ŞENGAL- Dibin duruşmeya “Bi Rêxistinkirina Ciwanên Êzîdî, Em ê Pergala Îmralî Hilweşînin, Xweseriya Şengalê Mîsoger Bikin ” 2’emîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî hate li darxistin. 2’emîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî bi beşdarbûna sedan delege û mêvanan destpêkir.
Kongreya ku di seat 09:00 de destpêkir bi deqeyekî rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşê û şehîdên 74 fermanan hate dest pêkirin. Bernameya kongreyê bi axaftina vekirinê, bi xwendina perspektîfa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, temaşekirina sînevîzyona li ser têkoşînê û nîqaşên rojevê berdewam bike.
Xalên Rojeva Konreya 2’mîn a Yekîtiya Ciwanên Êzîdî wiha ye.
*Pirsgirêkên ku pêşiya rêxistinbûyîn û hêza xwe derxistinê de pêşiya me de dibin asteng
*Pirsgirêkên ku di milê aborî de debara(maîşeta) xwe û xwe bi xwe rêvebirin de derdikevin
*Pirsgirêkên ku di bin bandora dijmin de mayîn û ji çenda xwe , dîroka xwe dûrketin
*Pirsgirêkên ku nehatina perwerdê, rihê çalak dernexistin û koçberiyê
*Pirsgirêkên ku ji civakê qut jiyankirin û neitifaqbûyîn de yê ku derdikevin pêşiya me de