Artêşa Tirk li Herêma Başûrê Kurdistanê li pey çiye?
Artêşa Tirk li Herêma Başûrê Kurdistanê li pey çiye? Di demên derbasbûyî de di çapemeniya Tirkan de rojeva herî sereke operasyona li ser Bajarê Minbicê bû. Rojnamevanên wan dîsa xwe li ser sînor bi cîh kiribûn û her roj nîqaşên bê bingeh ên rastiyê berovajî dike pêş dixistin. Dewleta Tirk a ku dît di îhtîmalekî êrîşkirina Minbicê de wê hebûna wê bikeve xeteriyê ji vê xeyala xwe paş de kişiya. Piştî vê pêvajoyê Dewleta Tirk hevdîtinên xwe bi Hikumeta Irakê û bi Hikumeta Başûrê Kurdistanê re zêde kiribû. Ev hevdîtinên bi armanca êrîş û dagirkirina herêmên parastina medyayê pêş diketin. Ev yek bi daxuyaniyên rayedarên Tirk û pêşketinên di Irak û Başûrê Kurdistanê de şênber bû. Di warê aborî de Hikumeta ku tengav bûye û di îhtîmala şerê Îran-DYA (Dewletên Yekbûyî ê Amerîka) a ku pêşbikeve de wê ev hikumet hîn tengav bibe. Di Tirkiyê de jî hilbijartinên Stenbolê rojevin û di demekî wisa de Dewleta Tirk dest bi operasyonekî kir. Esas her tişt zelal li ber çave, armanca ji vê operasyonê, ev operasyon ji çi merheleyan derbas bû û hat vê astê hemu li ber çavin.
Dewleta Tirk, bi destûra ku ji kesên bê heysiyet standiye, li xaka Başûrê Kurdistan çi bixwaze dike. Ev yek dagirkirina xaka Başure û bi destûra hikumeta Herêma Kurdistan pêk tê. Ku ne gengaze bêyî destûrekî wisa ji hikumeta herêmê bigre, dest bi pêngavekî bi vî rengî bike.
Rojeva Başûrê Kurdistan li kêleka rewşa Îranê û qrîza aborî, operasyonên dewleta dagirkere. Di rojên derbasbûyî de dewleta dagirker li hember herêmên ku gerîllayên PKK lê ne dest bi operasyonekî kiribu. Ev operasyon di ragihandina tirk’an de pir zêde hatibe mezinkirin jî rewşa ku li wê herêmê pêş diket ne bi wî rengî bû. Li kêleka daxuyaniyên ser fermanderekî tirk a ‘‘operasyonekî ku li herêma Xakurkê pêk were wê encamên xwe yên leşkerî nebin’’, destpêkirina operasyonekî wisa bê gûman encamê lêgerên Akp-Mhp a dengên ji bo hilbijartina Stenbolê ye. Pêdiviya Hikumeta Akp-Mhp bi leşkerên mirî hebû û biryara vê operasyonê girtin.
Tê dîtin ku hikumeta Herêma Kurdistanê jî ketiye pey dengên akp-mhp. Hikumeta herêmê bi destûr dayîna xwe şîriktiya herî qirêj a vê sucê dike. Artêşa Tirk dijminê Kurdane û hikumeta herêmê jî vê dijminê tevî tang, top û balafirên wê, ew xistiye nava dilê Başûrê Kurdistan. Ji ber sedemên lêdanên balafira heta roja îro bi sedan mirovên medenî jiyana xwe ji dest dan. Erkê hikumetê ew bû ku hesabê van qetlîaman bipirse lê belê hikumet berde hesap pirsînê, ji wan kuştinan PKK berpirsiyar dît. Yekê nebîne wê bêje ev hikumet ne Kurde, dijiminê Kurdaye… Hikumeta herêmê erkê xwe yê hikumetbûne her tim li hemberî PKK bi kar aniye. Lê ji daxûyaniya serfermandarê artêşa tirk tê fêmkirin ku, dijminê Kurdan Dewleta Tirk fêm kir nikare PKK ji vê herêmê derxe, mixabin hikumeta herêmê hîn jî fêm nekiriye. Hikumeta herêmê xeta xiyanetê ji xwere wek qible girtiye dest û bi girêdanbûnekî pir mezin rojê 5 caran berê xwe dide wê qiblê û xiyaneta xwe dike!
Lê herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê Artêşa Tirk di nav liv û tevgeran de ye. Îro bi balafirên bê mirov bang li gûndiyên herêmê kirin, gotin; ‘‘mala xwe, xaka xwe vala bikin.’’ Ev dewlet vê cesaretê ji kê digre ku ji aliyê din ê sînor tê ser xaka te û ji gelê wê herêmê re, ji gelê ku di wê herêmê de ji dayîk bûye, jiyan kiriye, miriye û gora xwe li wê kolaye dibêje ji vir derkeve!? Ev hikumet xiyanetkar û belayê herî bê rûye ku hatiye serê gelê Kurd. Ji ber sedemên polîtîkayên şaş herêm xistin nav qrîzekî pir giran û niha jî bi firotina xaka Başurê Kurdistan dixwazin ji vê qeyranê xwe xilas bikin.
Dewleta Tirk bi xeyalekî dest bi vê operasyonê kiribû, lê xeyala wê têk çû. Ne çapemeniya wê dikare leşkerên mirî bi kar bîne, ne jî artêşa wê dikare ji herêma ku ketiyê derkeve! Hêzên Gerîlla di roja destpêkê a operasyonê de 16 kuştiyên dijmin ji raya giştî re ragihand. Niha emê li benda daxuyaniya serfermandarekî an jî rayedarekî tirk bin ku wek 2008 di operasyona ZAP’ê de kirin, bêjin ‘‘Me leşkerên xwe ji wê herêmê wekî ku mirov mûyekî ji nav rûnê bikşîne kişand û anî’’ bidin. Ger hêzên Gerîlla destûr bidin wê leşkerên wa ji herêmê derkevin. Ew jî pir gengaz xûya nake.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Bawer Întîkam