NAVENDA NÛÇEYAN
Dewleta tirk a dagirker û îttîfaka Akp/Mhp ya faşîst bi biyara şerê topyekun li dijî Gerillayên Azadiya Kurdistan bi artêşa xwe ya dagirker êrîş bir ser Başûrê Kurdistan li ser herêma Xakurkê û bi medyaya xwe û şerê taybet xwest binketina xwe veşêre.
Di roja destpêkê de artêşa dagirker bi derewan bombebarkirina herêmê bi dîmenên lîstokên komputerê yê bi navê ARAM 3 weşand û wusa nîşanda ku wan li Xakurkê wiha li hêzên gerilla daye.
Di rojê pişt de dema artêşa dagirker ji operasyonê encam negirt, xwe dîsa sipart medyaya xwe û şerê taybet. Bi îstastîkên derewîn serkeftina xwe ya xeyalî ragihand.
Roja 27’ê Gulanê seat 23:00’an artêşa TC’ê ya dagirker li dijî herêma Şehîd Derwêş û Şekîf yên herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê da destpê kirin. Hêzên dagirker piştî bombebarana giran a balafirên şer û helîkoperean bi danîna leşkeran a li herêmê xwestine hebûna xwe bidin nîşandan.
Dagirkerên ku li bin guhê berxwedana xurt a gerilla ketin, ji bo windahiyên xwe veşêre, îdîa kir ku gelek gerilla şehîd bûne, bi vî rengî hewl da têkçûna xwe veşêre û bi qareqara serketinên sexte raya giştî bixapînin.
Wek salek beriya niha di 24’ê Hezîranê de beriya hilbijartina dîsa êrîş birin ser Xakurkê û Avaşîn.
HPG BÎM der barê têkçuyîna dewleta dagirker a tirk li Xakurkê ev daxuyanî dabû raya giştî:
“Roja 30’ê Gulanê saetên sibê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Findikê ya herêma Gabar a Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me demekê yekîneyek a operasyonê xistin bin kontrola xwe û piştre di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar û Şehîd Medya Mawa ya li qadê hatibû destpêkirin, heman rojê saet 12:00’an li dijî yekîneya dijmin çalakiya sekvanî lidarxist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Roja 17’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çirav a Gabarê operasyon dabû destpêkirin. Hêzên me bi yekîneyekî dijmin a operasyonê re hate pêşberî hev û li vir şer qewimî. Di şerê giran ê li herêmê de 4 leşker û 2 kontra hatin kuştin. 3 hevrêyên me yên ku bi qehremantî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya şerê taybet nûçeya derew ku di vî şerî de hevrêyê me Rojbîn Gever şehîd bûye ji raya giştî re ragihand. Hevrêya me li ser erka xwe ye. Divê gelê me bawerî bi van nûçeyên şerê pîskolojîk a hêzên dagiker neîne. Agahiyên têkildarî nasnameyên 3 hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Hêzên me roja 28’ê Gulanê saet 01:30’an li li dijî nuqeteyên kontrolê yên POH (Tevgera Taybet a Polîsan) a li navenda navçeya Lice ya Amedê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de ji du baskan ve li klubeya polîsan hate xistin û kulubeye bi temamî hate rûxandin û gelek endamên POH’ê hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûrxist. Artêşa TC’ê bi temamî nuqteyên kontrolê hiştin. Yekîneya me ya ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştine baregehên xwe.
24’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li devera Geliyê Keşan a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribû û li qadê kemîn danîbûn. Yekîneyên me heman rojê yekîneyên kemîn danîbûn xistin di bin kontrola xwe de û saet derdorî 16:30’î li dijî vê yekîneyê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li dijmin hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê saet derdorî 22:30’î bi helîkopter û balafirên şer devera operasyonê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti bi gerîlayên me nehatine. Artêşa Tirk nûçeyên direw ên di vê operasyonê de gerîlayên me şehîd bûne belav dikin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên me yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin. Artêşa TC a dagirker ku hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên me de yên 29’ê Gulanê derbên giran xwar.
Hêzên me saet 09:00, 13:00 û 14:00 li dijî leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakurkê bi pêş ve biçin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin û derb li yekîneyên dijmin hate xistin, 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.
Saet 11’an li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin, lê hate tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirin bi giştî 5 leşker in.
Saet 14:30’î, hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.”