NAVENDA NÛÇEYAN
Rastiya civakê bi destê mirovan hatiyê ava kirin. Di vê rewşê de ava kirina civakek xweşik, civakbûyînek bi wate di destê me daye. Ava kirina civakek baş, rast dîsa ava kirina civakek xirab jî di destê me daye.
Îro cîhana ku em tê da jiyan dikin, rastiya civakbûyîna ku hatiye ava kirin di xwe de dihewîne. Di rastiya civakbûna ku di destpêka dîroka mirovahiyê de hatiye ava kirin û civaka îro de pir mesafeyek mezin heye. Civakbûyîna ku di destpêka mirovahiyê de hatiyê ava kirin, giredayî feraseta jiyana wan hevgirtîn, hevparî, hevkarî wekhevî, dadî, bi taybetmendî û zihniyetek azad jiyana xwe didin berdewam kirin. Em dikarin bidin diyar kirin ku mirovên despêkê ji bo hebûna xwe berdewam bikin, li hember mercên xwezayî û pêwîstiyên jiyanî hatina gel hev şêwayek jiyanê ji xwe re dane ava kirin. Mirov lewaziyên xwe ferq kirine û bi civakbûnê xwe bûne hêz. Em dikarin bidin diyar kirin ku di roja me de şêwa û têkiliyên wisa di jiyana Aborjînan de tê dîtin. Lêkolînên ku li Brezilya, hatine kirin di pîgmêntên ku hatine keşif kirine de, li Efrîqa pir qabîleyên ku bi vî şêwayî jiyan dikin hatine dîtin. Di heman demê di sala 2013 de li Moxolîstanê qabîleyên ku bi koka xwe Tirkin hatine dîtin. Di şunên cuda cuda de têkiliyên civakên ên wisa em dikarin bibînin.
Beriya ku em pir dûr biçin, mînak; li Kurdistanê civakên gundan têkiliyên wan xwe dispêre hevgirtin û piştgîrî yê. Di civakên wisa de dema ku yek nexweş dikeve alîkarî dayîn dane hev, di çandina zêviyan de, di kom kirina berhemên çandînî yê bi şêwaye îmece hevkarî, di dawetan de piştgîrî dayîna hev di nava jiyana gundan de em dikarin taybêtmendiyên hevbeş, piştewanî bibînin. Em bala xwe bidinê di rojame de di civakên gundan de her çiqas di bin bandorên pergala serdest û di bin bandora formen civakên cuda de mabin jî lê hinek taybetmendî û xweseriyên jiyana xwe parastin.
Her wisa dibe ku pir êceb jî were lê, cihê ku herî zêde kapîtalîzm xwe tê de kûr kiriye li welatên Ewrûpayê, nîqaşên weke; mirovên baş kîne? Mirovê xirab kine? Hebûna pîvanên wisa dide diyar kirin, em di vir de jî dibînin ku feraset, çand û exlaqê ku civakên destpêkê dane ava kirin çiqas bi hêz dane ava kirin.
Rastî vekirî, tazî û eşkere ye. Ji ber ku dibêjin rastî ji tazî bûne hez dike mixabin li rex van rastiyan, rastiya ku li ser direwên pir mezin hatine ava kirin heye. Maldarî, mûlkîyetî- maddî, diz, ezezî-tinê xwe hizrîn, ji rêgezên exlaq dûr, ji civakbûyîn rev û hwd. rastiyên wisa tê jiyan kirin. Ev rastiya ku îro tê jiyan kirin ji nirxên mirovahî, ji rastiya civaka xwezayî dûr in. Îro vê rastiyê îlîm ji me re dibêje.
Desthilatdarî ya ku di despêkê de jin xistine qêfesê de, bi xwe re kole kirina mirovan aniye û jiyan li mirovahî yê bûye kâbus. Ji wê rojê heya roja me, mirovahî ji aliyê zihniyeta desthilatî, tûndî, ket xwarî yê ve hatiyê dorpêç kirin. Mirovahî bilî ku xwe ji vê rizgar bike, ketiyê bin bandora vê hovîtiyê û bûye şopdarê wê. Ji bo xwe bi şibînê hewildaneke pir mezin dide. Lutkeya ku hovîtiya kapîtalîzmê tê jiyan kirin hema em dikarin bibêjin ku ketiye nav hucre yên civakê. Hema em dikarin bêjin ku mîrateyên civaka xwezayî hatiye perçe kirin. Civak ji cewherê xwe hatiyê qût kirin. Ezezîtî, tine xwe hizirandin, her wisa li hember zihniyeta zilimkar, çewisandina vê hêzê edî hatiyê fêr kirin ku xwe vekişîne qalikê xwe. Pergala kapîtalîst civak aniye asta bê çare bûne. Lê belê pêwîste em ji bîr nekin ku ev rastî hatiye ava kirin. Rastiya ku ji aliyê kapîtalîzm ve hatiyê ava kirin, rastiya bêçare kirina kes û civakê ye. Civaka ku pergala kapîtalîst ava kirî, ( civaka ku hatiyê belav kirin ) mîsoger rastiyê şane yên civakbûn perçe perçe kirine. Heya ku şanê yên civakê neyên perçe kirin ne gengaze ku pergala kapîtalîst xwe bi cih bike, ne gengaze ku bikare ketxweriyê bike û wek dixwaze nikare mêtingeriyê pêş bixe. Modernîta kapîtalîst pergalekî wisa diz û ked xwe re. Bê gûman dema ku Kurdistan dibe mijara nîqaşan pêwîste em mêtingerî ya ku tovên asîmîlasyon, nîjadkujî ya ku reşandî li ser van axan û tevkûjî ya ku pêk anî jî em dikarin lê zêde bikin. Dewletên mêtingerî welat û axên ku desteser kirî bi awayek pir dijwar pêk anîne. Pelçiqandine, biçûk xistine. Di rastiyê de Kurdistan cihekî ku tu caran metîngerî jî qebûl nekiriye ye. Rastiya ku derdikeve holê bi giştî ji holê rakirin armanç kiriye û fîzîkî, çandî, dîrokî, aborî ji holê rakirin bi rêbaza nijadkujî nêzî kurd û Kurdistan bunê. Ji bo ku pergal nîjadkujiyê pêk bîne û çandê ji holê rake, pêwîste hebûn û çanda wî gelî berovajî bike, biçûk bêxe, ji çav bêxe. Wê demê wê were astek wisa ku kes yan jî civakên ku ketine bin mêtingeriyê wê ji çanda xwe, ji nirxên xwe birevin û berbi xwe înkar kirine vê biçin. Piştî ev pêk anî ji bo desthilatdariya xwe ya mêtingerî pêk bîne civakên ku xistiye bin mêtingeriyê de çanda xwe hêdî hêdî bi wan dide xwarin. Bi demê re vê mêtingeriyê ew qas dide pêş ku gel-civak bi demê re giştî ji nirxên xwe yên çandê tê dûr xistin. Navê vê rastiyê nîjadkujî ya çandê ye. Hêzên mêtinger, ji bo serkeftin dest bixin pêwîste di ava kirina civakê de ser bikevin. Ava kirina ku hêzên mêtingerî didin ava kirin mîsoger wê ji mêtingerî ye wêdetir neçe û wê mêtingeriyê sazûman bikin. Weke ku me li jor jî daye diyar kirin tîştên ku pêk were nîjadkujî yê.
Niha dema ku em pirsgirêkên hatine ava kirin nîqaş dikin, li ser gotûbêj dikin, dema ku em derbazî çalakiya wê dibin mîsoger ji bo dest xistina azadiyê ye. Sedemên wê diyarin, hêzên metînger ji bo ava kirine, dîl giritina me di destpêkê de bi rêbaza leşkerî piştî wê jî hewlda ku çanda xwe bi zorê bi me bide xwarin. Mîsoger rastiyên ku derdikevin holê ji rastiya civaka xwe dûr ketine. Heta, em dikarin bêjin ku rastiyek raste rast ketina bi xizmeta wan û rastiya felç bûyî ye.
Belê di roja me de li Kurdistanê destpêkirina erkên ava kirinê, karên ku tên meşandin mîsoger ava kirina azadiyê ye. Ji bo vê dema ku li Kurdistanê xebatên civakî hatin destpêkirin û gavên ku wê werin avêtin wê were fêhm kirin ku çiqas xebatek bi wete û bi nirxe. Ji ber ku ev xebat pir bi nirxe. Em bala xwe bidinê hêzên metînger, li hember kesên ku van xebatan dimeşînin êrîşên xwe yên herî dijwar pêş dixe. Kirdarî yên herî tûnd-hişk li hember kesên ku xebatên ava kirinê bi rêve dibin pêk tîne. Diyare ku heya li Kurdistanê têkoşîna netewa demokratîk dewam bike ev rewş wê bi domê.
Ji bo ku em bikaribin kevirên civakê ji nû de ava bikin, pêwîste em bi zanibin kevirên civakê ji aliyê metîngerî û modernîte ya kapîtalîst çawe hatiyê rûxandin? Avahî ya civakê çawe hatiyê xirab kirin? Bi vê zanistê emê dest bi xebatên ava kirina civakê bikin.
Li kurdistanê rûxandin mîsoger herî zêde li ser hest û raman hatiyê çêkirin. Ji bo vê jî pêwîste, beriya her tiştî bi awayek sexlem ava kirin di hestan de were pêşxistin. Destpêkê emê hest û ramanên xwe ji hestên metîngeriyê rizgar bikin ku em bi karibin bikevin riya azadiyê. Di destpêkê de yên aydê dijmin ji dilê xwe, mejiyê xwe û ji bedena xwe derxînin û bavêjin ku em bikaribin bikevin riya hizrandinên xwe û destpê bikin. Ev bi xwe wetaya ava kirinê yê.
Ji bo ava kirinê xala duyem, rûxandina ku modernîta kapîtalîst di me de daye ava kirin, ruxandina civakbûnê ye. Cihê takekesî, xwe perestiyê, tenê xwedîtinê, tenê xwe hizrînê pêwîste ku ava kirina civakbûyînê, civakbûyîn ji nû de dest girtin pêşbikeve. Nêzîkatiyek ava kirin bingeh girtin pêwîst dike, ji bo ku em bi karibin ji nû de xwe ava bikin. Kesên zana dane diyar kirin ku jiyana şaş rast nayê jiyan kirin bi rêyên tên zanîn çûna cihan, her wisa ew cih eşkere bûne û tên zanîn. Di vê babetê de girîngiya xwe heye. Ji bo ava kirinek bi tendûrst vere ava kirin di çerçoveya her du xalan de dema vekirinek çêbû wê dor were xebatên din ên ava kirinê. Bêguman dema ku em nêzî pirsgirêkên civakê dibin bi nêzîkatiyêkî yekpare digirin dest. Lê belê di hemû avayan de xalên hevpar rêxistin bûyîn e. Beriya her tiştî pêwîste em vekirinek mezin bi şêweyê jiyanek rêxistînî pêşbixin.
Emê çi bikin? Emê çawe bikin? Emê li ku derê pêşbixin? Wê çiqas wext bigire û emê çima çêbikin? Bi van pirsan li ser bingehek xurt plansazî pêşxistin wê serkeftinê bine. Berovajî vê hemû kar û xebatê ava kirinê wê nîvço bimîne.
Xebata herî girîng jî pîştî sazûmankirina kar, derbaz bûyîna çalakiyê ye. Destpêkê emê di milê zihîn de amede bin, piştre di asta îbadet kirinê de, tiştên ku di zihîn de hatine eşkere kirin emê pêve werin girêdan û derbazî jiyanê bikin, bi zivirînin çalakiyekî xurt. Em bala xwe baş bidinê ev yekparebûna hizir, zikir û çalakiyê ye. Bi coşa enerjiya ku di vê yekparebûnê de derdikeve holê dema derbazî çalakiyê bû encamên pir mezin wê bi xwe re bîne. Bê gûman kemasiyên ku wê derkevin û aliyên ku kem mane emê carek din di sefînka hizir, zikir û çalakî de derbaz bikin, xeletî û kemasiyên xwe sere rast bikin.
Di rastiyê de erkên ava kirinê erkên azadî û azad kirinê ye. Li ser vê perspektîfê civak girtina dest berê xwe zivirandina ava kirinê di mirov de coş û keyfxweşî dide ava kirin. Xwe tevlî kirina her Kurdistanî pêwîste, ev xebat di vî demî de xebatê herî bi wate eslî ye. Di vî demî de çoşek herî mezin, keyfxweşî bi xwe re bîne pratîk kirina xebatên ava kirinê ye. Ev di şibe, dema ku Hz. Nûh piştî tufanê ji kêştiya xwe dadikeve û dest kar û xebatê ava kirinê dike. Bi kurtasî xebatê ava kirinê dane destpê kirin û xwe tevlî van xebatan kirin girîngiyek xwe dîrokî heye.
Çavkanî: Komunar