ŞIRNEX – Nehemîn rûniştina doza bersûc Omer Yîgît ku di 3’ê Gulanê 2017’an li navçeya Silopya ya Şirnexê bi panzerê ketibû mala birayên Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) û ew pelçiqandibûn û serbazê wî Mûrat Maden ku ew peywirdar kiribû, li Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hat dîtin. Her du bersûcên ku ji sûcdariya “bi qusûr bûne sedema mirina ji kesekî zêdetir’ ji wan re ji 2 salan heta 15 salan ceza tê xwestin li rûniştinê amade bûn. Parêzerên dozê, bavê birayên Yildirim Mesût Yildirim û parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî beşdarî rûniştinê bûn.
GOTINÊN DERBARÊ MIDURÊ POLISAN DERBASÎ GIRTEKAN NEHATIN KIRIN
Bersûc Yîgît dema ku li dijî mutalaayê mafê axaftinê girt careke din diyar kir ku berpirsyarê bingehîn ê bûyerê midurê polisan ê demê Selçûk Erdogan e. Lê balkêş e vana gotinên bersûc Yîgît ên derbarê midurê polisan de ji aliyê dadgehê ve derbasî girtekan nehat kirin. Parêzerê birayên Yildirim jî li dijî mutalaayê daxwaza dema zêdek kir. Dadgehê daxwaza dema zêdek a parêzer qebûl kir û ji bo biryarê bide rûniştinê taloqî 19’ê Hezîranê kir.