ŞIRNEX – Hat diyar kirin ku berî serdana Wezîrê Karê Hûndir a dagirkeriyê Suleyman Soylû ya ji bo baregehek leşkerî ya li Elkî, li ser dikandaran hatiye ferzkirin ku alê bi dikanên xwe ve bikin.
Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, bi boneya Cejna Remezanê baregeheke leşkerî ya Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê ziyaret kir û bi leşkeran re nimêja cejnê kir.
Hat diyar kirin ku berî serdana Soylû, duh di saetên şevê de, polîsan zest li dikandaran kirine ku alê bi dikanên xwe ve bikin.
Hat dest nîşan kirin ku polîsan, ji bo wesayîtên li ser rêyên çûnûhat û cadeyên bi tenê jî, bi hincetên cuda cezayê pere birîne.