SILÊMANÎ – Rêxistina Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer wê li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê li Silêmanî meşek navendî lidar bixin.
Îro li bajarê Silêmanî endamên Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer daxuyaniyek hevpar dan û ragihandin ku ew ê li dijî dagirkeriyê meşek lidar bixin.
Di daxuyaniya ku ji mile Qanî Xelil ve hate xwendin wiha hate gotin: “Destpêkê em êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û li ser tevahî Kurdistan şermezar dikin û berxwedana gerîlayên Kurdistanê silav dikin. Dewletên dagirker wek Tirkî, Iran û Irak êrîşên dagirker li ser Kurdan ferz dike. Taybetî li herêmê wek Xakurkê û Kerkûkê cihê ku Kurd tên qewitandin û zeviyên wan tê şewitandin êrîşên dagirker bi tundî didomin. Em ê li dijî hemû êrîşên dagirker dakevin qadan û wan êrîşan şermezar bikin û bişkînin. “
Di dawiya daxuyaniyê de bal kişand li ser dagirkeriya li herêma Sidekan ku armanca vê dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistane û hate gotin ku pêwîste hemû gelê Başûr li dijî vê yeke rabin ser piyan û helwesta xwe nîşan bidin.
Di pêşengtiya Ciwanên Başûrê Kurdistan wê di 12’ê Hezîranê de li bajarê Silêmanî meşek navendî li dijî êrîşên dagirker li ser Başûr û tevahî Kurdistan bê lidar xistin.
Herwiha Ciwanan daxuyakirin ku di 14’ê Hezîranê wê li Qendilê dîsa çalakiya mertalê zindî destpê bike.