ŞENGAL – 2’emîn Kongreya Ciwanên Êzîdî ya ku Bi şîara “Bi rêxistinbûyîna Ciwanên Êzîdî pergela Îmrali hilweşîne, Xweseriya Şengalê mîsoger bike” ve hat li dar xistin dawî bû.
Kongreya ku bi sedan ciwanên Şengalê, Ciwanên Êzîdî yên ku ji Başurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê beşdar bû bi axaftina vekirinê destpêkir. Piştî axaftinan peyama endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta hate temaşekirin.
Piştî peyamê rapora 2 salan ya YCÊ hate xwendin û nirxandin li ser hatin kirin. Her wiha rewşa rêxistinî û siyasî hate nirxandin, pirsgirêkên Ciwanên Êzîdî hate nîqaş kirin.
Herî dawî meclîsekî ku bi 24 kesan pêk tê hate hilbijartin û soz dan. Kongre bi encamnameyekî dawî bû.
Encamnameya Kongreya Ciwanên Êzîdî wiha ye:
1) Di tevahiya bingeha xebatan de azadiya Rêber APO esas bê girtin
Kongreya 2. a YCÊ di şexse Rêber Apo de diyarî şehîden 74 fermana , Mam Zekî , tevahî şehîdan û berxwedanên çalakiya birçîbune e ku tecrîd lewaz kirina dikin.
2) Bi rihê ciwantî tevgerandin û têkoşîna nasnameya ciwantî dayîn
3) Tevhiya xebatan li ser esasên hemleya ‘’Em tecrîtê bişkînin, faşizme hilweşînin û xweseriya Şengale mîsoger bikin ’’ bêne plan kirin û bi rêve birin.
4) Tevahiya xebatên rêxistin kirin, perwerde û çalakiyan bi şiara ‘’ Serî Hilde, tecrîtê bişkîne, faşîzmê hilweşîne ‘’ ve werin meşandin û pêşxistin.
5) Bi zanebûna perspektifa vê deme ya rêxistin kirina gel û ciwanen ve , di tevahiya qadan de mal bi mal bê gerandin, seferbertiyeke rêxistin kirinê bê meşandin û tifaqe gel mîsaoger kirin.
6) Li hember alimandinen kevin ku wek nexweşiyeke herî mezin li hember nûbûn û pêşketina xebatên ciwanen ezidî dibin asteng, têkoşîneke ciddî bê meşandin, bi zanebûna ‘’ almendinên kevin, dijminê herî mezine’’ ve bê tevgerandin.
7) Li hemberî şêre taybet e ku kdp dide meşandin û munazamayên ku miletê me dixapînin lîstoken wen teşîr kirin û li ser xaka Ezîdxan dagirkeriye qebul nakirin.
8) Li hemberî derketina xariç, koçberî ,ji çanda xwe dîroke xwe durketin têkoşîneke bêhempa meşandin.
9) Jı xwe re întîqama 74 fermana û Mam Zekî wek armancek serekê dîtin.
10)Li hemberî zewaca biçuk, qalên û erîşen li ser jin xurtkirina têkoşîne.
11) Ji bo derxistina renge jinên ciwan girîngî dayîna kar û xebat , jinên ciwan wek hêzeke têkoşîne dîtîn û wek nasname qebulkirin ji xwe re esas girtin.
12) Tevlîbuna jin , hêza jin ,mafe jin wek îrade dîtîn û li hemberî hîşmendiyen ku jinên ciwan dixe mal, maf nadiye,wek îrade qabul nake , di pêşiya we de dibe asteng têkoşînek bêhempa meşandin.
13)Çanda xwe ,dîroka xwe naskirin û ji bo belavkirina we xebatek xurt meşandin.
14)Li hemberî maddiyata ku dijmin pêşxistiya şêre maneviyata meşandin.
15)Tevlîbuna YBŞ, YJŞ û Asayîşa Ezîdxan wek erkekî sereke qabul kirin ê xwe dîtin.
16)Navenda xebate ezîdiyan Şengal dîtîn û tanzîqa di navbera ciwanên Ezidî e Rojava ,Bakur û Avrupa avakirina tifaqî.
17) Ciwanên Ezidî e ku koçberbune bi taybet e ku li avrupana xwedî derketîna ezidiyatî û ji bo tevlibuna YBŞ û YJŞ xebat meşandin.
18) Li hember beşên ciwanên ku Ji ezîdxan berbi welatên avrupa ve direvin, xebatên zana kirina welatparêziyê, xurt kirina ruh û hestên welatparêziyê xebat bêne pêşxistin, ligel vî xebatên dijmin yên jibo meşandina vê karê bên deşîfre kirin û hedef kirin.