AGIRÎ – Mamosteyê werzîşê S.K. yê li dibistanek navîn a navçeya Bazîdê ya Agiriyê peywirdar bû, hat îdîakirin ku di 22’yê Gulanê de tecawîzê xwendekara xwe B.K. kir û hat binçavkirin. S.K. ê sewqî edeliyê hat kirin, piştî lêpirsîna dozger, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hat kirin. Mamoste S.K. di hizûra dadger de, îdîayên li ser xwe qebûl nekirin û got: “Ez bêsûcim.” Dadgehê piştî parastinê derbarê S.K. de biryara girtinê da û şand girtîgehê.