BEHDÎNAN – Gerillayên Azadiya Kurdistan yên HPG û YJA-Starê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa tirk a dagirker û endamên MÎT’ê çalakiyên xwe didomînin. Li gorî daxuyaniyên ku HPG-BÎM daye, di meha Gulanê de 139 leşkerên dagirker ên tirk hatine kuştin û 21 leşker jî bîrîndar bûne.
Bi hatina biharê û Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî hêzên gerilla yên Azadiya Kurdistan di vê çarçoveyê de hem ji heva hem jî li erdê li leşkerên tirk ên dagirker û endamên MÎT’ê didin. Artêşa tirk a dagirker ku li hemberî berxwedaniya gerilla neçar mane, hêza xwe dispêre şerê taybet û teknîka xwe.
Li gorî daxuyaniyên ku HPG-BÎM daye, di meha Gulanê de 139 leşkerên dagirker ên tirk hatine kuştin û 21 leşker jî bîrîndar bûne.
Daxuyaniyên çalakiyên ku hêzên gerillayên HPG û YJA-Starê lidar xistine di meha Gulanê û hatine eşkere kirin wiha ne:
“Roja 30’ê Gulanê saetên sibê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Findikê ya herêma Gabar a Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me demekê yekîneyek a operasyonê xistin bin kontrola xwe û piştre di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar û Şehîd Medya Mawa ya li qadê hatibû destpêkirin, heman rojê saet 12:00’an li dijî yekîneya dijmin çalakiya sekvanî lidarxist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Roja 17’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çirav a Gabarê operasyon dabû destpêkirin. Hêzên me bi yekîneyekî dijmin a operasyonê re hate pêşberî hev û li vir şer qewimî. Di şerê giran ê li herêmê de 4 leşker û 2 kontra hatin kuştin. 3 hevrêyên me yên ku bi qehremantî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya şerê taybet nûçeya derew ku di vî şerî de hevrêyê me Rojbîn Gever şehîd bûye ji raya giştî re ragihand. Hevrêya me li ser erka xwe ye. Divê gelê me bawerî bi van nûçeyên şerê pîskolojîk a hêzên dagiker neîne. Agahiyên têkildarî nasnameyên 3 hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Hêzên me roja 28’ê Gulanê saet 01:30’an li li dijî nuqeteyên kontrolê yên POH (Tevgera Taybet a Polîsan) a li navenda navçeya Lice ya Amedê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de ji du baskan ve li klubeya polîsan hate xistin û kulubeye bi temamî hate rûxandin û gelek endamên POH’ê hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûrxist. Artêşa TC’ê bi temamî nuqteyên kontrolê hiştin. Yekîneya me ya ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştine baregehên xwe.
24’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li devera Geliyê Keşan a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribû û li qadê kemîn danîbûn. Yekîneyên me heman rojê yekîneyên kemîn danîbûn xistin di bin kontrola xwe de û saet derdorî 16:30’î li dijî vê yekîneyê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li dijmin hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê saet derdorî 22:30’î bi helîkopter û balafirên şer devera operasyonê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti bi gerîlayên me nehatine. Artêşa Tirk nûçeyên direw ên di vê operasyonê de gerîlayên me şehîd bûne belav dikin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên me yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin. Artêşa TC a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de yên 29’ê Gulanê derbên giran xwar.
Hêzên me saet 09:00, 13:00 û 14:00 li dijî leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê bi pêş ve biçin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin û derb li yekîneyên dijmin hate xistin, 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.
Saet 11’an li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin, lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirin bi giştî 5 leşker in.
Saet 14:30’î, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Saet 04:15’an, li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derb li kûleyeke dijmin hate xistin û hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Hêzên me saet 15:00 li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket.
Dagirkerên ku li bin guhê berxwedana xurt a gerîla ketin, ji bo windahiyên xwe veşêre, îdîa kir ku gelek gerîla şehîd bûne, bi vî rengî hewl da têkçûna xwe veşêre û bi qareqara serketinên sexte raya giştî bixapînin. Ji dema destpêkirina operasyonê û heta niha ji bilî hevrêyê me Rêbaz gerîla ti windahî nedaye. Tenê li herêma Xakurkê bi qasî hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin hatine kuştin. Bila gelê Kurdistanê yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk zanibe ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li gorî wezîfe û mîsyona xwe li dijî her êrîşê bi dil û can li ber xwe didin û êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeran têk dibin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi hêza ji şehîdên me yên leheng, îdeolojiya jiyana azad a Rêberê me û gelê me werdigirin, wê ji niha û pê ve jî li dijî her pêla êrîşan mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin.
Bi çarçoveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşê ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me roja 27’ê Gulanê li dijî wesayîtên zirxî û leşkerên piyade yên artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi rêya Qereqola Başaran a navçeya Başan Îdirê ve diçûn çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta Amarog hate derb kirin, 5 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn.
Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi wesayîtên zirxî û ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û li herêmê operasyon da destpê kirin. Ev operasyon saetên şevê bêyî ku encam bigre paş ve vekişiya.
13’ê Gulanê li gundê Aslan di saetên danê nîvroyê de şerek dijwar di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de rû da. Piştî şerê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn û şûnde, yekîneyên operasyonê neçar ma ku paşve vekişin. Heman rojê saet 17:00 heta 19:00’ê helîkopteran devera gundê Aslan bombe kirin, 14’ê Gulanê saet di navbera 13:00-15:00’an de balafirên şer jî gundê Aslan û derdorî wê bombe kirin. Di şerê du rojan dom kir de bi qasî hate zelalkirin 1 jê bi pile 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Heman rojê hêzên me li dijî yekîneyên dijmin ên li Qela Perîxanê û devera Zêraneyê bi giştî 5 çalakiyên sabotajê lidar xistin. Di van çalakiyên hatin kirin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine kuştin. Dibe hejmara kuştî û birîndarên hêzên dijmin hê zêdetir bin.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Serfiraziyê ya li Eyaleta Serhedê dom dike de 22’yê Gulanê saet 07:00’an li dijî wesayîteke ya bi tîpa Amarog a li ser rêya di navbera Qereqola Şilê û Serêkaniyê ya girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyeke ya sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku wesayît hate derbkirin de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan topbaran kirin, kuştî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî ji qadê dûr xistin.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 21’ê Gulanê li herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastina Medyayê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxist. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me saet di 13:30’an de li dijî dagirkerên ku li Tepê Lêlîkanê bi cih bûbûn bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de bi giranî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.
Saet di 16:30’an de hêzên me cara duyemîn li Tepê Lêlîkanê çalakiyek din li dar xist. Ji du baskan ve bi serketî li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Hêzên me li gir du çeper, radarek, çeka A4 a giran, çekek BKC otomatîk û çekek bombeavêj îmha kir. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkopterên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê bir û bi balafirên şer herêma Şehîd Şervan, derdora çemê Lolanê, neqeba Lêlikan û Êlîdirêj bombe kir. Yekîneya me ya ku çalakî li dar xist bi silametî gihiştine baregehên xwe.
Dîsan saet di 17:00’an de hêzên me li neqeba Elidirêj komeke leşker ku xistin bin kontrola xwe û li dijî komê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeperên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê bir.
13’ê Gulanê Artêşa Tirk li devera Qelanis a girêdayî navçeya Hawêl a Sêrtê bi tevlîbûna yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên me du rojan ev yekîneyên veşatî xistin bi kontrola xwe, piştre 15’ê Gulanê saet 18:40’î girê ku koordîneya operasyonê jî li nav bû kirin hedef. Di çalakiya ji 3 baskan û ji nêz ve hate lêdan de, yek jê endamê koordîneya operasyonê 3 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê a piştî çalakiyê bi helîkopter û hewanan qad bombe kir, bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine. Piştre jî yekîneyên veşartî yên operasyonê jî ji deverê vekişiyane. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegerayîne navendên xwe.
HPG’ê li ser çalakiya lêdana tankera sotemenî, miduryeta gumrik û qereqola polîsan jî ev agahî da: “ Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dom dike de, 16’ê Gulanê saet 12:00’an li dijî tankereke ya sotemenî ya Tirk a li Deriyê Sînor ê Dîlûcû ya Îdirê çalakiyeke ya sabotajê pêk aniye.
Hem wext hêzên me bi xurtî li miduryeta gumrik û qereqola polîsan xistiye. Di encama vê çalakiyê de tankera sotemenî û hemû konteynirên li derdorî şewitîne û tine bûne, polîsên li deriyê sînor jî neçar mane birevin aliyê Azerbeycanê.
Piştî demekê wesayîta zirxî ya bi hewara wan hatin jî bûn hedefa hêzên me û bi xurtî lê hate xistin. Di vê çalakiya ku hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin de, gelek ambûlans û wesayîtên zircî kuştî û birîndar ji herêmê rakirin.
Artêşa Tirk ev demeke li devera nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzan ê Başûrê Kurdistanê bicih bûne. Hêzên me leşkerên li vî girî xistine kontrola xwe. Hêzên me 14’ê Gulanê ku demeke dirêj ev hêzên dijmin ên xistibûn bin kontrolê saet 08:40’î di çarçoveya Pêgava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastinê Medyayê dom dike de çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya bi awayê serdegirtinê de, ji du baskan ve pêk hat. Ji nêz ve li dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hevrêyên me çûn ser cenazeyên dijmin û çekek ferdî ya MPT-76 jî rakiriye.
Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê û helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, bi helîkopter, obus û topan dever bi dijwarî topbaran kiriye. Dîsa heman rojê hêzên me li dijî leşkerên bi helîkopterên Skorsky leşker didanîn herêmê çalakiyeke ya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Artêşa Tirk a piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin, neçar maye ku hemû leşkerên xwe veguhezandin baregehên leşkerî yên li Tepê Xwedê. Ti ziyan negihiştiye yekîneyên me yên ku çalakî pêk anîn.
Di 17’ê Kanûna 2018’an de li Licêya Amedê hêzên me wesayîtek xistine bi kontrola xwe ya ku sîxur tê de bûn. Hêzên me di heman rojê de li vê wesayîtê daye. Ev wesayît hatiye îmhakirin, 3 sîxur hatine kuştin û sîxurek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li herêmê operasyonek daye destpêkirin. Yekîneyên me di vê operasyonê de jî derbên giran li dijmin xistine. Di şerê 4 rojan de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin û rêhevalên me Botan (Velî Taşkiran) û Harûn (Ayhan Kuçukçelebî) piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûne.
Di 2’ê Cotmeha 2018’an de artêşa Tirk dagirker li gundê Erenler ê Sêrtê operasyonek daye destpêkirin. Di heman rojê de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şerek çêbûye. Hêzên dijmin di van şeran de nekariye bi pêş were û qada operasyonê bi balefirên şer bomberdûman kiriye. Di van bomberdûmanan de rêhevalên me Rûbar (Ramazan Hergul) û Sîser (Ridvan Korkmaz) şehîd bûne.
13’ê Gulanê spedeyê artêşa TC’ê ya dagirker bi tevlêbûna yekîneyên kontra li qada Cûdî ya Şirnexê, li qada Eynika operasyonek da destpêkirin. Yekîneyeke dijmin a ku tevlî operasyonê bûyî li dehma Çeperanê kete ber kontrola hêzên me. Yekîneya dijmin demeke dirêj di kontrala hezê me de ma û saet 05.30’î bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever bi taktîka sabotajê ew kirine amanca xwe. Ji vê yekîneya dijmin ku bûyî amanca hêza me 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi Skorskyê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji qadê rakirine. Ev operasyona ku hêzên dagirker dane destpêkirin, heman rojê saet 11.00’an bê encam vekişiyaye.
12’ê Gulanê saet 07.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Komasor a herêma Xakûrkê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kirin. 13’ê Gulanê dîsa balafirên şer qada Bektorya ya herêma Heftanînê bombe kirine.
Di rojên dawîn de medyaya şerê taybet a AKP’ê diyar dike ku wan kiryarên teqîna di 31’ê Tîrmeha 2018’an de ya li baregeha Sûsakê ya Gevera Colemêrgê girtine ya ku di vê teqînê de Nûrcan Karakaya û zaroka wê miribûn. Navê kesên hatine girtin tê dayîn û di çarçoveya şerê taybet de nûçeyên derew tê çêkirin.
Kesên bi navê Azad Zinar (Metîn Daşdemîr), Rojevîn Azê Korkmaz (Evîn Sevîm) û Serhildan Gever (Yavûz Bozkûrt) di 27’ê Îlona 2018’an de îxanet li gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kirine û teslîmî hêzên dijmin bûne. Ev kes bi dijmin re dixebitin û li Geverê karên kontrayî kirine.
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya şerê taybet diyar dike ku ev kes hatine girtin û ev kes kiryarên dayik û zarokê ne, yên ku di teqînê de miribûn. Divê gelê me yê Geverê li hemberî van kesên kontra bihistyar bin
Di 8’ê Gulanê de yekîneyeke me li qada Çalê ya Mehsertêya Mêrdînê li ser peywirê bû, rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî vî şerî hêzê me li qada Tehnavê jî ketine şer. Di vî şerî de gelek hêzên dijmin hatine kuştin û 2 rêhevalên me heta fîşekên xwe yên dawîn şer kirine û şehîd bûne. Nasnameya hevalên me yên şehîd wê piştre werin ragihandin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 12’ê Gulanê saet di 08.00’an de li dijî qereqola Şikêr a Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me bi awayekî xurt li nîzamiye û çeperên qereqolê dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me leşkerên li derdora Qereqola Basan a Îdirê xistine bin kontrolê. Di 10’ê Gulanê saet di 05.30’an de dema ku wesayîta zirxî ya panzêr leşker wergirt û ber bi qereqola Bassanê dikeve rê, hêzên me li dijî vê wesayîteke sabotajê pêk tîne. Ev wesayîta zirxî îmha bûye û 10 leşkerên di nava wê de mirine. Piştî çalakiyê leşkerên ku hatine mudaxele bikin, hêzên me li wan jî dane. Di vê çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin.
Hêzên dagirker piştî derbên giran ên hêzê me, xwestina bi gelek wesayîtên zirxî êrîşî qada çalakiyê bikin. Hêzên me li van wesayîtên zirxî jî dane û ev wesayît ji qadê dûr ketine. Artêşa Tirk a dagirker piştî demeke dirêj bi gelek ambûlansan hatine leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxînin. Hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.
Artêşa Giştî ya Tirk û medyaya wê ya şerê taybet di medyaya xwe de diyar kiriye ku di vê çalakiyê de leşkerek miriye û leşkerek birîndar bûye. Ev ne bi tenê çalakiyek e, operasyoneke taktîkî ye. Hêzên me li leşkerên di kemînê de jî dane û derbeke mezin li dijmin xistine. Artêşa Tirk a dagirker hejmara leşkerên xwe yên mirî û birîndar vedişêre. Divê gelê me girîngiyê nedin polîtîkaya şerê taybet ê AKP’ê.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 10’’ê Gulanê saet di 10’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li qada Tepê Ronahî ya Şemzînan Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Di daxuyaniya xwe ya 17’ê Nîsanê de me ragihandibû ku artêşa dagirker a TC’ê li navbera gundê Xinis û Girê Nasir ên navçeya Silopiya ya Şirnexê de rêyeke nû ya ewlekariyê çêdike, 16’ê Nîsanê di saetên sibê de hêzê me li dijî mekîneyeke ya kar a dema li ser rêya Girê Nasir kar dikir çalakiyeke ya sabotajê pêkanîbû û mekîneya kar bi temamî hatibû rûxandin.
Piştî vê çalakiya ku hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zanîn û şûnde li dijî wesayîteke kontrayê ya ku ji bo mudaxeleyê berê xwe dida herêmê cara duyemîn çalakiyeke ya sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku bi tememî wesayîta kontrayan hate rûxandin û gelek kontra hatin kuştin, li ser hejmara wan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Artêşa dagirker a TC’ê piştî van çalakiyan bi desteka yekîneyên veşartî li qadê bi qismî dest bi operasyona kiribû. Artêşa TC a heta 5’ê Gulanê paşmayên wesayîtan hê ji cihê bûyerê nerakiribûn, heman rojê piştî ku paşmayên wesayîtan hildan û şûnde li navbera Gundê Çemka û Zêtkê ya Silopyayê mayînek bicih kiribûn. Artêşa dagirker a TC’ê ya ku mayîn bicihkiribû, bi zanabûn û plankirî dema wesayîta du welatiyên me yên welatparêz ên bi navê Servet û Diyar Bîlen ve teqandine. Di encama vê plana nemerdane de Servet û Diyar ên bira şehîd bûne.
Piştî çalakiyên bi serketî yên gerîlayan ên demên dawî li dijî dagirkeriyê û şûnde, dewleta TC’ê dîsa lîstikên nû xistine dewreyê welatiyên me yên sivîl dikin hedef. Bi vê êrîşê dewleta TC a faşîst ne cara yekem e ku sivîlan dike hedef. Artêşa TC’ê heta niha li Kurdistanê bi hezaran sivîlên me qetilkirine. Artêşa Tirk vê êrîşa xwe ya bi pilan û zanistî ya li Silopyayê pêk anî, bi rêya çapemeniya xwe ya şer ragihandin ku PKK’ê kirine. Artêşa TC’ê ya qirker bi zanabûn û rêxistinkirî pêşeng, welatparêz û hemû gelê me dike hedef.
4’ê Gulanê li qada Findikê ya herêma Gabarê hêzên me yekîneyên dijmin ên operasyonê şopandin û saet 16:30’î li dijî baskekî operasyonê çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve li yekîneyê hate xistin û di encamê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
5’ê Gulanê saet 06:30’î li qada Navserê bi piştgiriya balafirên keşfê û helîkopterên kobra operasyonekê dest pê kir. Heman rojê saet 15:30’î hêzên me li qada Şehîd Aras xwe berdan nava hêzên dijmin û ji 2 baskan ve çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku bi rêbaza fedayî hate kirin, derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin. Di şer de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Dijmin saet 16:30’î 4 caran bi helîkopterên skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Hejmara windahiyên dijmin zêdetir e.
Arteşa TC a dagirker ku di du rojên destpêkê yên operasyonê de derbên giran xwar, 6’ê Gulanê operasyon berfirehtir kir. Li dijî yekîneyeke dijmin a li qada Şehîd Osman, heman rojê saet 16:30’î hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku bi sekvanî hate kirin, 4 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek birîndar bûn. Piştî çalakiyê, hêzên dijmin êvara 6’ê Gulanê bi rengekî bê encam xwe ji qadê vekişandin.
Di pêvajoya operasyonê de ku 3 rojan domiya, bi giştî 13 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Lê belê Fermandariya Giştî ya TC û çapemeniya şerê taybet, mîna her carê rastî berevajî nîşan dan û bi rengekî derewîn ragihandin ku 3 leşkerên dijmin mirine û hevalekî me şehîd bûye. Di operasyonê de hêzên me zerar nedîtin.
Ev pêvajoya çalakiyan ku nîşan dide bi rêbaza lêdana fedayî û afirîneriya taktîkî operasyon çawa tê têkbirin, di heman demê de bidawîkirina bi rengekî serketî ya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê ye. Her wiha destpêkirina Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever e. Em dibêjin, li ser bingeha biryardarî, fedayî û baweriya Apoyî, dewlemendî û afirîneriya taktîkî, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên jinûve ava bûne wê ti astengiyan nas nekin û di pêvajoya nû ya pêngavê de serketinê ji hêzên li herêma Botanê hemûyan re dixwazin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 7’ê Nîsanê (doh) bi roj saet 13:00 li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Lêlîkanê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin xistin, lê belê hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 4’ê Gulanê saet 14:10’an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hêzên me li dijî baregeheke dijmin a li ber Qereqola Bêzokê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me xwe berdan nava baregehê û ji nêz ve bi rêbaza birûskê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û ketin destê hêzên me. Hêzên me çûn ser cenazeyên 7 leşkerên dijmin û dest danîn ser çekên wan. 7 leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndarên dijmin dibe ku zêdetir be. Di encama çalakiyê de 5 çekên ferdî yên G-3, Çekeke BKC a otomatîk, rextê çeka G-3, zincîrek BKC û kaskekî hêzên dijmin ketin destê hêzên me.
Hêzên TC ên dagirker ku di vê çalakiyê de derba giran xwarin, derdora qada çalakiyê û gundên Sîrvan û Helena bi helîkopterên bi tîpa Kobra û çekên giran bombe kirin. Piştre jî xwestin li qadê lêgerînê bikin. Di vê demê de hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin nehate tespîtkirin. Çalakî weke bersiva li êrîşên li dijî dayikên Kurd ên fedakar û gelê me hate kirin. Hêzên me di van çalakiyan de zerar nedîtin.
Tevî ku encam wiha ye, Fermandariya Giştî ya TC û medya şerê taybet a AKP’ê ragihandin ku çalakî avêtina hawanê ye û bi nûçeyên derewîn hewl dan windahiyên xwe binixumînin. Li aliyê din jî bi nûçeyên derewîn ku îdîa kirin hêzên me zerar dîtine, hewl dan raya giştî bixapînin. Em; Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê rastiya şer her roj bi daxuyaniyan eşkere dikin û bang li gelê xwe, raya giştî dikin ku bi polîtîkayên şerê taybet ê dijmin nexapin.
Di 2 û 5’ê Gulana de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li Çelêya Colemêrgê hin rêzeçalakî hatine lidarxistin.
Di 5’ê Gulanê de saet di 01.00’an de şervanên me li Girê Xeregolê li leşkerên dagirker dane. Di vê çalakiyê li de çeperên dijmin hatiye xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.
Di 2’ê Gulanê de saet di 14.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li Qereqola Girê ya artêşa Tirk a dagirker xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine zelalkirin.
Piştî herdu çalakiyan dijmin bi çekên giran dora qada çalakiyê bomberdûman kirine û tiştek bi hêzên me nehatiye.
Di 30’ê Nîsanê de yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker li qada Xaçekê ya Pîrana Amedê kemîn danîne. Hêzên me ev yekîneyên veşartî xistine bin kontrola xwe û di 1’ê Gulanê saet di 12.00’an de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û hevrêyên me Viyan û Dîdar şehîd bûne. Hêzên dijmin piştre operasyon berfirehtir kirine û di 1’ê Gulanê de saet di 18.00’an de ji qadê vekişiyane.
Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li eyaleta Serhedê didome, 1’ê Gulanê bi roj saet 12:20’î li navçeya Başan a Îdirê, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke berfireh pêk anîn. Hêzên me konvoya dijmin a li ser rêya Qereqola Aydinlarê bû, bû hedefa hêzên me. Hêzên me ji cihekî hêz li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî xistin û ji ber derbên giran wesayita Kîrpî nekarî biçe. Hêzên dijmin ên xwestin dest li qada çalakiyê werbidin, bi 2 helîkopterên bi tîpa Atakê êrîş kirin, lê hêzên me derbên xurt li her du helîkopteran xistin. Ji ber derbên lê hatin xistin, yek ji van helîkopteran neçar ma bi lez xwe li Qereqola Aydinlarê deyne. Aqûbeta helîkoptera din nehate hînbûn. Li ser vê yekê artêşa TC a dagirker bomberdûmaneke gişran li qada çalakiyê û derdora wê kirin. Piştre jî ji herêmê vekişiya. Hate tespîtkirin ku di çalakiyê de bi giştî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin, lê tê texmînkirin ku hejmara windahiyên artêşa TC a dagirker zêdetir e. Hêzên me di vê çalakiyê de zerar nedîtin.
Roja 25’ê Nîsanê êvarê saet 19’an li ser rêya Amed-Çewlikê hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker xistin. Çalakî li nêzî gundê Kilêberê ya navçeya Licê bi rengê sabotajê hate kirin û di encamê de xisareke mezin li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra bû. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Hêzên dijmin piştî çalakiyê bi piştgiriya balafirên keşfê hatin cihê çalakiyê û bi ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar birin Licê. Di vê çalakiya serketî de ti zerar li hêzên me nebû.”