ŞENGAL – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyamekî bi dîmen ji 2’mîn Kongreya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî re şand û di kesayetê Şehîd Mam Zekî Şengalî û Bêrîvan Şengalî de hemû şehîdan bibîr anî û ciwanan silav kir.
Avesta di berdewamiya peyama xwe de got ku; “Di demekê evqas girîng de, bi xebatekî mezin hûn kongreya 2’mîn li xaka pîroz kom kir, gelekî bi wate û girîng e. Berî fermana 3’ê Tebaxê 2014’an Yekitiya Ciwanên Êzîdxan kongreya xwe ya yekemin çêkiribû. Piştî fermanê du konferansê xwe li darxistin û Yekîtiya Ciwanên êzîdxan hate îlan kirin. 5 sale bênavber kar û xebatekî pîroz tê meşandin. Di xebata parastinê de û bi hemu avayî xebatên li Şengalê û li dervayî welat ê civaka me ya Êzîdxan hate pêşxistin de pêşengtiya ciwanên Êzîdxanê rola wan sereke bû. Bi taybetî din ava YBŞ û YJŞ de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê berxwedan bilindkirin, Yekiniya Berxwedana Şengalê, Yekiniya Jinên Şengalê ji keç û xortên Şengalê û her wiha asayîşa Êzîdxan, hêza parastin xwe ji dost û dijmînan re daye diyar kirin ku dikare gelê xwe biparêze û tola gele xwe rake.”
Her wiha Sozdar Avesta bal kişan leyîstokên li ser ciwanan û got; “Em baş dizanine ku ji bo ku ciwan pêşengtiya civakê nekin, ji bo ku ciwan ew ciwantiya xwe, ew zindîbûna xwe, ew germbûna xwe, ew fikr û ramanê xwe yê diherîke her tim, ciwantiya wî/ê her tim tiştên nû diafirîne ji bo ku nekeve xîzmeta civakê lêyîstoka mezin li ser tê meşandin. Îro carekî din di tevahî welatê me de û di herêmê me de êrîşê herî dijwar, him êrîşê leşkeri him jî yê helandin û asimîlasyonê di serî de li ser ciwanan tê meşandin. Ciwan hêza sereke ya rih dayîna civakê ne. A avakirinê ne, a parastinê ne, a çandê ne û di heman deme a wêjeyî ne. Civak bi ciwanan tene naskirin. Faşîzm û dijmînê xwînxwar her tim dixwaze bi vê avayî pêşiyê ciwanan bigire.”
Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de got; “Civak rêxistinkirin ne tenê erke ciwanan e, erkê herkesi ya ku li wê qadê jiyan dike ye. Bi taybetî jî ji jinên Ciwan re dibêjim, kar û xebatekî tê meşandin, bîr nekin ku berê fermanê Jinên Ciwan Berîvan Şengal, Berîvan Arîn û her wiha Hevala Arîn û bi dehan zêdetir jinên ciwan a ku niha di nav parastin, kar û xebatê de cih digire. Ji bo vê jî hûn Jinên Ciwan xwe baş rêxistin bikin. Bibin a xwe, êdî hûn dikarin îradeya xwe xwedî derkevin. Hûn biryarê xwe bi xwe bidin, di derheqa jiyanê xwe de xwedî gotin bin. Xwedî gotinê mezin bin. Ez di wê baweriyê de me ku, hemu delegeyên ku ji derveyî welat, dîsa ji Rojavayê Kurdistanê, Cizîrê, Şehbayê hatine erkekî dikeve ser milê Ciwanên Êzîdxan jî rizgarkirina Efrînê ye. Vegerandina Efrînê erkekî ji bo ciwanên Êzîdxanê ya Efrînê ye. Bi van hestan ez carekî din kongreya we pîroz dikim.”