“Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştî 8 salan tecrîda girankirî bi parêzerên xwe re di 2’ê gulanê de hevdîtinin pêk anî. Encamê vê hevdîtinê di 6’ê gulanê ji aliyê parêzeran bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin.
Rêberê Gelan ji bo çareseriyê 7 xalên ku berê pêşniyar kiribû xwest were nîqaşkirin û bikevin meriyetê. Parêzeran cara duyemîn di 22’ê gulanê de dîsa bi Rêber Ocalan re hevdîtinek pêk anîn. Balkêşe di vê hevdîtinê de Rêber Ocalan gotibû tişta heye ne muzakere ne û wê helwesta dewleta tirk di navbera 30 rojên pêşiya me diyar bibe. Wisa xuya dike ku Rêberê Gelê Kurd ji bo çareseriyê rêyên nû peyda bike di nav hewldanên cidî de ye. Lê beramberî van hewldanên Rêberê Gelan, dewleta tirk ya dagirker asta êrîşkariyê bilind kir.
Dagirkeriya tirk piştî daxuyaniyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo çalakiyên grevên birçibûnê yên li dijî tecrîtê rawest e, dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê berfirehtir kir. Hewldanên dagirkeriyê wekî peyama li dijî daxuyaniyên Ocalan yên ji bo çareseriyê hate dîtin. Dewleta tirk êîşên piralî daye destpêkirin û ev rastiyeke wan e. Ev demek e beşeke başûrê Kurdistan dagir kirine. Armanca yekem ya dagirkeriyê ew e ku derbê li Tevgera Azadiya Kurdistanê bixin û armanca duyem jî dorpêçkirina Îranê ye. Niha rojeva herî sereke êrîşên dagirkeriyê ne.
Dewleta tirk tu caran dev ji siyaseta qirkirin û dagirkeriyê bernade. Di dema Osmaniyan û beriya Osmaniyan jî heman siyaset dihat meşandin. Êrîşên ku di serdema Osmaniyan de li hemberî Konfederasyona Baban dest pê kir, di roja me ya îro de dewam dike. Dewleta tirk ne tenê li bakurê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê jî kurdan qir dike û qetlîaman pêk tîne. Cîhan li hemberî komkujiyên Tirkiyeyê bêdeng e. Armanca komkujiyan ew e ku kurd maf û statu bi dest nexin û bi salan e ev polîtîka di meriyetê de ye.
Ev demek e dewleta tirk a dagirker perwerdehiya çawa ku bikaribin bi helîkopterê biçin cihekî û wan deynin û bi cih bikin dide çeteyên Cephet El Nusra/DAIŞ’ê. Ev çend roj in bi helîkopteran leşkeran datînin hinek deverê Xakûrkê. Wisa xuya dike ku bi helîkopteran çeteyan vediguhezînin başûrê Kurdistanê. Ev çeteyên ku dewleta tirk bi salane xwedî dike li hemberî başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Niha çeteyên DAIŞ’ê û Heyet Tahrîr Şamê ji bo berjewendiyên xwe yên piralî bi kar tînin. Li aliyekî ve li hemberî rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê dide şerkirin, li aliyê din ji bo desteka çeteyên din beşekê dişîne Lîbyayê û hinekan jî ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê bi kar tîne.
Her çiqas ev êrîş li hemberî Tevgera Azadiya Kurd be jî di esasê xwe de mebesta wan li çiyayên başûrê Kurdistanê bi cihkirina komên selefî û dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ye. Bêguman mebesteke din jî dorpêçkirina Îranê ye. Tirkiye dixwaze di çarçoveya siyaseta Amerîkayê ya li dijî Îranê de sûd werbigire.
Bi salan e kurd ji bo aştiyeke bi rûmet hewldanên xwe didomînin. Ocalan gelek caran dibêje ji bo aştiyeke bi rûmet amade ye. Dewleta tirk jî dixwaze ji siyaseta DYA’yê ya li dijî Îranê sûd wergire û dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê berfirehtir bike. Wisa xuya dike ku Amerîkayê ji bo êrîşan destur daye Tirkiyeyê. Lê ji Îranê re dibêjin li hemberî Tevgera Azadiya Kurd êrîşan pêk tînin. Tirkiye dixwaze li başûrê welat bi kevirekê du çivîkan bikuje. Armanc aşkera ye; dagirkirina Kurdistanê berfireh bike û Îranê dorpêç bike.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu