BRADOST – Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bê mirov gef li xelkê gundên devera Sîdekan xwar û xweste ku welatiyên herêmê gundên xwe çol bikin. Sîdekan ya ser bi bajarê Hewlêrê ve ye gelek caran ji milê balafirên şer ên dewleta dagirker hatibû bombebarkirin.
Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hîn jî hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê helwestek hemberî dagirkeriya Tirk nîşan nedaye. Artêşa Tirk a dagirker ji bilî êrîşên ser xelkê Başûr vê carê, bi rêya balafirên yên mirov gef li xelkê gundên Sîdekanê xwar daku gundên xwe vale bikin.
Li gorî agahiyên ji xelkê gund hatine standin, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov li gundê Xelîfan bi rêya sîstemek deng, bi zimanê Kurdî gel li welatiyên xwar daku gundên xwe çol bikin. Weke ku di dîmen de jî diyare, dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov bang li welatiyan dike û dibêje “Ji me dûrbikevin, vê herêmê çol bikin. Ger hun vê yekê nekin, emê gule berdin we.”