ŞENGAL – Amadekariyên 2’mîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî ku wê sibe bi şiyara “Em ê Pergala Îmralî Hilweşînin, Xweseriya Şengalê Mîsoger Bikin” li Şengalê pêk bê, bi dawî bûn.
Ji Kongreya ku sibê li Xanesora Şengalê pêk were tê payîn ku ji gelek navçeyan û Efrînê beşdarbûna ciwanan pêk were.
Ji bo amadekariya Kongreyê Ciwanên Êzîdî ya ku ji serê sibê ve hatin cihê kongreyê bi pankart û afîşan ve salon xemilandin û tevahî amadekariyên ji bo kongreya xwe bi dawî kirin.