“Demên dawî de pevçunên devkî û amadekariyên şer di navbera Amerîka û Îranê de, rojeva siyaseta cîhanê dagir kiriye. Serokê DYA Donald Trump hêj ne hatibû hilbijartin di amadekariyên hilbijartinê de sinyala, ger ku were hilbijartin despêkê wê zextan li ser Îranê zêde bike, dabu. Trump, pêngava yekem xwe ji hevpeymana çekên nukleer vekişand û ambargo danî ser Îranê. Amerîka, dît Îran projeya xwe li her derê Rojhilata Navîn bi taybet İraqê belav dike, zextên xwe zêde kir û xwe ji bo şer amade kir. Di vê pêvajoya amadekariyê de Iraq weke baregehek navendî ji herdu aliyan ve tê bi karanîn.
Şer Di Hindirê Îranê de Bi Ambargoyê Destpê Kiriye
Îran di aliyê Nükleerê de bi qasî ku qala wê dike ew qasî li pêş nîne. Lê ji bo armanca xwe ya li ser bingehê mezhebî pêk bîne, di welatên cîran de, di herêma Asya û welatên Ereban de ji bo hegemonya xwe ava bike û xeyalên împeratoriyek berfireh pêk bîne, di xwaze bibe welatekî xwediyê çêkirina taybetmendiyên Nükleerê.
Îran di çar welatên Ereban (İrak, Suriye, Lubnan û Yemen) de, beriya ku bibe xwediyê çeka nükleer gihişt armanca xwe. Ji ber ku bi hezaran milisên bi çek li van welatan bi cih kiriye û bandora xwe belav kiriye. Ev jî bu sedem ku di dema Barack Obama de, Amerika tevlî hevpeymana çeka nukleer bibe. Lê hevpeymana çeka nukleer ji bo rêveberiya Donald Trump weke gefek mezin tê dîtin. Rêveberiya Trump, ne tenê mijara çeka nükleer, stratejiya siyaseta Îranê ji bo xwe gef dibîne.
Demeke dirêje ambargoya ku Amerika daniye ser Îranê, bi taybet di aliyê aborî de gelek tiştan bi Îranê dide wenda kirin. Wisa diyare ku ji qezenca beriya niha salekê, nivê wê wenda dike. Ji ber ku li Îranê rêjeya bê kariyê gihiştiye ji sedi 13 e. Ev tê wateya ku li Îranê bi sed hezaran kes bêkarin. Bi hezaran kes xwarina rojane nikarin peyda bikin. Îran, her sal ji bo milisên xwe yên li Suriyê, Lubnan, Yemen, İrak û gelek welatên din bi milyon dolaran pere xerc dike. Lê ji ber ambargoya Amerîka, êdi ji bo dayîna vî pereyî zehmetiyan di kişîne. Eger ku ev wendakirin berdewam bike, bêy şerekî çekdarî wê Îran bi xwe ber bi hilweşandinê ve biçe. Ango mirov dikare bêje ku Îran di hindirê xwe de di nava şer deye.
Êrîşên Îranê Amerîka Xist Tevgerê
Piştî daxuyaniyên bi gef di navbera herdu aliyan de, di 12 Gulanê de, du ji wan yên Erebîstanê, 4 gemiyên ticarî ku li berava Fuceyre (nêzî Îmarata Erebî-Birleşik Arap Emirlikleri) rastî sabutajê hatibun. Disan di 14’ê Gulanê de, li Erebistana Siudî du kargehên pompe kirina petrolê bi ‘’drone’’ hatin bombekirin. İmarata Erebî û Şêwirmendê Parastina Navnetewî yê Amerîkayê îdea kiribu ku li paş van êrişan Îran heye. Îranê her çi qasî ev îdea red kirin jî, Amerîka ket tevgerê.
Amerîka, li hemberî gefên Îranê bi armanca xwe parastinê beriya niha 2 heftî, gruba keştiyên balafirên şer “USS Abraham Lincoln” û 4 balafirên bombardomanê yên B-52 û gelek corên din yên çekan sewqî Benderê (Liman) kirin. Pentagon, piştî vê sewqiyatê, gemiyek din tipa “USS Arlington” û batarya parastina hewayê tîpa Patriot şand herêmê û bi balafirên F-15 û F-35 li ser herêmê tor avêtin. Serokê giştî yê Amerîkayê biryara şandina hezar û 500 leşkerên din ji bo Rojhilata Navîn Îmze kir. Piştî vê sewqiyata leşkerî tansîyona herdu welatan gihişt asta herî jor.
Li aliyê din, dolar di Îranê de gihişt asta herî bilind. Di heftiya dawiyê de, Tumenê Îranê di dîroka xwe de cara yekem li hember dolarê Amerîka ew qasî bêqimet bu. Li Îranê 1 milyon 200 hezar Tümen 100 dolar bu, di nava heftiyekê de gihişt 1 milyon 540 hezar Tumen.
Li Paş Amerîka Gelek Welatên Ereban Hene
Beriya niha du sal, li paytexta Suudî Erebistanê Riyad’ê sê civînên bilind bi tevlîbuna welatên Ereban û welatên Kendavê, ji bo niqaşkirina krîzên siyasî, aborî û civakî hatin li darxistin. Serokê Amerîka Donald Trump yekem seredana xwe ya ji bo dervey welat li Suudi Erebistanê pêk anî û tevlî van civînan bu. Niha jî dîsan şerên ticarî û ekonomî berdewam dikin, têkiliyên siyasî di navbera aliyan de di rewşekî pevçunê dene. Tê payîn disan di demekî herî nêzda ji bo niqaşkirina rewşa heyî di navbera heman welatan de li Mekke yê, sê civînên bilind bi navê ‘’Kendav, Ereb Û cîhana Ereban were li darxistin. Îhtimalek mezin pevçunên di navbera Îran û Amerîkayê de jî di civînê de were niqaşkirin. Êrişên li ser keştiyên Suudi Erebistan û Îmaratê, li ser Îranê maye. Eger ku Îran li hember Amerîka gav paşde ne avêje, derketina şerekî di navbera herdu aliyan de, dibe ku ev welat piştgiriya Amerîka bikin.
Navenda Şer Îraq e
Di şerê navbera Îran û Amerîka de rewşa siyasî ya İraqê hema bêje belavî du gruban buye. Aliyên nêzî Îranê aliyên nêzî Amerîka. Beşbuna aliyan bêy ferqa nasname û mezheban hemu alî têde cih digirin.
İrak welatek e ku, di bin destê Amerîka de hatiye avakirin. Piştî dagirkirina Amerîka, di Iraqê de blokên Sunnî-Şieyan çêbun û ji wir şunde tekoşîna hêzê û şerê mezhebî destpêkir. Despêka avakirina hikûmetê de sistemekî ku ji berê de weke kevneşopî hatî amade kirin heye. Her meqamekî hikumetê li gorî rêjeya kursiyan hatiye parvekirin. Li rexmê hilbihartinên qaşo demokratîk jî guhertin nîne, desthilatdarî heman hêz û heman hişmendiye. Ji ber cîrantiya İraqê bi Îranê re û zêdebuna desthilatdariya Şie’yan yek ji welatên ku herî zêde Îranê bandora xwe têde daye avakirin İraq e. Amerîka jî bi heman şêweyî hema bêje li tevahiya welatên Rojhilata Navîn bandora xwe belav kiriye. Belavbuna bandora Îranê, di rêza yekem de Amerîkayê aciz dike.
Amerîka beriya niha çend mehan biryar da ku hêzên xwe ji Suriyê paşde bi kişîne. Çend yekîneyên xwe ji Suriyê vekişandin İraqê û ev biryar da rawestandin, paşê yekîneyên xwe yên li İraqê bi şêwazekî bi plan li baregehên xwe belav kir. Diyar bu ku, armanca vekişîna Amerîka tenê dorpêçkirina herêmên ku Îran lê di mîneye. Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, ji ber tevgerên li Bendavê, bang li karmend û giştî welatiyên xwe kirin ku İraqê bi cih bihêlin. Leşkerên Almanya yên li İraq û Başurê Kurdistanê perwerdeya leşkerî didin, bi daxuyaniyekê karên xwe dan sekinandin. Piştî daxuyaniya Almanya, Holanda jî karên xwe yên leşkerî li İraq û Başurê Kurdistanê dan sekinandin. Piştî vê hişyariya Amerîka, Emîrên Yekbuyî yên Ereban (Îmarat), Suudi Erebistan, Behreyn û Kuweyt daxwaz ji hemwelatiyên xwe kirin ku ji İraqê derkevin.
Li hemberî van pêngavên Amerîka, Îran di cihê xwe de temaşe nekir. Wezîrê karê derve Cevad Zarîf çu Bexda û bi Serokkomarê İraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusi û gelek aliyên din yê siyasî re hevdîtin pêk anî. Di van hevditinan de têkiliyên siyasî û aborî yên herdu aliyan hatin niqaşkirin. Piştî hevditina Zarif, Adil Ebdulmehdî daxuyanî da û diyarkir ku ew di şerê Îran û Amerîka de alîgir ninînin. Ji bo şer rûnede ewê navbeyînkariyê bikin.
Şerê Çekdarî Îhtimalek Lewaze
Şerekî di navbera Îran û Amerîka de, ji nêzde İraqê bi giranî bandor dike. Şerê di navbera herdu aliyan de ne tenê di aliyê siyasî, parastin û leşkerî de wê di aliyê aborî û civakî de jî İraqê nerênî bandor bike. Di herdu aliyan de ger ku İraq piştgir be disa wê rûbirûyê krîzek din ya mezin bibe.
Daxuyaniyên bi gef yên Serokê Amerîka Donald Trump û Şêwirmendê Parastina Navnetewî yê Amerîka John Bolton, îhtimala şerekî çekdarî dide pêş. Lê dibe ku ev tenê ji bo tirsandin û şiyarkirina Îranê be jî.
Li aliyê din daxuyaniyên Wezirê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarif, ‘’Em çekên nükleer nahilberînin, li gel me hilberina çekên nükleer hatiye qedexekirin’’ ihtîmala şerê çekdarî li ser Îranê lewaz dike.
Li gorî amadekarî û pêngavên hatine avêtin, Amerîka dixwaze belavbûn û bandora Îranê bi taybet li İraqê bide sekinandin û lewaz bike. Ji bo wê jî eger di navbera wan de şer rûbide, bawer nakim ku di hindirê Îranê de şerekî çekdarî hilkeve. Dibe ku ji bo bêbandor kirina milisên Îranê li İraqê, şerekî çekdarî demkurt hilkeve.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Çîçek Botan