NAVENDA NÛÇEYAN– Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal, berxwedanên li Kurdistanê û Ewropayê ku bi berxwedana grevên birçîbûnê ve bi pêş ketin û hevdîtinên bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê ku wek encameke van berxwedanan pêk hat û dagirkirina Efrînê ya Dewleta Tirk a dagirker nirxand;
“Em di pêvajoyekê berxwedanê ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şikand re derbas bûn. Hûn di vê pêvajoyê de berxwedanên ku bi pêşengiya dayikan ve dest pê kir çawa dinirxînin?“
– Heke em bixwazin mezinahiya berxwedana dayikan fêm bikin, divê ewilî em qala bibîryarbûna berxwedana grevên birçîbûnê ku dilê dayikan dişewitand û dixiste kolanan bikin. Li Kurdistanê û cîhanê gelek çalakiyên greva birçîbûnê qewimî ne. Lêbelê çalakiya greva birçîbûnê ku di 08.11.2018an de bi pêşengiya Leyla Güven ve dest pê kiribû, bi her aliyên xwe ve pêşîn e. Bi zêdebûna hêjmarên çalakvanan, li Kurdistanê, Rojhilata Navînê, welatên Ewropayê û di serî de Qanadayê û hemû cîhanê bi berbelavbûna berxwedanan ve û her wiha ligel lîstikên şikandina çalakiyê ya dewleta Tirk, ev berxwedan, bi gihîştina armanca xwe ve wek çalakiyekê bêhempa di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. AKP, di 12’ê Çileyê de, ango di roja 66. ya çalakiyê de dixwest ku bi hevdîtina Mehmet Öcalan ve çalakiyê bişkîne lê serneket. Û dîsa di 25’ê Çileyê de, ango di roja 79. ya çalakiyê de bi serbestberdana Leyla Guven ve dixwest çalakiyê bişkîne û biqedîne lê negihîşt armanca xwe. Bi çalakiyên fedaiyê ku di Adar û Avrîlê de li hemberî tecrîdê qewimîn re jî berxwedan gihîşte lûtkeyê. Di 30’ê Avrîlê de, ango di roja 174. ya çalakiyê de jî komeke 15 kesî çalakiyên xwe vegerandin rojiya mirinê. AKPê, ji cendekên nû ku ji girtîgehê wê derkevin û ji pey re jî pêşketinên civakî ku îxtîmalekê wê pêk werin tirsî û di 2ê Gulanê de destûr da ku parêzer dikarin herin Îmraliyê. Ligel hevdîtina 2’ê Gulanê, çalakvan ji ber ku baweriya xwe bi AKPê neanîn di 10ê Gulanê de bi koma duyemîn a rojiya mirinê ya 15 kesî ve cardin peyamên xwe yên bibîryarbûnê dan. AKP, li hemberî vîna bibîryar mecbûr ma û di 22’ê Gulanê de destûra hevdîtina duyemîn da. Berxwedana dayikan zorî da faşîzmê û deriyên Îmraliyê vekir. Tiştê ku hêz daye berxwedana dayikan û dayik rakirin ser piyan, bibîryarbûna giyana 14ê Tirmehê yên zarokên xwe bû. Yên ku herî zêde govanên vê vîna bibîryar bûne dayikên ku zarokên wan ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê mirin dabûn ber çavên xwe bibûn. An berxwedan bigîhişta armanca xwe an jî şehadet jênerev bûn. Piştgiriya gel a li hemberî vê berxwedana mezin jî lewaz bû, kolan û meydan vala bûn; heke wisa here jî ji bo zarokên wan tehlûke li ber deriyê bû. Tiştê ku dayikan derxist kolanan vê bêdengiyê bû. Bi teybetî jî bêdengiya ciwanan ku pêşengiya gel bikirana, tiştê ku nayê pêjirandin bû. Berxwedana dayikan, li hemberî vê bêdengiyê bertekekê ye. Divê di serî de ciwanan, hemû gelê Kurd vê rasteqîniyê baş fêm bike. Mîna berxwedana zarokên xwe berxwedana dayikan jî biheybet bû. Li hemberî her cureyên êrîşên dewletê dayik paşde gav neavêtin û ev jî li ser rayagiştî bandora xwe çêkir û tîfaqa faşîst AKP-MHPê xiste zoriyê û dawiya dawî deriyên İmraliyê hate vekirin.
“Bi bangawaziya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê qediyan lê berxwedana gelê Kurd gihîşte asteke nû. Divê ev berxwedan ji aliyê gelê Kurd û ciwanên Kurd çawa were bipêşxistin?
– Di vê pêvajoya “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistan Azad Bikin” de gava ewil bi serkeftinekê re bi encam bû. Helbet jî tecrîd wek temamî ranebû lê hatiye şikandin û dewleta faşîst mecbur ma û gavek paşde avêt. Peyamên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji gelê Kurd û rayagiştî re gihîştin; ev, destkeftiyek mezin e. Di vê pêvajoyê de armanc hilweşandina faşîzmê ye. Divê gelê me vê bibîne ku Dewleta Tirk a faşîst ku ev 100 sala siyaseta tunekirinê dimeşîne di asta belavbûyînê de ye. Dewleta Tirk, ji ber ku li hemberî gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin him di aliyê aboriyê de pêvajoya hilweşînê de ye him jî di aliyê siyasî pêvajoya belavbûnê de ye. Bi bilindkirina têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ve divê hilweşîna faşîzmê bi leztir bikin. Ji ber vî yekî gelê me yê li Ewropayê û ciwanên Kurd divê rola xwe bileyizin û di hilweşandina faşîzmê de seferber bibin. Potansiyela gelê Kurd, li Ewropayê pir e. Gelê me yên ku ji her çar perçeyên Kurdistanê hatine, divê bi bîreweriyek neteweyî ve rola xwe bileyizin. Hilweşîna dewleta Tirk a dagirker, ne tenê li Bakur, li her çar perçeyên Kurdistanê dawiya mêtîngeriyê bîne. Divê Tevgera Ciwanan, li ser esasî paradîgmaya Rêbertiyê him li aliyekî ji ciwanên çar perçeyên Kurdistanê re xwe bigihîne û him jî li aliyekî li hemberî faşîzmê têkiliyên berfireh a Enternasyonal çêke.“
“Peyamên ku di 2 û 22ê Gulanê de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şandin, ji aliyê gelê Kurd û ciwanan ve çawa were xwendin? Helwestên Ewropayê li hember pêşketinên dawî çawa ne? Wek gelê Kurd û ciwanan, divê çi encam ji peyamên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derxînin?
– Sekna İmraliyê ku di hevdîtina ewil de 7 xalan parvekiribû, ji sekna Deklarasyona Newrozê ya 2013ê xurtir e. Ji bo ku peyam were belavkirin, divê baş were fêmkirin û xebitîn. Rêber APO, li gor esasa paradigmaya xwe ya azadiyê di pirsgirêka Kurd serî de di pirsgirêkên Surî û herêmê de xwediyê îdia ye û di fikra çareseriya siyasetek demokratîk de ye û di vê bingehê de jî dixwaze em baweriya xwe bi pêvajoya bînin û bixebitin. Rêbertî dibêje “Divê werin halekî bi min re bikaribin bimeşin”, ango di bingeha bi yekbûna giyanî û hişmendiyê tevgerîn û ji bo rêhevaltiyê jî xurtbûnek îdeolojîk û felsefîk dixwaze. Ji ber wê jî teqez paradîgmaya azadiyê were xûnaftin. Tevlîkirina her sê hevalên xwe li daxuyaniya çapameniyê tê wateya; di qadên ku em lê ne bîryarên hevpar werine girtin û şêweya rêveberiya teng were terikandin. Gotina “hevdîtin ne muzakere ye, nêta wan di 30-40 rojan de xuya bibe“, tê wateya tu pêvajoyek li holê nîne. Jixwe operasyonên ku di dema hevdîtinê de dest pê kiribû û dagirkirina Başûr hê jî berdewam e.
– Çalakiya greva birçîbûnê ku 6 meh û 20 rojan berdewam kir, di rayagiştiya Ewropayê de bi berfirehî hate hêvotin. Têkoşîna Rêber APO û ramanên wî cara ewil e ku ev qad di çapameniya Ewropayê de hate nîqaşkirin û hêvotin. Rêxistinên civakî ya neferma, akademîsyenan, mirovên navdar a zanistiyê û xwediyê xelata Nobelan, gelek parlamenterên partiyên cuda piştgirî dan vê pêvajoyê. Ji bo ku tecrîd were rakirin Konseya Ewropayê bîryar girt, Parlamentoya Gallerê bîryar girt, serokwezîra Îngîlîstanê Theresa May daxuyaniyek da û ji bo rakirina tecrîdê bang li dewleta Tirk kir. Bi greva birçîbûnê re rayagiştî hîn hestiyar bû û AKP jî mecbûr ma paşde gav avêt. Lêbelê dewletên Ewropayê ku navenda pergala qapîtalîst in, ji ber berjewendiyên xwe hê jî ji pirsgirêka Kurd xwe dûr dihêlin. Lêbelê qeyrana moşekên S-400an di navbera Tirkiye û Amerîka û NATOyê de pirsgirêk dide jiyandin û bi ser de polîtîkayên Dewleta Tirk a li Suriyeyê ku li hemberî Kurdan dimeşîne jî di têkiliyên Tirkiye û tîfaqên xwe de pirsgirêk dide jiyandin. Sedema van qeyranan polîtîkayên Dewleta Tirk a çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Lê tişta ku dewleta Tirk naxwaze bipêjirîne heye; ew jî Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji çaresernekirinê bihurtiye. Li Tirkiyeyê heke pirsgirêka Kurd çareser nebe qeyran naqede û rastiya bêyî PKKê çareserî jî nabe xwe daye pêjirandin. Ez bawer im di demên pêş de li dewletên Ewropayê de hîn diyar bibe.“
“Hevdîtinên ku bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re pêk tên tê çi wateyê? Piştî hevdîtinan operasyonên Dewleta Tirk s dagirker li Qada Parastina Medyayê (Xakurkê) tê çi wateyê? Armanca TCê çi ye?
– Di hevdîtinên Rêber APO û parêzeran da diyar e ku hevdîtin an jî muzakere nîne; Ango tu pêvayoyek nîne û tu guhartinek di polîtîkaya li hemberî Kurdan şerê topyekûn a Dewleta Tirk de nîne. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat ango li her çar aliyê dijminahiya Kurdan berdewam e. TC, li her aliyê hilweşînek aborî-siyasî û xitimandinek dijî. Bi operasyona Xakurkê ve dixwaze rojevê biguherîne, bi vî awayî Stenbolê dîsa bi dest bixe û di Qada Parastina Medyayê de bibandor bibe. Lê operasyona dagirkirinê ya Dewleta Tirk ji bo gerîla ferdendeke mezin e; fersenda derbe lêxistina kujer û hilweşandina faşîzmê. Gerîla, vê fersendê bi awayekî baş wê binirxîne û ji bo ku Dewleta Tirk li Xakurkê operasyon daye destpêkirin wê poşman bike. Ev, hilweşandina faşîzmê hîn zûtir wê bike.
“Li Îdlibê tê gotin ku Dewleta Tirk û serçete Erdogan li hemberî rejîma Esad û Rûsan wenda dike. Hûn di mijara polîtîqayên Dewleta Tirk a Surî de çi dikarin bêjin?
– Polîtîqaya Surî ya Dewleta Tirk a faşîst hilweşiya. Rûsya û rejîma Esad li gor berjewendiyên xwe Dewleta Tirk xebitandin û hemû çete komî Îdlibê kirin. Di vê merhaleyê de Dewleta Tirk an bi çeteyên Selefî re an jî Rus û Surî ve pêv biçe. Her du îxtîmal jî ji bo Tirkiyeyê pirsgirêk e. Ji ber polîtîqaya Dewleta Tirk a “lêbes Kurd sernekeve“ polîtîqaya Surî hilweşiya. Di demên pêş de Dewleta Tirk, cihên ku çete dagirkirine an wê berde Rejîm û Rusan an jî wê berde Hêzên Bakur-Rojhilatê Suriyê. Çeteyên TC, li Surî hêzeke dagirker e. Vî tiştî rejîm jî hêzên Bakur-Rojhilat a Surî qebûl nake.“
“ Êrîşên komkujiyê Dewleta Tirk û çeteyên wê berdewam dikin. Lê li hemberî vê sekna hêzên navneteweyî çi ye? Di şexsê Efrînê de li ser Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilat a Surî çi plan hene? Tiştên ku tê destê we hene?
– Di dema ku Rusya hewşenga hewayî vekir û Efrîn hat dagirkirin de, Amerîkayê ku digot “Hewşenga hewayî li destê Rusan e, em nikarin mudaxele bikin“, dema ku Rejîm û Rus li Îdlibê êrîş bir li ser çeteyan mudaxele kir. Mijara esas ew e ku, yê ku Efrîn dagir dikir TC bû û dagirkirina Efrînê jî ji bo Amerîka bêkêr bibû Amerîka dengê xwe dernexist. Him hêzên Qoalîsyona Navneteweyî, him Rus û Rejîm bi sedemên cuda piştgirî dan dagirkirina Efrînê. Sedema dagirkirina Efrînê, bi zorî gel dan koçkirinê û êrîşên hovane û bêdengiya hêzên navneteweyî ev in. Şert û mercên Efrîn û Herêma Xweser cuda ye. Lîstikên ku li Efrînê hatine lîstin, nikarin li Rojhilata Feratê bikin. Azadiya Efrînê, xwesteka gelê Kurd a herî bingehîn e. Li herêmê dengeyên hêzê her û her diguhere. Pêşketinên ku Efrînê di bin bandora xwe de bihêle di rojevê de ne. Ji qeyrana Îdlibê vir ve çeteyên Dewleta Tirk her biçin wê bikevin tengasiyê û ji axan vekişîn. Çeteyên Dewleta Tirk ku di aliyê aboriyê û siyasiyê de hildiweşin, nikarin li hemberî Hêzên Azadiya Efrînê bisekinin. Di mijara azadiya Efrînê de a diyarker têkoşîna gelê me yê birêxistinî ye.“