“Rewşa Herêmên Parastina Medya ji nêz ve dişopînim, her guhertina ku li herêm û Kurdistanê biqewime, bandorê rasterast li vir dike. Diyar bû hevdîtina li Îmraliyê qet bi dilê hinek kesan nebû, hinek kes naxwazin Rêber Abdullah Ocalan biaxive. Dema Rêber Ocalan bikare rola xwe bilîze, êdî ti wate û mefhûmeke wan namîne. Çawa hevdîtina bi parêzeran re tevahiya gelê Kurd, demokrat û azadîxwaz ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê hîn zêdetir bi hêvî kir û nîşan da ku bi berxwedanê serketin misoger e, aliyên din ên ku hebûna wan di xeterê de ketin panîkeke mezin û berjewendiyên xwe di tehlûkeyê de dîtin. Di vê demê de her helwêsta li gel rejîma faşîst a Tirk tê wê wateyê ku ew li gel çareseriyeke demokratîk û jiyana bihevre ya gelan in, ew Kurd jî bin, kî dibin bila bibin, ferq nake.
Dema AKP´ê dît bi hevdîtina li Îmraliyê re rûyê wî yê rastî derket û îhtimala binketina di hilbijartinên Stenbolê de zêdetir bû, neçar ma dest bi pêngaveke dijber bike ku bikare xwe ji vê rewşa binketî rizgar bike. Bi teknîk û balafirên di destê xwe de hema rojekê piştî bidawîhatina grevên birçîbûnê, êrişî Herêmên Parastina Medya kir. Îranê jî herêma Asosê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir. Nêçîrvan Barzanî bû Serokê Herêma Kurdistanê, Berhem Salih jî heman rojê çû Enqerê/Stenbolê. Dîsa Îranê sewqiyata eskerî li Rojhilatê Kurdistanê zêde kir, 4 kolber wê rojê hatin qetilkirin û gelek ji wan jî li herêma Pîranşarê birîndar bûn. Ev tiştên em dibînin û xuya dikin, tiştên piştperdeyê jî hene bêguman. Diyar e ne tesaduf in.
Naxwe, amadekariyek li ser partiyên Rojhilat heye, ji bo qaşo dema destwerdaneke muhtemel li dijî Îranê, ew hêz bikevin dewreyê, bêguman PJAK û KODAR li derveyî vê yekê hatine hiştin. PDK beriya niha bi demekê, bi wan hêzan re rûnişt. Balkêş e, civînên wiha li dijî Îranê nayên çêkirin û jixwe bi êrişa li Xakûrkê re diyar e hatine hişyarkirin. Jixwe, herêmên ku Îranê êriş jî kiriye, ew herêm in yên ku gerîlayên YRK lê dimînin. Ew partî ji berê ve ji aliyê hêzên derve û her wiha PDK´ê ve li dijî Tevgera Azadiyê tên sorkirin û bikaranîn. Bi eşkere diyar dikin ku nabe ezmûna li Rojavayê Kurdistanê li Rojhilat jî dubare bibe. Herî zêde PDK di vê de bi israr e.
Nêçîrvan Barzanî çawa wisa bi lez û bez bû serokê Herêma Kurdistanê me fêm nekir. Hikûmeta niha ya Başûrê Kurdistanê, hikûmeta malbatekê ye û ji bo yên din werin bêdengkirin, posta berdevkî û cîgirtiyê dane wan. Lê ev ya xuya dike ye, tiştên din jî hene ku em dikarin wiha behsa wan bikin. Tirkiye êdî nikare ji ber ambargoya li ser Îranê, petrola vî welatî bikire, êdî berê xwe daye Iraqê. Ji bo vê jî divê herêmên petrola wê heye, bixe bin kotrola xwe. Ya li Kerkûkê diqewime û nîqaşên ji bo êrişa li ser Şengalê – Di hevdîtina bi Iraq û Tirkiyeyê re hatiye nîqaşkirin – jî bi vê mebestê ne. Petrola Başûrê Kurdistanê jî jixwe garantî kiriye, wa Nêçîrvan jî bû Serokê herêmê. Dema Nêçîrvan Barzanî li ser piyan be, wê demê Tirkiye dikare Başûr talan bike û jê sûdê wergire, derveyî wê nabe. Dixwazim mijarekê eşkere bikim ku bi belge ye; beriya niha bi çend salan, Mesûd Barzanî di gelek hevdîtinên xwe de yên bi Tirkiye û hinek welatên derve re gotiye; ‘Divê Ocalan di bin tecrîdê de be, ji bo ez bikarim bi rola xwe rabim!’ Gelek caran ev daxwaz kiriye û israr jî kiriye. Ji bo hikûmeta niha ya li Başûr li ser piyan bimîne, ya rastir ji bo malbata Barzanî bidome, divê di serî de Rêber Ocalan, tevahiya Kurdistanê di bin tecrîd û dorpêçê de be. Her tim şer û dagirkerî wê hebe, qirrkirin wê hebe, ya îro jî diqewime ev yek e. Gotin û kiryarên wek yên Mesûd, van rojan dîsa hatiye kirin û kesên dîtine bi berxwedanê tecrîd têk diçe, ji tirsa desthilatdariya xwe ketine nava her cure peyman û hevkariyên qirêj. Her wiha di vê meha Gulanê de MÎT´a Tirk çend caran bi Zanyarî û Parastinê re rûniştiye û nîqaşên wê yekê kirine ka çawa li dijî Herêmên Parastina Medya êrişan pêk bînin. Bazarek çêbûye û hinek tişt hatine îmzekirin. Her wiha di civînekê de MÎT´ê malavahiya YNK´ê kiriye ji ber ku qada xwe ji wan re vekiriye û li dijî tevgera azadiyê êriş pêk aniye. Wan jî gotiye em ê hevkariya xwe bidomînin!
Jixwe Berhem Salih ji bo wê li Enqerê ye. Di van lihevkirinên qirêj de yên bi rola sereke radibin, kesên qaşo Kurd in. Her kes bila bizane, bi taybetî xelkê me yê Başûr, gelê Başûr dibe qurbanê pereyên petrolê. Ji bo wê tê kuştin, qetilkirin û ji bo wê ji cih û warê xwe dibe. Berhem Salih heta doh behsa Kurd û Kurdistanê dikir, roja welatê wî dihat bombebarankirin, li koşka Erdoganê qatil fitara xwe vedikir. Şîroveya zêdetir bila ji we re bimîne.”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Gelawêj Ewrîn