. Ev hem li Tirkiyê hem jî li derveyî Tirkiyê li dijî faşîzmê, ew kesên ku demokrasiyê dixwazin. Dibînin ku Rêber Apo bi berpirsyar tevdigere.
Ev hevdîtinên li Îmraliyê pêkhatin pir tê nirxandin tê gotin ku Kurdan û HikÛmeta AKP’ê ji bo hilbijartinên li Stenbolê li hev kirin, gelek manîpulasyon hene. Li ser hilbijartinên Stenbolê çi dibêjin?
‘TI ELEQEYA HEVÎDTINÊ BI HILBIJARTINÊ VE NÎNE, DIXWAZIN HINEK KURDAN Û ALIYÊN DEMOKRATÎK BIXAPÎNIN’
Ev hevdÎtin ti aleqeya xwe bi hilbijartinan re nîne. weke ku hinek dibêjin ji bo hilbijartinên Stenbolê ev hevdîtin çêbûne. Weke ku hinek pêngav hatine avêtin ev tiştekî ne rast e. Ti aleqeya xwe pê nîne. Tirkiyê hiquqê binpê dikir. Ji bo wê ev çalakiyekî rewa bû. Ji bo hiqûq pêk were. Li dijî hiqûqê disekiniyan. Çalakvanan gotin; ‘em nikarin vê qebûl bikin.’ Li ser zext û êrîş li ser Kurdan hebû. Edalet dihat binpêkirin. Xweparastin mafekî rewa bû. Ji bo wê her kesî got divê tu edaletê li erde nexe. Ji bo hilbijartinan dixwazin serî hinek Kurdadan tevlîhev bikin. Ji bo hinek Kurdan bixapînin. Ji bo hêzên demokrasiyê di nav xefikekê de bihêlin ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê pêş nekeve. Heke demokratîkbûyin pêşnekeve pirsgirêka Kurd jî nayê çareser kirin. Hişmendiya ku Kurdan qebul nake, hişmendiya ku tesfiyekirina Kurdan esas digre. Kurd bi xwe vê hişmendiyê baş dizanin. Ev hişmendî neyê guhertin. Ti caran pirsgirêka Kurd ne mimkûne ku çareser bibe. kî demokratikbuyînê pêş dixwe kî dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe, kî dixwaze li hember faşîzmê bisekine. Kî dixwaze deshilatdariya AKP-MHP’ê bi dawî bibe. Di van hilbijartinan de jî wê esas bê girtin.
Pişte Hilbijartinên 31’ê Adarê Hilbijartinên li Stenbolê wê bê dubare kirin HikÛmeta AKP’ê hewl dide carek din Stenbolê qezenç bike. Li ser van hilbijartinan deshilatdariya AKP’ê dixwaze wext qezenç bike. Piştî van hevdîtinan hûn hilbijartinên 23’ê Hezîranê çawa ninirxînin. Ev hilbijartin wê bi xwe re demokrasiyê bîne an wê ji bo pêşeroja Tirkiyê çi bibe?
‘LI TIRKIYEYÊ HIŞMENIYA HEYÎ LI DIJÎ DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YE’
Partiya Demokratîk a Gelan partiyekî Tirkiyê ye. HDP’e dixwaze demokrasi pêş bikeve. Hinek kêmasiyên HDP’ê hene, lê Ji bo wî kar dike. Di hilbijartinan de jî li ser esasê demokrasiyê stratejiyek meşand. Vê stratejiyê encamek girt. Li Tirkiyê hişmendiya ku heye li dijî demokrasi û azadiyê ye. Ji ber ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye. Li Tirkiyê heta siyaseta li dijî Kurd ji holê neyê rakirin. Wê vê siyasetê berdewam bikin. Wê li dijî azadiyê li dijî demokrasiyê bisekinin. Ji bo ew siyaset bi dawî bibe projeya HDP’ê tê pêşxistin. Ji bo li Tirkiyê siyaseta înkar û îmhayê rabibe, ji bo her kes bi hev re bi biratî bi azadî, li ser çanda xwe li ser nasnameya xwe bijî, ew siyaset dikin. Heke ewqas êrîş li ser HDP’ê çê dibin ji bo wê ye. Ew hişmenidya ku heye li dijî projeya HDP’ê ye. Lİ dijî siyaseta HDP’ê ye. HDP’e dixwaze li Tirkiyê siyasetekî gelan bi rê ve bibe. Ew ên ku îradeya gela qebul nake. HDP’ê şaredar hilbijartin muxtar hilbijartin encumen hilbijartin, lê deshilatdariya AKP’ê dibêje; ‘ez wan qebul nakim.’ Ev ti eleqeya xwe bi qanûnê re jî nîne. Lİ Tirkiyê saziya hilbijartinê desteyên hilbjartinê ev qebûl kiriye ku ev bikevin hilbijartinê, ruxmê ku ev şaredarî hatin qezenç kirin. Bi saziyên desteya hilbijartinê dibêje; ‘ez nikarim mazbata bidim we, îradeya wan nas nake.’ ew hilbijartinên ku hatine qezenç kirin ji destê wan wer digire. Dibêjin; ‘ez vîna gelan nas nakim.’Vîna Gelê Kurd nayê nas kirin. bi navê qeyuman muxtaran, hevşaredaran her kesî ji kar derdixe. Mazbatayên wan ji destê wan digre. Ji dewsa wan qeyuman diavêje li ser şaredariyan her tiştê xesp dikin. Li dijî Kurdan siyasetekî serwer dimeşînin. Ew Şaredariyên ku HDP’ê qezenç kirin disa ji deste wan wer digrin. Siyasete qeyum dimeşînin ji bo wî divê gelê Kurd û hêzên demokrasiye vê bibînin.
‘DIVÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BALDAR BIN, SIYASETA QEYÛMAN DIDOME’
Heke saziyên hilbijartinê di 31’ê Adarê de vîna Kurd di hinek cihî de qebul nekir. Li Kurdistanê bi leşker bi polîsan hinek şaredarî bi dest xistin. Heke li dijî wî seknek bihata raber kirin. Hilbijartinên li Stenbolê jî wê qebul nekiribana, wer dîtin ku ne di nav Kurdan ne jî di nav çepên Tirkiyê de kes li hember nesekinî. Ji bo wê hilbijartinên Stenbolê betal kirin. ji bo Tirkiye ber bi tehlukeyê ve neçe. Divê Kurd û hêzên demokrasiyê îradeya xwe pêşbixin. Ev hem ji bo hilbijartin û şaredariyên li Kurdistanê hem jî ji bo hilbijartinên li Stenbolê li dijî faşîzmê divê bê sekinandin. Wê bixwazin Stenbolê teslîmê hêzên demokrasiye nekn. Wê disa hewl bidin şaredariyên li Kurdistanê destê wan derbixin. Ji niha ve amadekariyan dikin. Li ber deriyên hinek şaredariyan cihaz bi cih kirine. Zextan girtinan berdewam dikin. Li her deverê leşker û polîsan bi cih dikin. Her roj hinek kesan ji kar derdixin mazbatayên wan digrin. Wê vê siyaseta qeyuman berdewam bikin. Divê bi çalakiyên civakî li hember vê siyaseta qeyuman bê sekinandin.
Di hevdîtinên Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Ocalan behsa yekparebuna Sûrî dike. Piştê terora DAÎŞ’ê li ser axa Sûrî serweriya xwe wenda kir. Li Îdlîbê şer gur dibe. Ev şer bandora xwe li ser Efrînê heye. Gelek çavdêr dibêjin ku ji bo herema Şehba,Îdilb û Lazkiyê hevpeymana veşartî heye. Ev hevpeyman di navbera Rûsya, Rêjima Surî û dewleta Tirk de çêbûye. Ji bo pêşeroja Sûrî dikarin çi bibêjin?
‘NE JI BO ÇARESERIYA KURD, JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIXWAZIN KURDAN BIKIŞÎNIN ALIYÊN XWE’
Niha Rêber Apo Kurd PKK e ne tek di siyaseta Kurdistan de di siyaseta Rojhilata Navîn de hêzeke stratijîk û bingehîn e. Ev hêz li gel kê cih bigre ew dikare bi ser keve, yê dijbertî dike winda dike. Îro li Kurdistan jî li Rojhilata Navîn jî yê ku siyasetê dikin vê baş fam kirine, her kes dixwaze Kurdan di aliyên xwe bixe ku bikare dengê tewazinê bughere ku bikaribe armancên xwe pêk bîne, ji ber dizanin ku ger Kurdan nekşînin milê xwe nikarin armancê xwe pêk bînin. Îro jî siyaseta li ser Kurdan tê kirin, li navenda wê Kurd hene. Ji bo her kes Kurda bi milê xwe de bikşîne li ser Kurdan şantajan û tehdîdan jî dikin ku karibin bi vî şeklî Kurdan bi aliyê xwe de bikşînin. Ne ku heqê Kurdan qebûl bikin tekoşînê Kurd qebûl bikin, wê heq bibînin heqê wan qebûl bikin ku bi wê şeklê Kurd qezenc bikin, ji bo wê kar nakin. Heger wisa kar bikrana ew dihat qebûl kirin. Lê îrada Kurdan, nirxê Kurdan, azadiya Kurdan û daxwaziyê kurd qebûl nekin, wisa bixwazin bi tehdîdan Kurdan lewaz bixin bi milê xwe ve bikşînin. Wisa dixwazin armancên xwe pêk bînin, Kurdan wisa bixin xizmetê xwe. Ev ti car nayê qebûl kirin. Pêwîst e ev bê zanîn.
‘RÊBER APO, PKK Û GELÊ KURD BERPIRSYARIYA DIKEVE SER MILAN PÊK TÎNE’
Rêber Apo, PKK û gelê Kurd bi berpisyarî her gav tevger dike. Ji bo Kurdan jî, ji bo gelê herêmê bi giştî jî ji bo her kesî bi berpisyarî tevdigere, yanî mafê her kesî berjewendiyê her kesî dibîne dide ber çavan. Tek ne yê xwe tenê dibîne. Dixwaze ku her kes wekî Rêber Apo û PKK nêzî Rêber Apo û PKK’ê û gelê Kurd bibe. Di vir de jî israr dike ku wê bike jî lazime vê jî her kes bizane. Niha Rojhilata navîn jî gelê Kurd jî di şerekî mezin de derbas dibe, ev şer jî ji bo herkesî gelek pisgirêkan çêdike, ditengijîne.
‘BÊ RÊBER APO ÇARESERÎ NE MIMKÛN E’
Rêber Apo, PKK û gelê Kurd vê dide ber çavan û berpisyariyên ku dikeve ser milê xwe pêk tîne. Rêber Apo ji bo wê di wan 7 xalan de balê dikşîne ser pisgirêkên Sûriyê, yanî ew pisgirêk çawa werin çareser kirin. Eşkere bê Rêber Apo bê kurd ew pisgirêk nayê çareser kirin, yanî kî dixwaze çareser bike li ser wê esasî pêngava dike gava davêje. Lê nikarin çareser bikin yê ku çareser bike Rêber Apo siyaseta ku Rêber Apo dimeşîne ye. Ger mirov balê bide ser berê jî neyînî di navbera Tirkiye de Sûriye de navbera gelekan hevdîtin çêdibe, lê Rêber Apo ew daxwiyaniya ku da xuya kirin 7 xal yek ji wan xalan li ser Sûriye ye. Piştî wê tirafîk hevdîtinan a di navbera Tirkiye û Sûrye de hê zêdetir bûn. Di ragihandinê de agahî hatin parvekirin ku tê gotin hevdîtin li Tehranê pêk hatine.
‘PIRSGIRÊKA SÛRIYE BI DEMOKRATÎKBÛNA SÛRIYE Û NAVA SÛRIYEYÊ DE PÊKAN E’
Ew jî girêdayî ev xalên ku Rêber Apo daye diyarkirin li ser wê ev trafîka xurt çê dibe, divê mirov vê jî bibîne yanî Rêber Apo careke din pirsgirêkên Sûriye em dixwazin bi rêya muzakereyên demokratîk çareser bikin. Yanî di nav yekîtiya Sûriye de pirsgirêk çareser dibin bi demokratîk bûna Sûriye ev çareser dibe. Divê hemû gelê li Sûriye Kurd di nav de îradê wan hebe nasnamê wan nirxê wan hebe li ser nirxê wan azadiya wan, îrada wan pirsgirêk bi şeklê demokratîk bê çareser kirin. Xweserya wan hebe sîstemek ku mafê wan ji aliyê qedexekirî diparêze hebe. Çareseriya van di nava yekîtiya Sûriye de wê bê çareser kirin. Ev da diyarkirn encex bi vî şeklî gelên Sûriye bi biratî dikarin bijî, pisgirêkên Sûriye û yekîtiya wê jî wisa tê çareser kirin.
‘YÊN LI DIJÎ GELÊ SÛRIYE Û KURDAN ŞER DIKE TIRKIYE YE’
Mirov dizane ku Rêber Apo di vir de behsa çi kir. got hesasiyetê Tirkiye jî di vir de pêwîste ber çav were girtin. Yanî got ew rûh Eşme berê jî Rêber Apo diyar kirbû. Ew rêya esas were girtin, yanî di wê rêyê de şer tune ye bi şer pirsgirêk çareser kirin, perçe kirin, dagirkirin, zilm tune, pêk ve bi biratî jiyîn wek hevdy bijî heye. Yanî hesasiyetê Tirkiye li ser wî esasî dan diyar kirin. Yanî Bakurê Sûriye Kurd tu carî li dijî Tirkiye neketine şer, şerekî wisa nehatiye kirin. Tirkiye li dijî wan dike. Tirkiye Efrîn dîsa hin axên Sûriyê dagirkiye. Dixwaze erdnîgariya wan deran bigûhere. Li ser Rojhilatê Firat tehdîdan dike. Yanî yê ku li dijî gelê Sûriye, gelê Kurd şer dimeşîne Tirkiye ye, ne Sûriye ye ne gelê Kurde. Kurd tu car li dijî Tirkiye neketine şer û naxwazin şerekî wisa jî bikin. Ji bo wê pêwîst e Tirkiye siyaseta xwe bugihere, Tirkiye dest ji Efrîn berde, dagirkeriya xwe bi dawî bike. Pêwîst e tehdîd li ser Rojhilatê Firat bi dawî bike, biratiya gelê Sûriye qebûl bike, sîstema ku li wir hatiye pêşxistin a demokratîk qebûl bike. Ji ber ku Tirkiye vê tehdîd dike dixwaze wê hilweşîne, eger Tirkiye dest ji van tiştan berde pisgirêkên Sûriye rehet tên çareser kirin bi rengekî aştî bi diyalog bi mûzakere tê çareser kirin. Sûriyeke demokratîk pêş dikeve di Sûriye de her kesek bi îrada xwe bi nirxê xwe temsîl kirin ya rast ew e.
‘TÊKILIYÊ SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ JÎ LI SER ESASTÊ DIJÎ KURDAN Û SÎSTEMA DEMOKRATÎK E’
Em dibînin ku Tirkiye jî dev ji vê siyaseta xwe bernedaye. Têkiliyê Sûriye û Tirkiye jî tê pêşxistin ev li dijî Kurde li dijî sîstema demokratîk e, ev nayê qebûlkirin. Di navbera Rûsiya û Tirkiyê de hinek bazar çêdibin, bazarên qirêj çêdibin, mesela Efrîn mirov bigre dest meselê Îdlib, Til Rifet ta Heleb û hata derdor ta rojhilatê Sûriye bazarê dikin. Bazarên pir qirêj in divê Rûsiya dest ji van qirêjiya berde, îrada gelan qebûl bike ew sîstema li Bakurê û Rojhilatê Sûriye hatiye pêşxistin jî qebûl bike û hirmetê wê bigre. Li gel Tirkiye nesekine wê teşwîq neke, wê demê pisgirêkên Sûriye wekî ku Rêber Apo da diyarkirin wê bê çareser kirin.
Li Başûrê Kurdistanê û li Îraqê gelek pisgirêkên siyasî û civakî hene. Di navbera partiyan de qûtbûyîn hene, ev jî bi ti awayî nayê çareser kirin, di nava xwe de lihev kirinek an jî yê ku bibe muxalefet an jî yê ku demokrasiyê dixwaze evana tên ber alîkirin. Hûn rewşa Başûrê Kurdistanê çawa digrin dest û Kongra Netewî di vê demê de û ji bo demên pêş jî girîngiya xwe çiye?
Niha Îraq jî Başûrê Kurdistan jî di rewşekê dijwar de derbas dibe, ji ber ku Emîrka li dijî Îran ambargo pêk tîne, her ku diçe ew deha zêde dike jî. Dixwaze herkesî bikşîne vê ambargoyê, li ser Îran zextê mezin bike, evaya li ser Îraq başûr jî bandorekî pir xurt çêdike, yanî him başûr him Iraq dibe cihê ku nakokiyên ku Îran û Emerîka berê dijiyan.
‘PARTÎ Û ALIYÊN PÊŞENGTIYA ÇARESERIYÊ BIKIN NÎNE’
Her kes dizane ji ber ku Iraq û Başûr hêzên heyî, partî rêxistinê heyî, hinek aliyê Îran ve ne hinek aliyê Tirkiye hinek aliyê Emerîka ne. Ew nakokiyên Emerîka û Îran li ser wan jî bandorê çêdike, him pisgirêkê Îran û Emerîka li Iraqê hene û him jî ew dibe nakokiyê navberê partî û rêxistinên ku li Iraq û Başûr heyî jî, yanî vê jî pêş dixe bandorek mezin çêdike, yanî ew nakokî her diçe bandoriyê kûr dike. Ji bo wê di aliyê siyasî de, di aliyê civakî û him di aliyê aborî de rewş giran a heyî mirov dibîne. Him Iraq him Başûr ji bo xwe ji nakokiyên heyî rizgar bike û çareseriyekê pêş bixin di nava lêgerînan de ne. Iraq û Tirkiye hevdîtinan çêdikin li ser wî esasî dîsa yê başûr û îraqî hevdîtinan çêdikin yê başûr di nav xwe de hevdîtina çêdikin, bi hawirdor re çêdkin. Dixwazin ji vê rewşê xwe derbixin, lê diyare ku ga zêde neça nade, bi taybet mesela li başûr siyasetê heyî pisgirêkan nikare çareser bike. Li başûr partiyên heyî bi taybet yê ku di muhalefetê de dixwzain di vê rewşê de çareserîkê pêş bixin, lê belê zêde nikarin bi pêş bixin ji ber ku yê vê pêş bix lazime pêşengtiyekê bike. Lê ew jî lewaz e, ji ber ku pêşengî nikare çareseriyê pêş bixe. Di vê lêgerînê de ew partiyana hinek belav dibin, hinek lewaz dikevin heta pisgirêk di nava wan de derdikevin ew encamê vê ye. Ji ber ku siyaset him li Başûr him li Iraq pêşengîkê dixwaze ku ew pêşengiya karibe çareserîkê pêş bixe, pêwistiyên li Iraqê ku karibe pêk bîne, lê ew pêwîstî her ku diçe hê zêde dibe, xwe dide diyarkirinin. Lê yê ku vê pêk bîne zêde dernakeve ji bo wê jî ew lêgerînê gela heta yê partiya jî wisa bê neçarî dimîne û bê guman ew xeteriyê çêdike. Eger hinek lewazbûn perçebûyîn çêdibin, ger dikevin bin bandora dewletê derve, bêçarebabûna wan diyar dibe.
‘KONGREYA NETEWEYÎ WÊ ÇARESERIYÊ PÊK BÎNE’
Di vir de bi taybet ji bo başûr eger kongirekî netewî bê pêşxistin ew dikare bibe çareserî. Yanî dikare ew lêgerînê gel saziyan partiyan dikare pêk bîne. Dikare rÊya çareseriyê pêş bixe. ji bo wê ji her demê zêdetir îro roja yekîtiya Kurd dikeve pêş her kesî. Ew berpisyarî dikeve ser milê her kesî. Eger kongrek çênebe jî divê yekîtiyek Kurd bipêşkeve, çareseriya wê ew e. Ew dikare pêwîstiyên başûr pêk bîne, pêwîstiyê tevahî gelê Kurd pêk bîne. Ji ber ku li perçekî tiştê ku pêş bikeve bandorê xwe li ser perçê din jî dike. Baş be an na jî. Îro jî rewşa ku başûr têde derbas dibe, pisgirêke ew ser perçê din jî bandorekî çêdike. Ji bo wê divê li başûr yekîtiya Kurd bingeh bê girtin, demokratbûyîn bingeh were girtin. Di wê aliyê de pêwîste her kes berpisyariyê xwe pêk bîne. Wisa dikare him xwe biparêze û pisgirêkên heyî çareser bike, ji bo xwe jî ji bo beşê din jî yê herêmê xizmet wisa bike.
‘BI RÊYA PARTÎ Û DESTHILAÊTÊN LI BAŞÛR BALAFIRÊN ŞER LI HERÊMÊN ME DIFIRIN’
Em dibînin mesele di vî milê de gav tên avêtin, ters jî gav jî tên avêtin. Berê jî me dabû diyarkirin eger Tirkiye balafirên keşfê yê biçek li ser me, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikar tîne, ev girêdayî bi başûr, deshilatdariya başûr, partiyê wê yê li ser desthilatê ve girêdayî ye. Diyare ku derfet dane Tirkiye, li başûr li ser wan derfetana balafirên wan digerin.
Di daxuyaniyekê HPG’ê de derbas dibe ku balafireke SÎHA ji aliyê wan ve hatiye xistin û gelek endamên îstxbaratê jî hatine kuştin. Wê demê mirov dikare bêje ev êdî teqez bû ku balafirên şer ji Başûrê Kurdistanê radibin?
‘LI SER PEYWENDIYÊN ALIYÊN BAŞÛR ÊN BI TIRIYEYÊ RE TI DAXUYANIYEK HETA NIHA NEHATIYE DAYIN’
Me berê gotibû û her kes vê dizane HPG’ê daxuyanî da ev teqez kir ku ew balafirên keşfê, bi taybet ew ên biçek ku li dijî me kar dikin hevrêyên me şehîd dixin. Ji başû radibin ji ber ku ji Sersîngê ew balafira keşfê ket. Ev wê teqez dike me berê jî gotibû eger başûr derfet nedaba û di wî milî de alîkarî Tirkiye nakin, lazime daxuyaniyê bidin gelê Kurd jî em jî li hêviya wê bersivê ne. Lê ta niha tu kesî bersiv nedaye. Wata wê ew axaftin û dîtinên me rastin rast derdikevin, ji ber ku balafirên keşfê li Sersingê jî ket. Ji bo ku bi dest nekeve jî Tirkiye balafirên bombebaran jî rakiribû ku wê bombebaran bikin ji bo ku bidest kesekî nekeve ku belge nede li ser were girtin. Ji bo wê Tirkiye bombebaran kir ji bo wê lazime Başûr alîkariyê Tirkiye neke. Îtîfaqa xwe dikare bi wan re çêke, lê belê li dijî PKK’ê li dijî Kurd divê agahiyan nedin wan, alîkariyê wan nekin, cih nedin wan û li dijî wê bisekinin.
‘ALÎKARIYA BI TIRIYEYÊ RE WAN JÎ LEWAZ DIKE, NAKEVE XIZMETA GELÊ BAŞÛR JÎ’
Di aliyê yekîtiya Kurd, biratiya Kurd, alîkariya Kurd û demokratîk bûyînê de gav bavêjin. Ger di vî milî de gav bavêjin veya dikeve xizmetê gelê me yê Başûr û xizmetê wan partiyan jî. Wisa dikarin ji nav vê nexweşiya pisgirêkan derkevin. Eger bi demokaratîkbûyînê yekîtiya Kurd, biratiya Kurd û alîkariya Kurd bi taybet wa nekin, herkes dizane ku Tirkiye dijminê Kurd dike. Alîkariyê Tirkiye kirin wana hîn zêdetir lewaz dixe dixe xeteriyê jî, ji bo vê ye divê wê siyasetê nekin, ji ber ku ew nakeve xizmetê gelê başûr jî, divê vê yekê jî bibînin.
‘TIRKIYE DI WARÊ ABORÎ, SIYASÎ Û ÎSTIXBARATÊ DE BAŞÛR DAGIR KIRIYE’
Gelê me jî lazime di vî milî de zextê bike li ser her kesî, him ji bo demokratîkbûnê tekoşîn pêş bixe,her kesî neçar bike ku her kes di vî mil de gav bavêje. Hem jî zextê bike ku di aliyê yakîtiya Kurd de her kes gav bavêje, berpisyartiyên xwe pêk bîne. Kes nekeve xizmetê dagrkeriya Tirkiye, bi wê alîkariyê Tirkiye dijminê Kurd neke. Dijminê PKK’ê dibe dijminê Kurdan. Eger ku îro Tirkiye dijmnatiya PKK’ê dike ji ber ku dijminatiya gelê Kurd dike ye. Yê ku dibêjin; ‘em di xizmeta gelê Kurd de ne, nikarin wisa xizmetê dewleta Tirkiye bikin.’ Ji ber ku Tirkiye bi alîkariya wan dijminiyê dike. Eger alîkariyê wan ji bo Tirkiye nebe ti cara Tirkiye nikare wisa siyasetê qirkirinê li ser Kurdan bike, nikare wisa li başûr bombeyan bibarîne. Li başûr dagirkeriyê wisa pêş bixe. Gelek cih Tirkiye bi dest xwe xistine heta di aliyê aborî jî û siyasî jî başûr bi dest xwe xistiye, li ser Kerkûk jî desekine. Li Kerkûrk hêzên çekdar amede dike, îstixbarata Tirkiye li her cihê xwe bi cih kiriye, wisa dide diyarkirin ku dijmnatiyê ji bo PKK’ê dike.
‘GELÊ BAŞÛR TÊKOŞÎNÊ XURT BIKE, ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM AMADE NE’
Divê partiyên başûr û gelê başûr fam bike ku dijminê PKK’ê dijminê gelê Kurd e dijminê gelê başûr e jî, ji bo wê li hember rawestin û ji bo demokratîkbûn û yekîtiya Kurdan têkoşînê bike.Eger têkoşînê mezin bike jî çi bikeve ser milê me em amedene pêk bînin, em di xizmeta gelê xwe yê başûr de ne. Ji bo ku pirsgirêkê xwe çareser bike destkeftiyên xwe hê mezintir bike, di vir de çi bikeve ser milê me em ê pêk tînin. Dema tengijîn û DAÎŞ’ê êrîş kir, me erka xwe pêk anî. Her kes vê dizane. Ji naha û şûn ve jî em li gel gelê xwe yên li başûr in her kes divê vê zanibe û wisa fam bike.
‘RÊBER APO, GELÊ KURD Û PKK AŞIQÊN DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ NE’
Çalakiya girevên birçîbûnê rojêiyên mirinê li zindanan derveyî zindanan li herçar perçên Kurdistan li Ewropa li her derê bi pêk hatin, pir çalakiyekî mezin bû di dîrokê de mirov nikare mînakek wisa bibîne. Bi rastî di gelek cihan de çêbûye, lê ti cara wisa mezin girseyî çênebûye, ewqasî dirêj jî çênebûye. Ev dide diyarkirin ku Rêber Apo, Gelê Kurd û PKK aşiqên demokrasî û azadiyê ne, aşiqê gela ye, ji bo berjewendiyê gelan, ji bo demokrasî û azadî çi bedel hebe dide ser milê xwe li wê bandor nake, ji bo wê ew çalakîk wisa mezin dirêj pêk hat. Gelek mirovan bedenê xwe razandin ji bo wê çalakiyê roj bi roj xwe hiland in. Kes nikare ewqas dirêj bi wê hejmarê wisa mezin pêş bixe, nikare erkek wisa rake. Eger Rêber Apo, gelê Kurd û çalakvanan ew erk dan ser milê xwe, dide diyarkirin ku ji bo demokrasî û azadiyê ji bo berjewendiyê gelan her tiştî didin ser milê xwe, berdêl çiqa giran bin jî ji wê narevin.
‘BI BERXWEDANÊ TÊ PARSTIN, TÊ BIDESTXISTIN Û BÊ BERXWEDAN TIŞTEK NABE’
Erkeke ji bo dîrokê ji bo mirovahiyê pêk tînin, ev derket holê. Ev çalakî çalakiyeke demokrasî û azadiyê bû. Çalakiyeke ya gelan bû, nirxê mirovahiyê parstin û li dijî faşîzmê bû. Ji bo wê her kesê rewa dît û gihişte armanca xwe. Bi vê bîranînê careke din ez di şexsê Leyla Guven de hemû çalak vanên ku di gireva birçîbûnê rojya mirinê de cih girtî silav dikim û wan pîroz dikim. Yên ku alîkariya vê çalakiya pîroz jî kir ez carkê din wan silv dikim. Ev da diyarkirin ku her tiştek bi berxwedanê tê parastin bi berxwedanê tê bidestxistin bê berxwedan tiştek nabe. Lazim kes nebêje ku çalakiya me encam da, êdî metirsî nema û bi vî rengî dest ji têkoşînê berde. Ev yek wê bibe xefletek, lazim e ti carî bi vî rengî nekin. Divê encam ji vê yekê bê derxistin. Dema ku çalakiyek rê li ber serketinê vedike, encaman bi xwe re tîne, lazim e ji vir û pê ve jî em çalakiyên xwe yên civakî demokratîk xurtir bikin. Ji bo demokrasî û azadiyê, ji bo em karibin encamên baştir werbigirin divê berxwedan bê xurttirin. Eger xwe sist bikin û dev ji berxwedana civakî û demokratîk berdin, wê xurt nekin, hingî ev wê bibe xefletek. Nêzîkatiyeke wiha dikare berxwedan û pêşketinên hatine afirandin jî bixe rewşeke metirsîdar. Lazim e berxwedanê xurt bikin, tifaqê xurt bikin, li ser vê esasê bimeşin. Eger ev yek bê kirin, li dijî faşîzmê çalakiyên demokrasiyê bên xurtkirin, wê hingî encamên baştir bên wergirtin.