BRADOST – Balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din herêma Bradostê bomebaran kir û di encamê de 3 pêşmerge bi giranî birîndar bûn.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Îro danê sibê carek balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Mêrgereş ya li Geliyê Şêx Zazanî ya dikeve ser herêma Bradostê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de agir bi deşta Hêrt ya herêma Bradostê ket.
Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de piştî bûyerê 3 pêşmergeyên hêza 70’em berê xwe dan cihê bûyerê. Lê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker carek din herêmê bombebaran kirin.
Balafiran raste rast pêşmergeyan kir hedef. Di encam de her 3 pêşmerge birîndar bû. Lingê pêşmergeyek jêbû.
2 ji wan pêşmergeyan birayê hevin û yê din jî pismamê wane. Pêşmergeyê bi navê Xuşewî Mîkaîl bi giranî birîndar bû.