AMED – Piştî ku çalakiya grevên birçîbûnê qediya berxwedêrên li Amed û derveyî Amedê li mala xwe çalakî berdewam dikirin ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a Amedê. Ji wan berxwedêran Xelef Yîgît, Mahsûn Şen, Sedat Akin û Gûrbet Ektîren ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Piştî ku çalakiya grevên birçîbûnê qediya berxwedêrên li mala xwe çalakî berdewam dikirin, ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a Amedê. Ji wan çalakgeran Xelef Yîgît ê ku 142 roj, Mahsûn Şen ê ku 142 roj, Sedat Akin ê 140 roj û Gûrbet Ektîren a 132 roj di grevê de bûn, piştî tedawiya wan qediya ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Duh jî 10 çalakgerên ku ji nava Amed û derveyî Amedê anîbûn ji bo tedawiyê ji nexweşxaneyê hatibûn derxistin.
Girtiyên li girtîgehên Sergirtî ya Jinan û Tîpa D a Amedê di çalakiyê de bûn, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl hatibûn kirin. 25 girtiyên ku tedawiya wan qediyan duh ji nexweşxanê hatibûn derxistin. Îro jî 10 girtiyên ku tedaviya wan xelasbû ji nexweşxaneyê derxistin û paşve birin girtîgehê. Navê girtiyan evin; Evîn Kaya, Hîlal Olmez, Kîbriye Evren, Mehmet Aksû, Mehmet Siddik Kivanç, Mehmet Polat, Mazlum Ekîncî, Mehmet Saît Yîgît, Nûman Sinbag û Recep Ozkiliç.
Çalakger Servet Kaya tedawiya wî li nexweşxaneyê didome. Ji bilî vê 35 girtiyên ji 26’ê Gulanê û vir ve li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîlê tedawiya wan qediya ji nexweşxanê hatin derxistin û paşve birin girtîgehê.