“Piştî em ji Dêrsimê derketin, pir dem li ser derbas bû. Êdî Dêrsim li pişt me ma. Tiştên hatine jiyîn, rêhevaltî di dilê me de cihê xwe girt, ji me re tenê bi bîranîn ma…
Em, îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji ew Geliyê Qirkirinê. Ew çemê ku bi sedan cesedên însanan avêtine, em ê pêxwas bikevin têde. Bi bêsebriyek mezin ez ê ber bi wir ve bimeşim. Piştî ku em ji girên Eledaxê hilkişiyan û daketin Geliyê Zîlan êdî li pêşberî me xûya dikir. Dema min ji wê bilindahiyê lê nêrî, li gel asêbûn û heybeta wê dîrok jî di serê min de zindî bû, laşê min tevizî. Di wê kêliyê de helbestê Musa Anter a li Kurdistanê newalên bi xwîn rêz dikir hat bîra min. Zîlan, Munzur, 33 Kurşun û Newala Qesaba. Derfetê Newala Qesaba û Geliyê Zîlan dîtin di kesayeta min de hêstên ku mirov nikare bîne ziman ava kiribû.
Piştî ku em ketin çema Zîlan û derbasî pêşberî avêbûn, bi berbangê re bi awayekî westiyayî em gihîştin noqteyê. Hevala Kînem û hevala Medya hema bi xew ve çûn. Ez û hevala Dorşîn jî me biryar da ku em çay çêbikin. Me herdû taştê xwar. Hevala Kînem û hevala Medya nexwestibûn em wan şiyar bikin. Jixwe piştî demekê ew jî şiyar bûn. Ji ber em ê bi şev biçûna Tendurekê, rêya me pir dûr bû, diviyabû me baş îstîrehet bikira.
Dilopên baranê niqûtîn rûyê min, ez şiyar bûm. Hevala Kînem bi çay çêkirinê re mijûl dibû, ji bo xwarinê gazî me kir, me xwarina xwar. Ewr tam hatibû girtin. Dema ji me re hate gotin, ger baran bibare em ê zû derkevin, me xwe kom kir û em derketin rê. Hîn em sed metro pêşde çûbûn, hewa vekir. Em mecbur man ku cihê lê em bisekinin. Hîn ji saetê tevgerînê re saetek mabû em derketin rê.
Her ku em dimeşiyan, zîrve nêz dibûn û hêstekê ku em serwerê hemû erdnîgariyane di me de ava dibû û piştî wê hêsta AZADIYÊ hemû hucreyên min dorpêç dikir. Helbet hilkişandina bilindahiyê jî wisa hêsan nîne. Bi bêhn çikiyayî, bi tempoyên ku xwezayî giran dibe re em bilindahiyan derbas dikin, dema em digihîjin duziyê êdî kes nikare me zeft bike. Ew cadeyên ku quryeyên me behs dikirin, piştî meşa evrazî ya bi saetan kişand vaye derket pêşberî me. Sipîtiyên ku di taritiyê de dibiriqin bala me dikşîne. Li van derana hîn berf neheliya bû. Êdî sermahiya wê hûn bifirikirin! Jixwe ji ber sermayê bi awayekî balkêş em pir lez dimeşin, wekî din germbûn ne mimkûn e.
Piştî ku em demek di vê rêyê de meşiyan Tendurek li pêşiya me dixûya. Di hundirê zomekê (li Serhedê ji gomên ku em dizanin, dibêjin zom) de me navber dabû, quryeyê me da diyar kirin ku, hîn sê saet maye. Her ku em ber bi quntarên Tendurekê ve diçûn bêhnekê ku mirov nikare tehemul bike belavî derdor dibe hebû. Piştî em ber bi ava ji kukurt derbasbûn me çavkaniya bêhnê fam kir. Saetek mabû ku hewa ronî bibe, em bi awayekî westiyayî dimeşiyan me hinek deng bihîstin. Piştî ku me reşatiya çar kesan dît, me fam kir hêzên qada Serhedê ne. Em pê pir kêfxweş bûn.
Piştî ku me silav da hevalan, ji bo em biçin noqtê heval ketin pêşiya me û em meşiyan. Dema em gihîştin wir hewa ronî bibû. Li wir tehtên navdar ên Tendurekê hebûn, jê re digoton “Kir”. Ev kevir ji teqînên volkanan çêbû ye. Beriya ez werim vir, min ji hevalan bihîstibû, ji ber kevirên wir pir tûj in, pêlavên hevalan pir zû diqetin. Bi rastî jî ji niha de pêlavên me derbe xwaribûn.
Ji ber bandora westandinê deqê carekê em ji hevalan dipirsin, ji noqtê re pir ma ye! Ew jî bê bersiv nahêlin. Yek jî ji grûbê derbasbûyî hevala Berfîn ji ber tenduristî li wir mabû. Min rewşa wê jî ji hevalan pirsî. Em di pêvajoya paşvekişîna 99’an bi hev re bûn. Li rê hinek zehmetî kişandibû. Lê rexmê her tiştî hevaleke bi hêz bû. Niha em bi wê re ji bo pratîkek tên gel hev û di wateya rêya Başûr ku me bi hev re temam nekiribû, em ê bi hev re temam bikin, ev hêstek pir xweş û bi wate ye. Ez di nav van fikran de dimeşiyam, heval li pêşber bendî me sekinîbûn.
Bi pêşwaziyek germ, me hev himbêz kir. Bi halê xwe yê westiyayî ji milekê ve me sohbet dikir, ji aliyê din jî me amadekariyên taştê dikir. Li vir av û dar pir kêm tên dîtin. Ji ber li her cihî dar nîne, heval ji cihên pir dûr tînin. Av jî ji sarincan pêyde dikin. Tama avê pir xweş e û weke cemedê ye. Lê taybetmendiya vê avê dema ku sabûn dikeve navê zûha dibe. Tişteke kîmyevî dihêle ku av zûha bibe. Yek jî axaftina “li Serhedê jiyan bi rojê re dest pê dike” pir diyarker e. Ji ber ku sermayek pir dijwar heye. Heval dibêjin, ev cihê em niha lê ne li gorî cihên din germ e. Li Cehennem Deresî havîn, zivistan ferq nake.
Li vir dijminê herî mezin qoricîne. Tevgera dijmin li gorî agahiyên tên dayîn pêk tê. Dema tespîta noqte tê kirin, zilam bi sizmayê dikarin werin heya gel wê noqtê, lê arazî ji bo pevçûnan pir xweş e. Heval dibêjin, ger di mermiya yekemin de tiştek neqewime, piştî wê pirsgirêk nîne. Piştî ku me di pir mijaran de agahî girt, derket holê ku divê çend roj em li wir li bendê bisekinin. Em ê li bendî hevalan bisekinin. Heman demî ew heval, kuryeyên ku me ji ser sînor derbas bikin in. Nexwe em jî heya wê çaxê îstîrehet bikin.
Di saetên êvarî de serma hîn zêde xwe da hîs kirin. Ji ber bataniyeke me hebû, şeva destpêkê em her pênç heval jî heya sibê me xwe du qat kiribû. Nobedarên sibê hevalên jin û nobedara yekem jî ez bûm. Dema ez çûm nobetê hevalê Bager di nobetê de bû. Dema ji min re got, “ez hîn nû hatime, niha biçe dûvre were” ez zivîrim mangê. Piştî saetek ji bo nobetê dîsa çûm cihê nobetê. Heval hişyariya baldarbûnê kir û çû. Dema ku min bi dûrbîn derdor kontrol dikir, min dît ku bi qasî deh hesp li pey hev dibezin.
Ez fikirîm min got, herhal li vir pir hesp hene. Dema min nobet dewrî hevala Medya kir, min hesp nîşanî wê kir û çûm mangê. Heval cihazê mezin vedikirin. Ji bo gohdar bikim, ez çûm gel wan. Di wê navberê de dema min ji hevalan re behsa wan hespan kir, heval gotin, qoricîne. Dema ku heval nêzîkatiyek cidî raber kirin, min ferq kir ku di gotinê de ez dereng mame. Me axaftina hevalê Cemal gohdar kir, me moral girt. Piştî wê derbasî mangê bûm. Hevala Berfîn û hevala Dorşîn xwarin çêdikirin. Ber bi êvarî me xwest ku em koz çêbikin, lê me rewş fikirî, ji ber ne guncav bû, me dev jê berda.
Wisa dixûyê ku em ê îşev jî heya sibê wisa bimînin. Ber bi êvarî ve dema nobedar dijmin ferq kir, hevalan ji bo keşfê belavî derdor bûn. Texmînên wek, dibe çavdêrbin, dibe operasyon hebin pêş diketin. Ez û hevala Berfîn ji ber dicemidîn, hevalê Bager û hevalê Savaş nan çêdikirin, em çûn gel wan. Armancê me bi agirê nan xwe germkirin bû, lê di vê navberê de em nan jî dibrêjin. Piştî ku ez ji dû bandor bûm, derbasî mangê bûm. Min ê çay çêkirina, hevalê Botan ji min re got, agir pênexe, ji agirê mangê jêr fêde bigire. Min jî çaydan tije av kir û daketim jêrê. Hevala Medya û hevala Dorşîn jî jixwe li wir bûn. Piştî xwarin û çay hate çêkirinê, em çûn mangê me xwarin xwar. Me pozîsyona xewê girtibû ku, hevalê Savaş destê wî de malzeme hate gel me û got, “heval ji ber rewşên awarte ev malzemeyan têxin çenteyên xwe.” Min jî got, temam û min ji dest girt. Beriya ku hewa ronî bibe hevalan me şiyar kirin. Hevalê Sîdar hinek nerehet xûya dikir. Piştî demekê di cîhazê de dijmin got, “me dîmenê du kesan girtiye” wê demê me fam kir ku, dijmin me ferq kiriye. Me hema bi lezgînî çenteyên xwe amade kir û dest bi manevrayan kir. Hevalê Sîdar hîn jî nerehet bû.
Di nav tehtan de em yek rêz li pey hev dimeşiyan. Em ji noqtê dûr ketibûn, hevalê Aram ji pişt gazî kir got, lez paş ve bikşên. Berî ku talîmatê hevalên pêşiyê hebe; paşve zivîrandina hevalan û teqîna mermiyan di yek carê de pêk hat. Em hemû ketibûn kemînê. Baş bû ku heval zû bersiv dan, em paş ve kişiyan û me xwe xist saxlemiyê. Me fam kir ku qoricî bi me re ketine pevçûnê. Saet heftê sibê bû û ev yek ji bo me dezavantaj bû. Wekî em difikirin nebû, berovajî çêbû. Qoricî hema agahiyên şaş didan leşkeran. Di cîhazê de dibêjin, birîndarên wan hene û hinek kes jî kuştîne. Ew di nav hewldanê hev dayîna bawer kirinê de bûn, me jî ji vê îstîfade kir û em ji wir dûr ketin. Bi rastî jî me erzan xilas kiribû; bi saya tirsonekî û xeşîmtiya qoriciyan. Em paş ve kişiyabûn û me xwe xistibû cihê ewle. Dijmin him bi dûrbîn hem jî bi cîhazê denetim dikir, tiştê ku cara yekemîn lê rast hatim û pê matmayî mam; sûbayê dijmin bi israr ji leşkerên xwe re digot, nekevin rîskê û wan paş ve dikişand. Helbet di wateyeke de bi mantiq nêz dibû. Tendurek ji seriyek heta seriyê din bi kevirên reş ve tijebûn, ketina wir karê wêrekî ye.
Dawiya vê rêyê jî xûya bû, ev rojana wê weke bîranîn ji me re bimîn in. Piştî roj çû ava, em hîn rehetir bûn. Hevalê Îsa ji çiyayê Agirî hatibû, lê ji ber operasyonê nekarî bigihîje me. Piştî têkilî bi cîhazê danîn, hevalê Kawa hevalekî girt gel xwe û çû wî bîne. Em jî bi tarîbûnê ve ketin tevgerê û me bi wan re hevdîtin çêkir. Piştî wê em çûn cihekê hîn saxlemtir. Di keşfa sibê de derdor aram bû. Dijmin paş ve kişiyabû. Me amadekariya çay kir û bi nanê dawiyê me taştê xwar û wexta îstîrehetê hat.
Di vê navberê de em fêr bûn ku, quryeyên me hevalê Botan û hevalê Kawa ne, em dikarin di nava du rojan de sînor derbas bikin, lê ji ber xetekê tenê ye ev jî zorî tîne û fedakartiyê dixwaze. Hemû heval di feraseta, çi pêwîst dike em ê bikin, tenê em sînor derbas bikin de bûn. Ber bi êvarî ve em çûn noqteyê nêzî avê. Grûbek heval çûn depoyê. Ji bo em ê sibê derkevin rê, divê em erzaqên xwe amade bikin. Çawa em gihaştin noqteyê heval gotin, “em ê biçin dara, bila du hevalên jin jî werin.” Ez, hevala Dorşîn bi giştî şeş heval bi pêşengiya hevalê Kawa em çûn daran. Piştî meşa bi saeteke em gihaştin mintiqeyeke bi dar, em sisê sisê ji hev qut bûn. Bi zor her yek ji me dar amade kir, bar çêkir, hemû heval dîsa gihaştin hev û ber bi noqtê ve bi rê ketin. Tarîtî ketibû erdê, lê ji ber tavahîv hebû me dikarîbû ji ser tehtan bimeşin, lê dema heyv çû me pir zehmetî kişand. Yek jî ji bo em ê sibê derkevin rê, me nedixwest em cihekê xwe biêşînin, em pir baldarî dimeşiyan. Dema em nêzî noqteyê bûn hevalê Kawa dengê gur derxist ku cihê noqtê tespît bike, lê ev îşareta wî bê bersiv dima. Me meşa xwe berdewam kir. Piştî demek em rastî hevalê Savaş hatin. Ji bo me bigire hatibû. Dema em gihaştin gel hevala, saet deh bû. Erkeke xweş bû. Ji bo sibê komek darên me çêbûn. Di vê navberê de pêlavên me kêmek din jî kevin bûn. Dîsa jî dikarin me bibin derveyê sînor.
Dema em şiyar bûn, karê me yê destpêkê agir pêxistin bû. Demek dirêj bû ku me sibê agir nikarîbû pêxistana. Piştî ku me taştê xwar, ez çûbûm quncikek min nivîs dinivîsand. Hevalê Aram hate gel min got, em ê di saet sisêyan de bikevin tevgerê û çû. Piştî wê min ji hevalên jin re saetê tevgerînê û pêwîstiya îstîrehetê vegot. Lê yek ji me jî nikarîbû xew bikira. Hevalên nanpêj dest bi karê xwe kiribûn, nan derdixistin. Ji ber li ber nan qatixên din nînbû, hevalê Cotkar ji bo rê helaw çêdikir.
Rast e, îro li Tendurekê roja me ya dawî ye. Piştî ku hevalê Sîdar bi gruba me re li ser rêya du şevan civîn çêkir, me bi hev re wêne kişand. Tabî ji ber li gel hevalan kamera hebû, pir kişandin. Piştî bangawaziya hevalê Çetîn a “hevalên ku diçin bila werin çaya dawiyê vexwin” me li ser piyan çaya xwe vexwar. Êdî wexta xatir xwestinê hatibû. Bi rêzê piştî ku me ji hevalan xatir xwest, bi pêşengiya hevalê Kawa û hevalê Botan me dest bi meşê kir. Demek şûnde dema ez zivîrim, min li pey xwe nêrî hevalê Sîdar li ser tehtekê rûniştibû, bi kamerayê me dikişand û heya em ji ber çav winda bûn kişand. Li Tendurekê me rojên bi wate jiyan kir û hevalên hêzên Serhedê bi rastî jî bi nêzîkatiyên xwe yên germ û tije hezkirin her wê bi me re bin.
Li xwe pir baş binêrin hevalno! SERKEFTIN!”