KOLN – Gerîlayên HPG’ê şehîd Adîl Sunger (Lecwan Munzur), şehîd Rûhat Tabak (Çekdar Botan) û şehîd Cemile Sunger (Viyan Bahoz) ku Hezîana 2016’an bi bombekirina artêşa Tirk a dagirker li ser Qadên Parastina Medyayê şehîd bûbûn li bajarê Kolnê yê Elmanya ji milê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate bibîranîn. Di bîranînên malbat û hevrêyên herdu şehîdan û herwiha gelek Kurdistanî jî amade bûn.
Bîranîna şehîdan bi yek rêzgiritin destpê kir û bi axaftina endamê TCŞ Şiyar Gabar berdewam kir. Şiyar di axaftina xwe de bal kişand ser drûstbûn, sadebûn, û xwezaytiya herdû şehidan û got Çekdar û Lecwan bi xebatên xwe ên bi watedar erkek mezin daye ser milê Ciwanên Kurd. Şiyar diyar kir ku ew ê hertim li ser şopa şehîdan bimeşin û daxwaz û hêviyên wan pêk binin.
Dayika şehîd Lecwan jî di bîranînê de amade bû û der barê şehîdan ev gotin anî ser ziman: “Bi Lecwan re 7000 hevrêyên wî û ew kesên ku xeyalên wan nîvço maye bedana xwe dan ber mirinê. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin bedana xwe dan ber agir. Ez bejna xwe li ber şehîd Viya Çekdar, Lecwan û hemû şehîdên şoreşê ditewinim. Em ê teqez têkoşîna wan biserxinîn.” Dayika şehîdan Lecwan axaftina xwe bi sloganên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bidawî kirin.
Bîranîna şehîdan bi sloganan bi dawî bû.