“Tevgera Azadiya Kurdistan, piştî pêvajoya bê çalakiyê ya ku di 1999’an de destpêkir û 5 salî berdewam kir, di 1’ê Hezîrana 2004’an de biryara berdewamkirin a têkoşîna bi çekdarî girt. Hîn devera bi îsrar digotin PKK êdî nikare bigihêje hêza xwe ya berê, bi pêngava di 1’ê Hezîrana 2004’an de destpêkir heya îro di nav pêvajoyê de Gerîlayê Azadiya Kurdistan, da nîşan ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn de hêza bingeh ew e.
PKK’Ê HEBÛNA XWE ZEXM KIRÎ YE
Pêngava 1’ê Hezîranê, berxedanek e ku komploger, xayîn, hevkar û dewleta dagirker a Tirk jî hêvî nedikir qewimî. Li hember êrîşê bi her awayî bi pêşketî berdewam kir. Bi vî awayî ew nirxên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di salê 1970’an de afirandin hatin parastin. Ya herî girîng jî PKK ku şoreşa Kurdistanê bi şexsê xwe de daye nîşan parastina hebûna xwe û bêtir hêzkirina wê hat temînkirin.
Xeta azadiyê ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat parastin. Bi vî awayî azadî û jiyana demokratîk ya gelê Kurd hate temînkirin. Tasfiyekirin a PKK’ê dihate wateya tesfiyekirina gelê Kurd. Ji ber ku têkoşîna PKKê nebe di rojhilata navîn de gelê Kurd gihandina jiyanek azad û demokrat ne pêkan e. Ji ber vê sedemê pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an bûye pêngavek dîrokî.
FEDERASYONA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI BERXWEDANA GERÎLA YA 1’Ê HEZÎRANÊ VE HAT PEJIRANDIN
Bi pêngava gerîla ya 1’ê Hezîrana 2004’an ve derbasî pêşiya mehkûm kirin a qedera reş a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bû. Dîroka azadiya Rojhilata Navîn a ku bi PKK’ê ve destpêkir. Bi pêngava 1’ê Hezîranê ve derbasî qonaxek e nû bû. Hêzên siyasî yê Başûrê Kurdistanê yê ku hevkariya komplo û tesfiyekeriyê dike jî bi pêngava 1’ê Hezîranê ve hebûna xwe domand û bi tevahiyê Tirkiyê xwe bi aliyê hemû cihanê da pejirandin. Ger pêngava 1’ê Hezîranê nebûya, têkoşîna gerîla pêşneketa Tirkiyê tu carî Federasyona Başûrê Kurdistanê qebûl nedikir. Ev rastiya bi aliyê her siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê yên hişliser ve tê zanîn. Gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane ku niha jî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bi têkoşîna PKK û atmosfera hêza siyasî ya ku afirandiye de çêbûye û tê parastin. Ne tenê gelê Başûrê Kurdistanê, Gelê Rojhilat û Rojava jî bipirsin ger PKK tunebûya rewşa we yê çawa bûya. Wê bigotana teqez me yê destkeftiyê xwe wendakira. Ji xwe dewleta nîjadkujer a tirk ji bo tasfiyekirina PKK’ê her rê û rêbaz bikar tine.
ŞERÊ TAYBET VALA DERKET
Di pêngava 1’ê Hezîranê li Kurdistanê dîsa serhildan mezin bûn. Dema dewleta dagirker a tirk fêm kir ku ew nikare vê berxwedanê bisekînin polîtîkayên xwe guhertin. Nêzîkatiyek ku sankî Kurdan muxatab digre nîşan da. Ji ber vê jî meşbûr ma bi riya navbeynkaran li Oslo yê bi rêveberiya PKK’ê û li Îmraliyê bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hevîdtînan pêk bine. Hin jî li Îmraliyê bi Rêberê Gelan Ocalan re hevdîtînan dikin.
Di pirsgirêka Kurd de ruxmê ku riyên çareseriyê ji bo wan ne mimkune, dîsa jî ji bo wext kezenc bikin û di çarçoveya şerê taybet û şerê pîskolojîk polîtîkayên çareserkirinê meşandin. Ev yek jî di heman demê de nîşan dide ku dewleta dagirker a tirk çiqasî tengav bibû. Ev di milê siyasî jî de tundiya teqînê rû da. Ji bo vê cend Kurdên hevkar û îxanetkar, û kesên li dijî Rêber APO û PKK’ê bikar anî. Dîsa li ser esasê tasfiyeya Federasyona Başûrê Kurdistan êrîş bir ser Tevgera Azadiyê. Kurdên hevkarê Akp’ê û bi destê Sererkanî (Genelkurmay) û kesên li dijî Federasyona Başûrê Kurdistan hamleya propagandaya reş da destpê kirin. Bi vî awayî xwestîn vê pêngavê asteng bikin. Lê bes bi biyarbuyîna mezin ya şehîdên têkoşînê ev kampaya qirêj jî têk çû.
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BI RIHÊ 1’Ê HEZÎRANÊ BERXWEDANA XWE DIDOMINE
Darbeya eskerî ya sala 1980’an, konzepta 1993-94’an, Komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an, operasyona Zap’ê ya di sala 2008’an çawa têk çû wê dewleta nijdakuj û temsîlciyê wê yê dawî Erdogan û ekîba wî encamê negrin. Dîrok û civak hikum daye, wê welatê Kurdistan û gelê wê teqez di nava azadiyê bijîn. Ji ber hêlima Kurd û Kurdistanê ji bo erdogan û dewleta tirk a dagirker tê wateya mirinê. 1’ê Hezîranê bi wan hêlên yên dîroka xwe tê zanîn… ”
NC/Mahir BOTAN