BEHDÎNAN – Navenda Ragihandi û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên wan ên YJA Star di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 8’ê Hezîranê ango îrosaet 04:45’an de li dijî yekîneya artêşa Tirk a dagirker a li girekê ji bo ewlekariya Qereqola Wargenima a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek kirin. HPG’ê got: “Di vê çalakiyê de ku li çeper û kozikên leşkeran ên li gir bi xurtî hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hewanan qad bombe kirin.
7’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 07:00’an devera Şehîd Bêrîtan a girêdayî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyên hêzên me nîne.”