NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameger Erdogan Altan ku demek li başûrê Kurdistanê ye û çavdêriyên xwe yên li ser êrîşên dewleta tirkê yên li ser herêma Bradostê nivîsî. Altan ku bi niştecihên herêmê re jî axiviye bi awayekî zelal hem herêmê dide nasîn hem jî pêşketina van êrîşên artêşa tirk û armanca wê radixe ber çavan.
Çavdêriyên Altan ên li herêmê wiha ne;
Operasyonên artêşa tirk li dijî axa Herêma Kurdistana Federal ku dikeve sêgoşeya Tirkiye Irak û Îranê bi salan e berdewam dike. Artêşa tirk bi taybetî bi balafirên şer, tang û topan bi salan e li dijî herêma Bradost ku dikeve ser sînorê sêgoşeya Tirkiye, Iraq û Îranê, operasyonan li dar dixe. Li herêmê artêşa tirk piştî bombe dike bi helikopteran tîmên taybet û yekîneyên taybet sewqî wê herêmê dike. Piştî operasyona hewayî û leşker sewqî herêmê kirin, di navbera yekîneyên artêşa tirk û herîlayên HPG’ê de şerê dijwar rûdide. Di 27’ê gulanê de balafirên şer ên F-16 herêm bombe kir û bi helîkopteran yekîneyên tîmên taybet li herêma Gundên Kanîreşê, Xelifan û Sîran operasyon li dar xistin. Piştî balafiran herêm bombe kir, dahl, rez, bax û bostanên gundiyên herêmê zerarek mezin dîtin. Li herêmê cara duyemîn balafiran bombe kirin û sewalên welatiyan hatin kuştin. Welatiyan bertek nişanî hikumeta Tirkiyeyê da. Gundiyên herêmê diyar kirin ku armanca Tirkiye ewe ku herêmê bê mirov bihêle.
Gotinên Çavûşoglû
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, di ziyareta Bexdayê û rêveberiya Herêma Kurdistan a Federal de aşkere ji rêvebera hikûmeta herêmê re gotibû “Armanca me em bi temamî hêza PKK’ê ji vir derxin. Ji bo vê yekê jî em ê têkevin herêma Xakurkê. Em ê herêmê têxin kontrola xwe. Piştî daxuyaniya wezîr Çavûşoglû, hikûmeta navendî û rêveberiya herêmê, bi piştgiriya Îranê, rê li pêş artêşa tirk vekir. Piştî leşkerên artêşa tirk ket herêmê gerîlayên HPG’ê bersîv da wan. Bi mehan e şer li herêmê didome. Niha yekîneyên artêşa tirk li 3 nokteyan bi cih bûne. Leşkerên artêşa tirk di 27’ê gulana 2019’an de bi navê operasyona “Pençe” Xakurkê kirin hedefa xwe û balafirên şer ên F-16 ê lê xist. Ji wê demê heta niha çiya û gundên herêmê bombe dikin.
Li gel Tirkiye KDP û Îran jî ketin nava tevgerê
Serokomarê Iraqê Behrem Salih, Serokwezîr Adil Abdulmehdî hatin Enqereyê û bi Serokê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de hevdîtin kirin. Piştre Neçirvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistana Federal hat hilbijartin. Piştî Neçirvan Berzanî bû Seroke Herêma Kurdistanê, artêşa tirk di 27’ê Gulanê de li dijî Xakurkrê operasyona “Pençe” li dar xist. 35 balafirên şer F-16 herêm bombe kir. Li herêma Rubarokê ya Şemzînanê gelek leşker bi cih kirin. Helikopteran gelek leşker li ser nokteyên li ser sînor bi cih kirin. Li aliyekî leşkerên artêşa tirk li aliyê din gelek pêşmergeyên PDK’ê li herêma Sidêkan a navçeya Soran a Hewlerê bi cih bûn. Li vir baragehên leşkerî ava kirin. Di roja duyemîn de hêzên rejîma Îranê herêma Asosê bombe kir.
Girîngiya herêma Bradostê
Herêma Bradostê ku di sêgoşeya Îran, Iraq û Tirkiye de ye, di dîrokê de her dem ji bo kurdan bûye warê parastinê. Dîsa ji bo gelê kurd cihekî pir stratejîk û ewle ye. Wekî deriyê ketina Rojhilata Navîn tê nasîn. Li dijî vê herêmê heta niha rûs, îngilîz û osmaniyam êrîşî vê herêmê kirin. Bradost, navê xwe ji eşîra ku li vir bi cih bûne digire. Perçeyek ji vê herêmê girêdayî herêmea Sidêkan a navçeya Soran a Hewlerê ye. Beşa din girêdayî Bajarê Urmiye ya Îranê herêma Somaya Bradost e. Herêma Bradost di dîrokê de her dem rastî êrîşan hatiye û her dem kurd li vir parastine. Ev herêm ji bo gelê kurd her dem bûye wekî stargeh û spartekgeh. Yek ji berxwedanên kurdan ên li vê herêmê berxwedana Kelha Dim Dimê ye.
Di sala 1609’an de Şah Abbas êrîşî herêmê kir. Mîrê kurdan Xanê Lepzêrîn, li dijî êrîşan li Kelha Dim Dimê bi peqrewanî têkoşiya. Kurdan piştî li Kelha Dim Dimê li ber xwe da, kurdên grêdayi eşîra Bradostê koçî herêma Bradost a Herêma Federal a Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Osmanî de bûn kirin. Mîrê Bradost ê dawî Ebdullah Begê Bênarî, li Keleha Bênarî hikûmdar bû. Mîr Bênarî, di sala 1916’an de li dijî rûsan rolek mezin lîst. Piştî rêberê berxwedana Simkoyê Şikakî hat qetilkirin, gelek kurdên herêma Bradostê koçî milê din ê sînorê Sîdekayê bûn. Wê herê ev herêm di bin dagirkeriya îngîlîztanê de bû. Wê demê herema Lolan, navenda herî bi hêz ya Şêx Reşîdê Bradostî (Lolanî) bû. Hem navenda siyasî û hem jî navenda olî bû. Piştî mirina Şêx Reşîdê Lolanî navendên olî derbasî Hewlêrê kirin.
Herêma Bradost dî dîrokê de bû qada şerê di navbera Osmanî û Safeviyan, şerê di navbera pers û ereban, rûs û îngîzan. Di salen 1915-16’an de rûs û îngilizan xwestin êrîşa vê axê ku di bin serweriya Osmanî de bûn bikin. Dîsa di sala 1916’an de rûsan li herêma Rewanduzê komkujî kirin. Ev komkujî hêj di hafiza kurdan de ye. Gelê Rewanduz û Bradostê hêj qala vê komkujiyê dikin û ev yek ji bîr nekirine. Ji ber vê yekê Bradost ji bo gelê kurd cihê parastin û berxwedanê ye. Dîsa Sîdekan a girêdayî navçeya Soran (Diyana) ya 144 km dûrî Hewlerê ye, di sala 1996’an de bi awayekî fermî bi Bradostê ve grêdan.
Erdnîgariyeke dîrokî ye
Erdkolog û dîroknasan li herêma Bradostê di sala 2017’an de lêkolîn kirin û nêzî 50 berhemên berhemên nû yên şûnwariyê keşf kirin. Arkeolog û dîroknas Dr. Zêdan Bradostî diyar kir ku li herêmê 9 keleh, 5 koşk, 24 goristan, 2 mizgeft, û 3 dêr hene. Rêveberê Komîteya Warên Dîrokî ya Soran Ebdulvehab Silêman jî anî ziman ku herêma Soran cihkî dîrokî û çandî ye û erdnîgariyek gelek girîng e.
Dîroknas û rewşenbiran diyar kirin ku artêşa tirk bi van operasyonan dixwazin bi temamî li herêmê bi cih bibin. Rewşenbiran anîn ziman ku artêşa tirk dixwaze li herêma Bradost a ku Xakurk jî dinava axa wê de ye bicih bibin û her tiştî têxin bin kontrola xwe. Li herêmê hezar û 500 gund û gundik hatine valakirin û nêzî 50 hezar sewal hatine telefkirin. Armanc dikin ku bi vê yekê herêma ewle a leşkeriyê ava bikin û vê herêmê bê mirov bihêlin.
Gelê Bradostê bang li hemû gelê kurd kir û xwest wekî berxwedana Kelha Dim Dimê li ber xwe bidin û destûr nedin dagirkeriya axa wan.